Komeleya Azadiya Bîra Jiyanê û Foruma Ramanê ya Eskîşehîrê li Hola Sor a Navenda Çandê ya Taşbaşiyê panela “Em li ser bingeha mafên mirovan aştiyê diaxivin” li dar xistin. Akademisyenê Aştiyê Ozan Devrîm Yay moderatoriya panelê kir. Endama MYK’ê ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn û Seroka Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fatma Bostan Unsal wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.
Eren Keskîn diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha nasnameya “Misilmanên Sunnî yên Tirk” ku nasnameyên dintine hesibandiye hat avakirin û got, “Ger em îro li ser aştiya Kurdan biaxivin, divê em vê mijarê bi bingehîn nîqaş bikin, divê em bingeha vê pirsgirêkê biaxivin. Ji ber ku navê vê pirsgirêkê ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Kurdistanê ye. Em qala erdnîgariyeke ku kirine çar parçe dikin û pirsgirêkên ku li her parçeyek vê erdnîgariyê têne jiyîn, bêguman bandorê li parçeyên din jî dikin. Tişta ku em îro dijîn ev e. MHP û AKP ji nişkê ve nehatin û negotin, ‘Me gelek neheqî li Kurdan kiriye, werin em li hev bikin’. Mixabin, me heta niha tu pêşveçûn nedîtiye. Tevî gavên ku tevgera Kurd bi navê xwe avêtine jî, dewletê hîn ti gav neavêtiye. Dewlet wê neke; em dizanin Komara Tirkiyeyê bê dewletek çawa ye. Ji ber vê yekê divê aştî civakî bibe. Divê em bi bilindkirina daxwazên xwe dewletê bigihînin wê astê.”
Eren Keskîn anî ziman ku Tirkiye li Sûriyeyê “dewletek derqanûnî” avakiriye û got ku çavkaniyên vir ji komên cîhadîst re tên şandin. Eren Keskîn bi bîr xist ku Mehmet Tîre ku yek ji leşkerên ku di sala 1995’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji windakirina 7 kesên hatibûn binçavkirin sûcdar e, ji Partiya Demokratîk şaredarê Bodrumê bû û sûcdarê din Hurşit Îmren jî 5 salan ji CHP’ê şaredarê navçeya Çepniyê ya Sêwasê bû û got, “Li qusûrê nenêrin ti ferqa we ji hev tineye. Di vê mijarê de, hûn hemû şirîkê vê bêcezatiyê ne.”
Fatma Bostan Unsal jî bal kişand ser kêmaniya polîtîkayên mafên mirovan û diyar kir ku mirov bi sûcdariya “terorîst” an “xiyanetkar” ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Bostan Unsal anî ziman ku xwestina aştiyê misogeriya mafên mirovan e û got: “Di rewşa şer de azadiya ramanê tineye. Daxwaza aştiyê tê wateya parastina mafên mirovan.”
Panel bi pirsên beşdaran berdewam kir.

