Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak têkildarî nijadperestiya li Zanîngeha Koçê ji ANF’ê re axivî. Karabûdak diyar kir ku Kurd û Elewî timî dibin hedefa polîtîkayên zext, zilm û qirkirinê û got, “Ya ku em girîng dibînin û bala me dikişîne, zimanê êrîşkaran e. Êrîşa li ser nasname, baaweriyekê nîşaneya neteweperestiyekê ye, nîşaneya mejiyekî cudakar e. Gotineke nefretê ye, sûc e. Lewma em xwedî li mexdûrê vê yekê derketin.”
BÛYEREKE JI RÊZÊ NÎNE
Karabûdak destnîşan kir ku êrîşên li dijî karkerên Kurd, koçber û bi taybetî jî êrîşên li hemberî jinan nabe ku ji vî zimanê nefretê cuda bêne nirxandin û got, “Bûyer bûyereke ji rêzê nîne. Her tiştên ku li hemberî Kurdan û Elewiyan têne kirin bê ceza têne hiştin. Ev yek jî mejiyê vê tundiyê timî dewam dike. Em vê yekê timî dibînin. Mînak êrîş li ser cemxaneya me bû. Êrîşkar hate berdan. Nivîs li ser dîwaran hatin nivîsandin, lê bi gotina ‘zarokên li taxê kirine’, ‘serxweşekî kiriye’ guh nedan. Divê mirov van hemûyan bişopînin.”
EM XWEDÎ LI BAWERÎ Û NASNAMEYA XWE DERKEVIN
Hevserokê DAD’ê Mûstafa Karabûdak bal kişand ser yekbûna li dijî êrîşan, xwedîderketina li bawerî û nasnameya xwe û got, “Di sedsala destpêkê ya komarê de komkujî li Elewiyan, li Kurdan hate kirin. Dema ku mirov bala xwe didin sedsala duyemîn, tê dîtin ku wê tiştekî ji vê cudatir nebe. Faşîzma AKP-MHP’ê nifşekî kîndar û oldar afirand. Cudabûna ji hev mezin dibe. Berê jî êrîş kirin, komkujî kirin, lê belê êdî ev yek bû polîtîkayeke dewletê. Berê dewletê xwe li aliyekî nîşan dida, lê belê êdî polîtîkayeke dewletê ya li pêş çavan heye. Polîtîkaya asîmîlasyonê gelekî mezin kiriye. Dewletê hinekî taktîk guhert. Ji ber vê yekê divê em bala raya giştî hîn bêhtir bikişînin ser mijarê. Divê em xwedî li bawerî, nasname, cemxaneyên xwe derkevin.”