Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Hevrêyên me Hebûn û Botan li Amedê şehîd bûn
Kurdistan

HPG: Hevrêyên me Hebûn û Botan li Amedê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku meha Îlonê li Amedê di êrîşên dewleta Tirk û şer de gerîla Hebûn Pîro û Botan Osyan şehîd bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Hebûn Pîro û Botan Osyan 15’ê Îlona 2024’an li eyaleta Amedê di êrîşa dijmin de û şerê bi dijmin re bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê ku li gel bêderfetî, zor û zemetiyan ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve li ser xeta fedaîtiyê tê meşandin, bênavber dewam dike. Gerîlayên li Bakurê Kurdistanê ku serkêşiyê ji têkoşîna me ya azadiyê re dikin, li her qadê dibin tirsa dilê dewleta Tirk a qirker mêtinger. Hevrêyên me Hebûn û Botan jî ku di bin fermandariya hevrêya me Şehîd Axîn Mûş de mil bi mil têkoşiyan, li eyaleta Amedê bûn hevrêyên me yên leheng ku pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Hevrêyê me Hebûn li paytexta welatê me Amedê ji dayik bû, bû xwedî nasname û şoreşger. Li heman xakê weke Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê şer kir, xwe gihand asta fermandariya herêmê û di her qonaxê de têkoşiya. Li Amedê weke fermandarê herêmê hemû berpirsyariyên xwe bêteredût bi cih anî. Hevrêyê me Botan jî navê herêma ku lê ji dayik bû û bi welatparêziyê bûye sembol navê Botanê li xwe kir. Bi karakterê xwe yê xurt û kesayetiya xwe ya bi hêz beşdarî nava têkoşîna azadiyê bû. Zext, astengî û zindanên dijminê qirker li pêşberî îradeya fedaî ya Apoyî ya hevrêyê me Botan bêçare man û nekarîn wî bisekinînin. Hevrêyê me Botan bi ruhê xwe yê azad berê xwe da çiyê, li eyaleta Amedê têkoşîna xwe bilind kir û bi fedakariya xwe bû mîna alekê. Di nava şert û mercên giran ê şer û pratîkê yên Bakur de bû xwedî tecrûbe û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de hewl da berpirsyariyên xwe bi rengekî fedakar bi cih bîne. Herdu hevrêyên me bêfikar û bi rengekî fedaî pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kirin, bi şehadeta xwe jî ferman dan me ku têkoşînê bi biryardarî bimeşînin û bilind bikin. Em soz didin ku vê fermana hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bînin, tola wan hilînin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Hebûn Pîro
Nav paşnav: Zirav Taş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Amîne-Selam
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2024 / Amed

Nasnav: Botan Osyan
Nav paşnav: Fehmî Başkûrt
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Xemê-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2024 / Amed

HEBÛN PÎRO

Bajarê Amedê ku bi dehan salan bû navenda tevgerên azadiyê yên Kurdistanê û ji bo azadiya gelê me ji berdêlan xwe neda alî, di demeke kurt de bû navenda têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê. Xelkê me yê Amedê bi bandora sekn û jiyana Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên partiya me, bi taybetî bi berxweana li zindanan a dîrokî ya li dijî cûntaya faşîst a 1980’î tercîha xwe li aliyê azadiyê danî û pêşengî ji têkoşîna me re kir. Ewladên xwe yên herî hêja bêteredût şand nava refên gerîla û berdêl da. Li dijî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dijmin ku ji salên 1990’î û pê ve giran bûn, xelkê me yê Amedê bi mezinkirina berxwedanê bersiv da û bû sembola rastiya gelê Kurd a ku bi felsefeya Apoyî ronî bûye.

Hevrêyê me Hebûn jî li bajarekî bi vî rengî yê berxwedêr û di nava derdoreke rastiya gelekî bi ruhê azadiyê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi terbiye û exlaqa ji malbata xwe wergirtî mezin bû. Ji ber ku malbata wî di salên destpêkê yên têkoşîna me de xwe nêzî têkoşîna me kir û tevlî kar bû, hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Ji ber ku dijmin timî zext li bavê wî dikir û mala wan sala 1993’an ji aliyê dijmin ve hate xerakirin û şewitandin, hevrêyê me Hebûn rastiya dijmin zû nas kir. Li hemberî dewleta Tirk a ku ew ji gundê wan ê mîna bihuştê dû xist, mal, bax û baxçeyê wan şewitand, hîn wê demê bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Hebûn piştre neçar ma ku bar bike navenda Amedê, li vê derê dest bi xwendina dibistanê kir. Ji ber ku li dibistanên dewleta Tirk a mêtinger nekarîbû bi zimanê xwe biaxive û timî zext û tundî lê dihate kirin, ev yek ji bo hevrêyê me Hebûn bû xala duyemîn a şikestinê. Li hemberî sîstema dewleta Tirk a ku ew ji warê wan kir û ziman û çanda wan qedexe kir, bi Hêrs bû û ti carî xwe ji wê sîstemê nedît. Di dema ciwantyia xwe de li kuçeyên Amedê ku sembola berxwedanê bûn, ciwanên şoreşger û welatparêz ên Apoyî nas kir û li vê derê ruhê azadiyê hîs kir. Hevrêyê me çalakiya xwe ya destpêkê ya li dijî dewleta Tirk a qirker li van kuçeyan kir, dirûşma xwe ya destpêkê ya li dijî dijmin li van kuçeyan qîriya, da pey kêfxweşiya azadiyê ya avêtina kevirê destpêkê û bû xwedî kesayetiyeke şoreşger. Piştî ku kekê wî hevrêyê me Hebûn Pîro – Yûsûf Taş sala 2003’an tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Hebûn kir û baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê hîn bêhtir xwedî li têkoşîna kekê xwe derkeve. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku ev yek jî tenê bi hişmendiyeke îdeolojîk dikare pêk were, di serî de bîranînên gerîla dest bi xwendina gelek materyalên têkoşîna me ya azadiyê kir. Hevrêyê me Hebûn ku her roj hîn bêhtir têgihiştî bû, bi pirtûkên Rêbertî re felsefeya jiyana azad a Rêber Apo hîn baştir fêhm kir. Her ku fêhm kir, weke ciwanekî Kurd gihîşt wê encamê ku divê tevlî nava têkoşînê bibe û fedakariyeke bêdawî bike. Bi taybetî piştî ku kekê wî hevrêyê me Hebûn Pîro – Yûsûf Taş sala 2007’an li Şemzînanê şehîd bû, vê yekê biryardariya wî ya ji bo têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me Hebûn ku di nava karên ciwanên şoreşger welatparêz de bû, ji bo têkoşîna xwe mezin bike û tola şehîdan hilîne sala 2013’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Hebûn li Amedê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, navê kekê xwe li xwe kir û hîn di roja destpêkê de xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Hevrêyê me Hebûn li Amedê firsend dît ku gelek fermandarên me yên pêşeng nas bike, ji van fermandarên me yên hêja şîret û dersên li ser gerîlatiyê yên weke zêr guhdarî kir. Ji ber vê yekê jî di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeyên girîng, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vê derê beşdarî perwerdeyên akademîk bû, bi perwerdeyê re derfet dît ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe. Piştre jî tevlî nava karên pratîkî bû û bi kedkarî û fedakariya xwe di demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Hevrêyê me di her karî de serketî bû û timî pêşniyar dikir ku biçe Bakurê Kurdistanê û têkoşînê li wir dewam bike. Bi taybetî di dema destpêkirina Berxwedana Xwerêveberiyê de xwest li bajarên Kurdistanê li gel wan hevrêyan be ku sîng bi sîng li dijî dijmin şer dikirin. Bi taybetî dixwest biçe Amedê ku temamiya jiyana wî lê derbas bû û bi Çiyageran re li dijî dijmin şer bike. Wê demê pêşniyara wî nehate qebûlkirin, lê hevrêyê me kûrbûna xwe roj bi roj hîn xurt kir. Hevrêyê me li ser taktîkên şerê gerîla yê dema nû xwe bi pêş ve bir, kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û zemînê pêşketinê afirand. Piştre derfet dît ku hevrêyên tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bûn nas bike, têkildarî têkoşînê agahiyên girîng ji wan hevrêyan wergirt. Hevrêyê me Hebûn ji bûyerên şênber ên Berxwedana Xwerêveberiyê ders û tecrûbe wergirt, kûrbûna xwe bi vî rengî xurt kir û ji bo karibe vê kûrbûna xwe bixe pratîkê careke din bi israr pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Hebûn ku demeke dirêj di karên cuda de xebitî û têkoşiya, ji aliyekî ve jî ji bo xeyala xwe ya ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê pêk bîne kûrbûn û amadekariyên xwe dewam kir. Hevrêyê me didît ku dijmin êrîşî her qada ji destketiyên gelê me dike û li ser bingeha tasfiyekirina tevgera me dixwaze qirkirina Kurd temam bike, weke milîtanekî Apoyî gihîşt wê baweriyê ku divê bersivê bide van êrîşên dijmin. Zanîbû ku ev yek herî zêde li Bakurê Kurdistanê dikare bibe, lewma pêşniyara xwe dubare kir. Di encama hewldan, kûrbûn, israr û kedeke mezin de pêşniyara wî hate qebûlkirin û hevrêyê me Hebûn firsend dît ku biçe Bakurê Kurdistanê, biçe Amedê ku lê ji dayik bû û mezin bû.

Vê carêk weke gerîlayekî azadiyê û hêviya paşeroja azad a gelê me li Amed a lê ji dayik bû û mezin bû vegeriya û bi kelecana pêkanîna xeyalê xwe, giraniya wezîfe û mîsyona xwe ya dîrokî hîs kir. Ji xwe re kir armanca  bingehîn ku bersivê bide êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me têne kirin, azadiya welatê xwe misoger bike ku gelê me bi sedan sal in bi hesreta wê ye û tola hevrêyên şehîd hilîne ku di vê oxirê de bêteredût ber bi şehadetê ve meşiyan. Di heman demê de li Amedê ku warê têkoşînê yê Şehîd Nûman Amed, Şehîd Azad Sîser, Şehîd Azad Farqîn, Şehîd Çekdar Amed, Şehîd Evîn Amed û Şehîd Çiyager bû, weke şpdarê van fermandarên me yên hêja bi kelecan bû ku li vî warî têbikoşe.

Hevrêyê me Hebûn ku bi wezîfeya fermandarê herêmê derbasî herêma Amedê bû, li vê herêma ku berê nas dikir, zehmetî nekişand ku hîn bibe. Hevrêyê me xwe ji pratîkeke zehmet re amade kir û li ser vê bingehê zû dest bi kar kir. Hevrêyê me Hebûn kir ku gelek kar bê birêxistinkirin û bicihanîn, bi tempoya xwe ya bilind, bi îrade û karê xwe yê bi dîsîplîn ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me weke her şervanekî azadiyê yê Apoyî zanîbû ku bi kedê dikare hebe, lewma her kêliya jiyana xwe bi kedê derbas kir. Di heman demê de ji bo hevrêyên xwe perwerde bike û bike ku tevlîbûneke çalak pêk bînin, çi ji destê wî hat pêk anî. Hevrêyê me Hebûn bi fedakarî, durustî û hevrêtiya xwe ya ji dil di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî. Di 15’ê Îlona 2024’an de li gel hevrêyê xwe Botan heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyalên hevrêyê xwe hebûn û têkoşîna wî bi ser bixînin.

BOTAN OSYAN

Hevrêyê me Botan li navçeya Berwarî ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ji ber welatparêziya malbatê, ji temenekî biçûk ve têkoşîna me nas kir û bi taybetî ji destanên lehengiyê yên gerîla gelekî bandor bû. Ji bo vê jî dîtina gerîla xeyala wî ya herî mezin bû. Ji xizmên xwe bihîst ku gerîla ji bo gelê me bi fedekariyeke mezin li çiyayan têdikoşe û ev yek bû wesîle ku meraqê wî ji bo gerîla zêdetir bibe. Di heman demê de rastiya ku gerîla ji Botanê heta Amedê, ji Serhedê heta Zagrosan derbên giran li mêtîngeran dixe û tola êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me hiltîne, ji kûrahî ve bandor li hevrêyê me Botan kir û meraqa wî ya li ser gerîlatiyê xurtir kir. Hevrêyê me ku di emrê ciwantiyê de dest bi naskirina derdora xwe kir û pirsên wî yên li ser jiyanê zêde bûn gihîşt wê encamê ku tenê jiyaneke watedar layiqê jiyanê ye. Hevrêyê me ku di nava lêgerîna vê de bû, di vê pêvajoyê de felsefeya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me ku bi felsefeya Rêber Apo xwe gihand sira jiyana azad, her roj hewl da rastiya Rêbertî û Partiya me bêhtir fêhm bike. Hevrêyê me yê ku têgihişt gerîla hem temînata jiyana azad a ku Rêber Apo avakiriye, hem jî pratîkkirina wê ye, li ser vê bingehê lêgerîna xwe ya li ser gerîla hîn bêhtir kûr kir. Hevrêyê me Botan ku şahidî ji êrîşên dijmin ên li ser gelê me re kir, weke ciwanekî Kurd tehemûlî van êrîşan nekir û cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêyê me ku destpêkê tevlî xebatên ciwanên şoreşger, welatparêz bû, bi van xebatên xwe re rastiya me ya têkoşînê ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me bi awayekî çalak tevlî xebatên li vê pêvajoyê bû û serketinên mezin bi dest xist. Ev serketin bala dijmin kişand û hate dîlgirtin. Hevrêyê me têkoşîna xwe li zindanê domand. Hevrêyê me dizanîbû ku dewleta Tirk a dagirker zindan ji bo tasfiyekirina sekna şoreşgerî ya ciwan û gelê Kurd bi pêş xistiye û bi vê zanabûnê gihişt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe berfirehtir bike. Zindana mêtingeriyê veguherand dibistanekê, kir zemînê meşa xwe ya şoreşgerî. Hevrêyê me Botan ku bi lêhûrbûnên xurt a ku li zindanê jiyayî, xwe gihand biryardariya domandina têkoşîna xwe ya li çiyayan û li benda kêliya derketina ji zindanê bû ku tevlî gerîla bibe. Tevî hemû astengî û zextên dijmin jî hevrêyê me Botan ku sala 2019’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Botan yekem perwerdeya xwe ya li Amedê distîne û bi coş û kelecana bi hevdîtina gerîlayan re ku bi salan hesreta vê yekê dikir, bû xwedî tevlîbûneke aktîf.  Hevrêyê mê bi saya hevrêyên xwe di demeke kurt de tecrûbeyên salan bi dest xist û karî bibe gerîlayekî serkeftî. Hevrêyê me li Amedê di serî de hevrêya me Şehîd Axîn Mûş şensê têkoşîna li gel gelek fermandarên hêja û hevrêyên me bi dest dixe û bi tecrûbeyên ku ji van hevrêyên me bi dest dixe roj bi roj tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir dike.  Hevrêyê me Botan jiyana azad û felsefeya Rêbertî ku beriya tevlî refên gelîyan bibe nas dike,  di nava gerîlayan de rasterast jiya û di wê baweriyê de bû ku ji bo ku bibe parçeyekî vê jiyana azad xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş bixe. Ji bo vê yekê bi xwendin û nîqaşên xwe yên bi hevrêyên xwe re derfet bi dest xist ku xwe kûrtir bike.  Her wiha hevrêyê me weke gerîlayekî azadiyê dizanîbû ku divê ji êrîşên dijmin ên tasfiyekirinê yên li ser gel û Tevgera me re bibe bersiv û dizanîbû ku ev yek bi profesyonelbûna gerîlatiyê pêkan e.  Girêdayî vê yekê hevrêyê me ji hevrêyên xwe yên  xwedî tecrûbe alikarî stend û xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de pêş xist. Hevrêyê me Botan xwe di warên leşkerî, îdeolojîk û rêxistînî de tim pêş xist û  xwe ji erkên serdemê re amade kir û li qada Amedê di gelek xebatên girîng de cih girt û bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me bi jêhatîbûn û tevlîbûna xwe ya dirust re karî bibe milîtanekî wisa ku hemû hevrêyên wî gelekî dixwestin li gel bijîn û têbikoşin û bi van taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me gelekî ji şehadeta fedaiyane ya hevrêyên xwe bi bandor dibe û hem ji bo zindîhiştina bîranîna hevrêyên xwe û hem jî ji bo ku têkoşîna wan li ser xeta serkeftinê bide berdewamkirin, zêdetir li ber xwe da û hewla layiqbûna ji şehîdan re gelekî nîşan da. Bi van taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî wisa ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak bê dîtin.

Hevrêyê me Botan di pênc salên gerîlatiyê de gelek serketin bi dest xist û bû xwediyê tevlîbûneke fedaiyane. Hevrêyê me Botan di 15’ê Îlona 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Em dubare soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Botan ku bi hevrêtiya xwe ya jidil û kesayeta xwe ya sade li qada Amedê rêçên biqîmet hişt, bikin egera têkoşîn û serketinê û teqez xeyala wî ya Kurdistana Azad pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Gerîlayê HPG’ê yê li Licê şehîd bû li Sêrtê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl, li hemberê 20 dîlên xwe hezar û 968 Filistînî serbest berda

Hamasê li Xezeyê 20 dîlên Îsraîlî yên dawî serbest berda bû, Îsraîlê jî roja duşemê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Em xwedî li mîrateya bi rûmet a 14’ê Tîrmehê derdikevin

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo, di çarçoveya Mihrîcana Rojên Amara de li Pirsûnê pîrozbahî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li dijî krîza xurekê banga razemeniya li sîstemên çandiniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?