Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin
Rojane

Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo aştiya mayinde civak li benda gavên şênber e û got, di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand. Sezaî Temellî diyar kir ku xetereya DAÎŞ’ê hîn jî dewam dike û got, divê di pêvajoya entegrasyonê ya Rojava de ev xetere neyê jibîrkirin.

Sezaî Temellî bal kişand ser Roja Dayikan û serdana Dayikên Aştiyê ya li partiyên siyasî û wiha got: “Dayikan xwest partiyên siyasî gavan biavêjin. Dayikan bal kişand ser êşa hemû dayikên Kurd û Tirk. Dayikan xwest ji bo aştiyeke mayinde gavên qanûnî bên avêtin. Hemû kes jî li bendê ye qanûn bên çêkirin. Divê pêşnûmeyek demildest were Meclîsê û Meclîs jî qanûnan çêbike. Lê mixabin tevî daxwazên raya giştî jî hê pêşnûmeyek bi vî rengî tune ye. Wezareta Dadê jî dibêje ‘Paketa Darezê ya 12’emîn ma meha Cotmehê’. Êdî tehamula civakê nema. Divê qanûn çêbibin û girtiyên siyasî êdî bên berdan. Êdî girtîgeh tije bûne, divê ji vê re çareseriyek were dîtin. Lê tevî bendewariya civakê jî di vî warî de tu gav nehatine avêtin.”

Sezaî Temellî destnîşan kir ku Doza Kobanê 2 sal in li Îstînafê li benda biryarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Îstînafê 2 sal in derbarê dozê de tu biryar nedaye û bêedaletiya heyî çareser nekiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo birêz Selahattîn Demîrtaş biryar da ye jî nayê berdan. Her wiha hevalên me yên din ên vê dozê jî tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî nayên berdan. Divê ev bêedaletiya li dijî hevalên me bi dawî bibe û hevalên me bên berdan. Piştî doza kumpasê ya Kobanê weke dozên Geziyê û Stenbolê jî hatin rojevê. Niha jî qala doza ‘Casusan’ tê kirin. Bi van dozên kumpasê û darazê dixwazin siyasetê dîzayn bikin.”

Sezaî Temellî bi lêv kir ku Meclîs li dûrî pêdiviyên civakê bi rojevên cuda re eleqedar dibe û wiha axivî: “Divê em li ser pêdiviyên cotkaran qanûnan çêbikin û li ser wê bixebitin lê Meclîs li ser bazirganiya bi Ukraynayê re eleqedar dibe. Li şûna ku em ji bo zêdebûna hilberînên cotkarên xwe eleqedar bibin, em diçin Ukrayna ku di şer de ye ji wê re li ser bazirganiya hilberînên çandiniyê rojeva Meclîsê tijê dikin. Divê hê ku Meclîs neketiye betlanê, li ser xizaniyê raweste û çareseriyan li pêş bixe. Bi pêşniyar qanûna ‘Hebûna Aştiyê’ ku vê hefteyê di Meclîsê de bê gotûbêjkirin jî ji bo berjewendiya sermayedaran e. Yanî bi vê yekê wê bêedaletiya bacan jî zêdetir bibe. Ji bo ev bêedaletî pêk neyê em ê muxalefetê bikin. Lê hêza muxalefetê jî têr nake. Li gorî berjewendiyên sermayedaran qanûnan çêdikin. Meclîs bûye xizmetkarê sermayedaran. Berdela vê jî karker, kedkar û dayik didin. Ji bo wê jî em aştiyê dixwazin. Bi aştiyê ev bêedaletî dikare ji holê bê rakirin û çareserî pêk were.”

Sezaî Temmelî li ser pirsa rojnamevanan jî diyar kir ku tu eleqeya “Paketa Darazê ya 12emîn” û qanûna taybet tune ye û bendewariya wan a qanûna taybet dewam dike ku bê çêkirin lê hîn jî ji aliyê desthilatê ve tu gav nehatine avêtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika 2 şehîdan Ayşe Derwîş jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome: Em berxwedanê silav dikin

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Germahiya dijwar tenduristiya karkeran dixe xetereyê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) û Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (DMO) yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan anî ziman ku ew ji rastiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?