Rojava, wekî xeteke berxwedanê ya gerdûnî ku dê çarenûsa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diyar bike, derdikeve pêş. Di dema ku hewildanên DYA û Îsraîlê yên ji bo girtina para mezin di pergala nû ya cîhanê de bi planên hevpar berdewam dikin; Tirkiye jî bi ser HTŞ’ê (Heyet Tehrîr el-Şam) re polîtîkayeke berfirehbûna mêtingeriyê dimeşîne û armanc dike ku gelên ku cara yekem di pergaleke azad de hatine cem hev, bi qirkirinê re rû bi rû bihêle.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojava ku tê de ziman, ol û çandên cuda bi azadî bi hev re dijîn, li dijî Şamê, DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk berxwedaneke bi biryar nîşan dide. Enternasyonalîstên ku ji bo pûçkirina êrîşên dagirkeriyê ji bi hezaran kîlometre dûr hatine Rojava, Şoreşa Rojava wekî şoreşa hêviyê dibînin.
Raman Bilal, enternasyonalîstê Elman ê ku ji sala 2019’an ve di nava Şoreşa Rojava de cih digire, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re de wateya gerdûnî ya şoreşê û bandora wê vegot.
Raman Bilal: “Em Şoreşa Rojava li derveyî Kurdistanê wekî ‘Şoreşa Hêviyê’ pênase dikin. Rojava bi rastî bû sembola hêviyê. Gava em li dîrokê dinêrin, li dijî pergala hegemonîk gelek şoreş û serhildan pêk hatine. Rojava, di sedsala 21’emîn de berdewamiya van têkoşînan e.
Di sedsala 20’emîn de Yekîtiya Sovyetê ev pêşengî girtibû ser xwe. Bi saya hêza xwe dikaribû li dijî pergala NATO’yê bisekine û hêvî dida gelên din. Gelek tevgeran nasnameya xwe ya sosyalîst û komunîst dispêrandin Sovyetê. Bi hilweşandina Sovyetê re ev hêvî jî hilweşiya. Di pêvajoya 30 salên ku min li Ewropayê jiyan kir de, min bandora wêranker a vê hilweşînê ya li ser gelan û tevgerên şoreşger ji nêz ve dît. Êdî hêzeke ku li dijî pergalê bisekine nemabû; kesî bawer nedikir ku hêzeke wiha dê dîsa ji dayik bibe.
Bi derketina Şoreşa Rojava re, eleqeyek nû ava bû. Têkbirina DAIŞ’a ku kesî nedikarî bisekinîne li Kobanê, di asta gerdûnî de bandorek mezin çêkir. Di vê şerî de enternasyonalîstên ji derve hatine jî cih girtin, şehîd hatin dayîn. Bi vê bandorê bi sedan enternasyonalîst berê xwe dan Rojava. Heta îro ji 52 welatên cuda enternasyonalîst şehîd ketin; ev yek ji mîrasên herî mezin ên şoreşê ye.
Kobanê bû sembola Rojava. Rojava li vir hêza xwe îsbat kir. Ew ramana ku DAIŞ têk bir, li seranserê Rojava belav bû. DAIŞ ne bi îradeya xwe, lê bi hêzên li pişt xwe êrîşî Rojava kir. Bi sedan kesan hêviyên xwe ji nû ve dîtin. Şoreşa Rojava şoreşeke ku sînoran derbas dike ye; em îro dibînin ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê çawa belav dibe. Bi banga seferberiyê re, di serî de ciwanên Kurd, ji her derê mirov berê xwe dan Rojava û li vir bûn yek. Li derveyî erdnîgariya Kurdistanê jî li seranserê cîhanê serhildan pêk hatin.
Yên ku tên vir ne tenê ‘dostên Kurdan’ in; enternasyonalîst bi keda xwe xwe aîdî vir hîs dikin û xwedî li xeyalên xwe derdikevin. Ev seferberî tê wateya xwedîderketina li xeyalan. Rojava nîşan da ku hêza ku dikare li dijî pergala serdest bisekine hîn heye. Tevgerên şoreşger dixwazin vê hêviyê biparêzin.
Niha pirsa ‘Çima cîhan bêdeng e?’ tê kirin. Dewlet bêdeng in ji ber ku ew pergala xwe û dijminatiya Kurdan temsîl dikin. Lê belê gel û şoreşger bêdeng neman û namînin. Li derveyî welat seferberî berdewam dike; ev encama rasterast a Şoreşa Rojava ye ku 14 sal in li ser piyan e.
Heta ku destkeftiyên şoreşê neyên mîsogerkirin, divê berxwedan û serhildan nesekinin. Em li hemberî tu astengiyan gava paş de navêjin û em ê neavêjin. Ev destkeftî tenê bi mafên Kurdan sînordar nîn in; berdewamkirina dîroka têkoşînên demokratîk û şoreşgerî ya bi hezaran salan e. Em şopdarên vê dîrokê ne.”

