Pêncşem, 25 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Şivan Zeren hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bikaranîna narkotîkê bi zanebûn li Kurdistanê tê belavkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du şaredar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nehîr Sevîm: Desthilatdariya siyasî ditirse ku têkiliya wê ya bi emperyalîzmê re bê eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye
Jin

Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

Eger ku îro neteweya jin tê înkarkirin û asîmîlekirin, ev tê wateya ku jiyan, xweza û mirovahî rû bi rûyê metirsiyên mezin in. Lewra ji bo ev metirsiya mezin li ser mirovahiyê bê rakirin, divê di şexsê jinê de jiyan bê parastin û rêz jêre bê nîşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Jin û jiyan du têgînên heman wateyê îfade dikin. Ew du têgînên di zikhev de ne û ti carî ji hev nayên qutkirin. Lewra nêzîkbûna ji jinê re, di heman demê de nêzîkbûna ji bo jiyanê ye. Niha hinek dibêjin, “Em nirx didin jinê û ji jinê hez dikin”, lê nêzîkbûn û tevlîbûna wan a ji jiyanê re seqet e, jiyan ji bo wan bêwate û erzan e. Ev kesayet yan jî zilamê bi vî rengî nirx nade jiyanê, hezkirina wî ya ji jinê re jî ji derveyî xapandin û berjewendiyan tiştek din nîne.

Eger em dibêjin ku jin jiyan e, wê demê pêwîst e em li hember vê jiyanê baldar û bi rêz bin. Heke bê gotin ku jin jiyan e û li kêleka vê hemû rojê vîna wê bê şikandin, bê kuştin, hemû rojan li ser nasname û bedena wê êrîş bên kirin, ev dibe bêexlaqî û bêrêziya li hember jiyanê. Ji lewra di vê derbarê de Rêber Apo jî got, êrîşa li ser jinê di cewherê xwe de êrîşa li ser jiyanê bi xwe ye. Ev nêrîn pir bi zelalî nîşan dide ku jin û jiyan di cewherê xwe de heman wateyê îfade dikin.

Di heman demê de enerjiya jin enerjiya jiyanê ye. Çawa enerjiya jiyanê nasekine, her tim di nav liv û tevgerê de ye û diherike, di jinê de jî heman tişt e. Enerjiya wê ti carî nasekine û nacemide, eger ew enerjî neyê hepskirin. Lê mixabin îro eger jiyan di gelek milên xwe de hatiye cemidandin û rastî gelek pirsgirêkan tê, sedema xwe ya bingehîn jî ew hepskirina enerjiya jinê ye. Di bin gelek navan de ji bo jinê sînor hatine danîn. Bi zagonên namûsê di nava çar dîwaran de hatiye dorpêçkirin. Bi temamî ji cewher û ji hêza xwe hatiye dûrxistin û mehrûmkirin. Serkêşên hişmendiya pergala deshilatdar û zayendperest, di şexsê jinê de jiyan xeniqandine û bê nefes hiştine. Yek ji sedemên lawaziya ruhê komînalbûyîna di nava civakê de, lawazkirina rola pêşengiya jin a di nava jiyanê de ye. Ji hêla din ve jî reşkirin û biçûkdîtina rista wê ye.

Bêguman lawaziya exlaqê di nava civakê de jî ji heman sedemê çavkaniya xwe digire. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku niha civak di rewşa hilweşînê de ye. Ji ber civaka ji exlaq bêpar, mehkûmî binkeftin û hilweşandinê dibe. Em digihêjin vê encamê ku jin û jiyan yek e. Lewma lawazkirina jin û kuştina nasnameya jinê, lawazkirin û kuştina jiyanê ye.

Ji bo mîsogerkirina vê rastiya em behsa wê dikin, di serdema civaka xwezayî de civakbûn li dora jinê hatiye avakirin. Bêguman sedemê xwe jî taybetmendiyên jinê yên nêzî xwezayê bûn. Jin berhemdar û afirîner bû. Xwedî dikir, zêde dikir, xweşik dikir, hez dikir û hwd. Niha ji ber dora jinê hatiye valakirin û hatiye tecrîdkirin, civakbûn jî lawaz bûye. Lewra ji bo ku civak vegere xwezayîbûna xwe û rewşa xwe ya civakbûnê, pêwîst e enerjiya jin û îradeya wê neyê hepskirin. Di heman demê de divê ji rewşa objebûnê derkeve û di nava hemû qadên jiyanê de aktîf bibe. Pêwîste bi reng û dengê xwe bijî. Çawa pêwîst e neteweyek bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî, neteweya jin jî divê bi nasnameya xwe bijî. Eger ku îro neteweya jin tê înkarkirin û asîmîlekirin, ev tê wateya ku jiyan, xweza û mirovahî rû bi rûyê metirsiyên mezin in. Lewra ji bo ev metirsiya mezin li ser mirovahiyê bê rakirin, divê di şexsê jinê de jiyan bê parastin û rêz jê re bê nîşandan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin
Nûçeya Pişt re Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo sîxurê bi navê Mustafa Haskiri daxuyanî da

Di daxuyaniya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê de hat ragihandin ku Mustafa Haskiri…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya meha Nîsanê: 10 rojnameger hatin binçavkirin

MKG'ê ragihand ku êrîşên li ser çapemeniya azad dewam dikin û diyar kir ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi ‘tetbîqatên şer’ kir

Li Derya Çînê ya Başûr a bi nakokî ku wê Fîlîpîn, DYE, Japonya û Awûstralya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di erdhejên Venezûelayê de dibe ku bi hezaran kes miribin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump sînyala F-35 da Erdogan: Ez ê gelekî kêfa wî bînim

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Peymana bazirganiyê ya navbera YE û DYE’yê bi fermî hate erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li bakurê Japonyayê erdheja bi 7,2 pileyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?