Jinên Kurd, di nav berhemên xwe yên hunerî û çandî de nasnameya xwe parastine. Ji kilamên dayikan heta wêneyên nûjen, dîroka xwe bi reng û gotinan neqişandine, nivîsandine û dinivîsînin…
Îro 34’emîn salvegera şahadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) e; ew hunermenda me, hunera şoreşgerî û neteweyî pêşxist û bi rêya hunerê, civak rêxistin kir.
Hozan Mizgîn, di sala 1962’an de li gundê Bileyderê yê Êlihê hatiye dinê. Di wê demê de li Êlihê sendîkayên xebatkar û tevgerên civakî yên bihêz hebûn û her diçû nasnameya PKK’ê zêdetir derdiket pêş. Yek ji damezrînerên PKK’ê Mazlûm Doxan, ji bo danasîna PKK’ê li Êlihê derî bi derî digeriya. Herwiha Hozan Mizgîn jî, berhemekî heval Mazlûm e. Hozan Mizgîn, berî derbeya 1980’yê, bi komeke ciwan re tevlî têkoşîna azadiyê dibe.
Ji bo perwerdehiya îdeolojîk, diçe Kampa Bekaayê, saheya Rêbertî. Piştî perwerdê bi Hozan Sefkan re, derbasî Ewropayê dibe; xebatên çand û hunera Kurdî rêxistin dikin. Herdu şehîdên me yên nemir, bi hev re bingehê “Huner-Kom” û “Koma Berxwedan” dideynin.
Hozan Mizgîn, li kêleka hunera şoreşgerî û neteweyî, gelek berhemên nemir ên wek “Çemê Hêzil” “Lo Hevalno” “Gundîno Hawar” û hwd. diafirîne. Ev berhem û komên muzîkê, bûn yek ji amûrên herî xurt ên propagandaya şoreşa Apoyî. Ji ber ku stranên wê bi Kurdî bûn û dengê şoreşê bûn, dewleta Tirk wan qedexe dikir. Lê gel, kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgîn, bi dizî guhdar dikirin.
Piştî erka xwe ya hunermendî biserkeftî bicîh anî, Hozan Mizgîn vegeriya çiyayên Kurdistanê. Di destpêkê de wek fermandara Eyaletê diçe Mêrdînê. Paşê jî, ji ber hewcedariyê, derbasî herêma Xerzanê dibe. Fermandar Mizgîn, ne tenê şer birêve dibe, lê di heman demê de xebatên propagandaya çekdarî jî pêşdixe. Ji bo ku bigihîje jinên Xerzanê, gelek caran wekî jinên herêmê çarşef li xwe dikir û xebatên rêxistinê dimeşand…
Hozan Mizgîn, wek fermandarek jin û hunermendekî şoreşger, bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a faşîst û hevpeymanên wê. Di 11’ê Gulana 1992’an de, li Tetwanê, ji aliyê dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin.
Ji bo ku nekeve destê dewleta Tirk a faşîst, Hozan Mizgîn bi çeka xwe, dawî li jiyana xwe anî û bi îradeyekî azad xwe digihîne mertebeya şehadetê û teslîmiyetê red dike.
Rêber Abdullah Ocalan di derbarê kesayet û helwesta wê de gotibû: “Ew jina ku ji aliyê PKK’ê ve hate afirandin bû. Di temenê biçûk de tevlî me bû. Ew jin bû ku layiqê PKK’ê bû. Tu carî di têkoşîna li ser xeta PKK’ê de dudil nebû.”
Ji yek pêşengên nemir ên PKK’ê Ali Haydar Kaytan jî, ku di sala 1981’an de Hozan Mizgîn nas kiribû, ew wek jin, hunermend û şoreşger bi van gotinan dinirxand: “Mizgîn di serî de jin, şoreşger û hunermend bû. Ew nûnera demeke herî êşdar a dîroka jinên Kurd bû. Dikare wek ‘aqilmenda êşan’ jî were binavkirin. Êş, zordarî û girêdana jinên Kurd bi ya bi nirxên xwe re, di kesayeta wê de bi awayekî bihêz xuya dibû. Ew di heman demê de milîtanek partiyê û gerîlayek bû. Van her sê taybetmendiyan di kesayeta xwe de bi tevahî cismandibû.”
34 sal derbas bûn, li ser şehadeta Hozan Mizgîn; ya ku Hozan Serhat bi gotina “Mizgîna leheng,Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng, Gurbet Aydin…” bibîr tîne. Besteyên Mizgîna Leheng, ji bo her kesên ku dilê wan jibo welatê wan lêdide, bi taybet jî, ji bo jinên ciwan bangawaziya azadiyê ye. Em lehenga xwe Mizgîn bibîr tînin û soza xweyîderketina mîrasa ku ji me re hiştî didin…

