Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin
Rojane

Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan anî ziman ku ew ji rastiya pêvajoya Rêber Apo bawer dikin, lewma dimeşînin. Kalkan işaret bi êirşên şerê taybet ê li Kurdistanê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 28 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê, êrişên şerê taybet û di şexsê Zîlan de xeta fedaîtiyê nirxand. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Nîqaş li ser pêvajoyê tê kirin. Nîqaşên cidî hene, lê belê rewşeke cidî ya nediyar jî heye. Gelo wê qanûn bê derxistin an na? Nîqaşeke bi vî rengÎ heye. Hûn hem vê rewşa nediyar hem jî nêzîkatiya giştî ya li pêvajoyê çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Nêzî mehek e careke din hevdîtin pê re nayê kirin. Em nizanin bê rewş çi ye. Lê belê herî dawî di hevdîtina 24’ê Gulanê de hatibû gotin ku wê qanûnek bê amadekirin, heman piştî cejnê wê bi lez bê nirxandin û zelalkirin, metn wê ji Rêber Apo re biçe û agahiya me jî jê çêbibe. Di mehên Adar û Nîsanê de jî rewşeke bi heman rengî hebû. Lê belê wê demê ev pêk nehat. Niha jî plansaziyeke bi heman rengî çêbû. Cejn derbas bû, gotin wê sê roj piştî cejnê bibe. Hate ragihandin ku Rêber Apo li ser naveroka qanûnê pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêş kiriye. DEM Partiyê digot, wan pêşnûmeyên xwe amade kirine. Bi AKP’ê re, bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kirin. Niha jî tê gotin, wê qanûna çarçoveyê be, ji 7-8 xalan pêk were. Lê belê tê gotin, gelekî dereng tê xistin. Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin. Li holê hîn jî metneke şênber nîne. Agahiyek ji bo raya giştî nîne. Li ser naveroka wê agahiya me jî nîne. Em li bendê ne. Eger qanûn bigihêje me em ê nêrînên xwe bibêjin.

Lê belê em vê yekê destnîşan bikin: Me Rêber Apo kir muzakerevanê xwe yê sereke. Rêber Apo vê wezîfeya xwe van karên xwe dewam dike. Di vir de ti cudahî nîne. Lê belê weke Tevger, weke jin, mêr, ciwan, extiyar kesayetên Kurd di nava 14-15 mehan de me helwesta xwe timî bi şênberî danîn holê. Me got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya her tiştî ye. Kilîd wê ji vir vebe. Divê Rêber Apo bibe xwedî mercên kar û jiyanê yê azad. Eger ev bibe wê qanûn xwedî naverokekê be. Wê ji aliyê me ve hêja bê dîtin, em ê binirxînin. Lê belê xwedî naverokeke bi vî rengî nebe, ev yek xeta me ya sor e. Biryara me ya kongreya 12’emîn bû. Ku biryara kongreyê divê bi cih bê anîn, kes nikare berevajî biryara kongreyê tevbigere. Eger li gorî vê yekê nêzîkatî neyê nişandan, ez ê tiştekî nebêjim lê belê weke tevger û gel em ê bi erênî lê nenihêrin. Beriya her tiştî em vê yekê destnîşan bikin. Bila nêzîkatiyeke cuda neyê nîşandan.

Aliyê din jî ev qanûna çarçoveyê ye. Ji bo vegerê bi qasî ku me fêhm kiriye di halê hazir de zêde qala demokratîkbûnekê, entegrasyoneke demokratîk, qanûna azadiyê nayê kirin. Ev yek dibe ku pêşî veke. Eger bê derxistin dibe ku dewama wê bê. Xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Lewma ne hemû qanûn. Ne rewşeke ku nikaribe bê kirin. Dewletê heta niha di bin navên cuda de qanûnên bi vî rengî derxistin. Hîn jî bi wî rengî tevdigere, bi qasî ku me fêhm kir vê qanûnê jî di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de dinirxîne. Lewma ji bo qanûnîkirina pêvajoyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê xwe nade ber avêtina gavên qanûnî. Ji xwe di belavoka encamê ya civîna dawî ya Desteya Ewlekariya Milî de ev yek diyar bû. Mirov dema ku wê dibîne ji bo zêde bi hêvî bibe, sedemekê nabîne.

BELAVOKA ENCAMÊ YA MGK’Ê NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYA AKP’Ê Û DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDE

Belavoka encamê ya civîna Desteya Ewlekariya Mîlî (MGK) a 18’ê Hezîranê bi rastî jî nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk radixe pêş çavan. Xusûsên ku me heta niha bi şêweyên cuda nîqaş dikir, xuya ye bi fermî qebûl kirine. Hîn jî di çarçoveya terorê de pêvajoyê dinirxînin. Wê bi çi rengî li hemberî rêxistinên terorê têbikoşin, qala wê dikin. Tiştekî nû nîne, guhertinek nîne. Li Desteya Ewlekariya Mîlî guhertinek nîne. Weke belavoka Desteya Ewlekariya Mîlî ya beriya 2, 4 meh, yan jî 4 salan e. Xuya ye hemam metnê didin. Ji ber ku di gotinan de jî nûbûnek nîne. Em çapemeniyê rexne dikin, derdorên cuda rexne dikin. Li ser zimanê ku bi kar tînin. Zimanê Desteya Ewlekariya Mîlî jî li holê ye. Rewşeke welê ye ku hîn jî weke ‘rêxistina terorê ya PKK’ê dinirxîne. Xuya ye Desteya Ewlekariya Mîlî dixwaze PKK dewam bike.

Halbûkî PKK hate fesixkirin. Qet li ber çavan negirtine. Di ziman de guhertinek nîne. Ji lîsteyê jî neketiye. Ev eşkere ye. Mirov vê encamê ji wê yekê dikare derxîne: Dixwazin PKK dewam bike. Vê daxwazê dixwazin. Ji wê belavokê ev tê fêhmkirin. Lê belê ew şaş in, em bi biryar in. Me PKK guhert. Vegera ji vê gulhertinê wê nebe. Vegera li PKK a berê wê nebe. Me ew kir malê dîrokê. Li Desteya Ewlekariya Mîlî yan jî li desteyeke din çiqasî bixwazin jî wê ev nebe. Ji ber ku hevsengiyeke siyasî ava bûye. Li ser têkoşîna PKK’ê rantxuriyeke mezin ava bû. Bi guherînê re her kes neçar dimîne ku xwe biguherîne. Li pêşberî vê guherîna PKK’ê gelek derdorên rantxur ranta xwe winda dikin. Yanî yên ku divê siyasetê hilberînin, guherînê bikin ji guherînê ditirsin. Û gelek derdorên berê daxwaza PKK a berê dikin. Dixwazin dewam bike. Wê neke. Ez wê bi şênberî bibêjim. Çiqasî dixwazin bila binivîsînin. Lê belê ev wê dewam neke.

Dawiya dawî vê bibêjim. Dewletê jî, AKP’ê jî nêrîna xwe bi civîna Desteya Ewlekariya Mîlî nîşan da. Me bi neguhertinê, bi filan tiştî sûcdar dikin, lê belê yên ku qet neguherîne ew bi xwe ne. Guhertineke biçûk jî nakin. Ne guhertina mejî û siyasetê. PKK’ê têkildarî xwe biryar da. Têkildarî wê zimanê xwe jî naguherînin. Wê demê çawa dikarin ji hinekî din guhertinê bixwazin? Çima ewqasî bi ser PKK’ê ve diçin? Di çapemeniya şerê taybet de bi gotina ‘filan tişt nabe’ her roj şerê psîkolojîk bilind dikin. Ev rewşeke ne cidî ıye. Divê cidî bin. Em vê bibêjin; Em ê li ya berê venegerin. Em vê pêvajoyê ne ji bo dewletê, ne ji bo AKP’ê dimeşînin. Em ji rastiya vê pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin. Rêber Apo ev yek weke pêvajoyeke têkoşînê pênase kir. Em jî tevlî bûn. Em vê têkoşînê dimeşînin û em ê bimeşînin.

Dema ku qala pêvajoya têkoşînê tê kirin hinek li bendê ne ku gelo wê li ya berê vegerin. Gelek derdor li nava rastgirî û çepgiriyê hene ku li bendê ne ku PKK li ya berê vegere. Ev belasebep li bendê disekinin. Bendewariyeke bêkêr e. Me guhertin pêk anî. Em ê têkoşîna vê jî dewam bikin. Têkoşîna me ya demokratîkbûn, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha stratejiya siyaseta demokratîk dewam bike. Ev pêvajoyeke têkoşînê ye. Me her tim got. Em ê bi têkoşînê vî karî bimeşînin. Lewma em ne li bendê ne ku kî wê çi bide. Divê kes jî ne li bendê be. Divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û têbikoşin. Divê em têkoşînê hîn mezin bikin, belav bikin û bi pêş ve bibin. Wê demê wê encamek bê bidestxistin.

Em pêvajoya heyî ji aliyê erênî ve, ji aliyê çalakiyan ve binirxînin. Li Stenbolê konferana veguherîna demokratîk a komarê hate lidarxistin. Piştre li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk pêk hat. Li Ewropayê çalakî têne lidarxistin. Têklidarî van hûn dikarin çi bibêjin?

Belê, pêvajoya têkoşînê ye. Lewma têkoşîn tê kirin. Pêvajo dimeşe. Hêza dewlet, desthilatdarî, derdorên faşîst, neteweperest û rantxurt ne xwedî wê hêzê ne ku pêvajoyê asteng bikin. Em destpêkê wê bibêjin. Her ku diçe bi pêş ve diçe, belav dibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi têkoşîneke piralî bi pêş ve diçe. Dikarim vê yekê bi zelalî bibêjim. Hat asteke hîn li pêş û bi pêş ve jî diçe. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşketinên xurt û bi bandor dibin. Têkoşîn di vê çarçoveyê de ye. Lewma tişta ku we anîn ziman rast e. Têkoşîn heye, divê bi bandor bê meşandin. Têkoşîna di vê çarçoveyê de tê meşandin silav dikim. Serketinê jê re dixwazim. Ji her kesî re vê dibêjim; divê em vê têkoşînê hîn mezin bikin, bêhtir belav bikin, bi rê û rêbazên nû û afirîner bimeşînin. Di têkoşînê de divê em encamgir bin. Mirov dikare vê bibêje.

Lewma çalakiyên gelekî girîng û bi bandor hene. Beriya her tiştî di çarçoveya mafê hêviyê de name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatin şandin. Ji sendîkayên navneteweyî, akademîsyen, rewşenbîrên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji dehan, sedan kesayetiyan name hatin şandin û piştgirÎ ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serketina pêvajoyê re hate dayin. Silavên xwe yên taybet ji wan re dişînim. Ev xaleke girîng bû.

Her wiha li Strasbourgê 14 sal in gelê Kurd ji bo Rêber Apo di çalakiya nobeda azadiyê de ye. Di nava çalakiya nobeda azadiyê de ye. Ev çalakiya dîrokî derbasî sala 15’an dibe. Bi rastî jî çalakiya me ya herî demdirêj e. Weke gel, weke tevger em dikarin bibêjin çalakiya azadiyê ye. Ji ber vê jî yên ku çalakiyê dimeşînin, jin, mêr, gelê me yê li Ewropayê ji ber vê helwestê pîroz dikim. Ev helwesteke gelekî girîng e. Israra li ser vê yekê, fedakarî û hewldana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelekî bi wate ye. Bawer im ku di sala 15’emîn de çalakî wê bi serketî dewam bike. Wê hîn xurt bibe. Wê rêbazên nû lê zêde bibe. Strasbourg cih, qadeke girîng e. Çalakiya li wê derê gelekî bandorê li Ewropayê dike. Ji ber vê jî di salvegerê de vê çalakiyê pîroz dikim. Di sala 15’emîn de çalakgerên nobeda azadî ji Rêber Apo re silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim.

Li Tirkiyeyê jî pêşketinên erênî dibin. Çalakî hene. Hate ragihandin ku wê di 27-28’ê Hezîranê de bêne lidarxistin. Li Mersîn, Stenbol, AMed û Wanê. Hewldan hene. Dem bi dem têne lidarxistin. Girîng e. Serkretinê ji wan re dixwazim, silav dikim. Ez bawer dikim ku wê xurt bin, divê xurt bin. Divê civaka Kurd karibe helwestê nîşan bide. Divê neyê gotin ku encam ji van çalakiyan nayê. Bandora xwe girîng e. Divê vê yekê zanibe û çalakî bi rengekî hîn mezintir bêne lidarxistin. Di heman demê d nîqaş hene. Konferansên girîng li Stenbol û Amedê hatin lidarxistin. Di 13-14’ê Hezîranê de konferansa veguherîna demokratîk a di sedsala duyemîn a komarê de pêk hat, ku gelekî girîng bû. Nîqaşên gelekî hêja û cidî hatin kirin. Agahiyên nû hatin destnîşankirin. Nêrîn hatin parvekirin. Ji wê jî wêdetir rêyên çareseriyê hatin vegotin. Hate ragihandin ku divê fikir derbasî pratîkê bibe. Li ser vê bingehê qala Tifaqa Komara Demokratîk, Tevgera Komara Demokratîk hate kirin. Em di wê baweriyê de ne ku pêşketinên bi vî rengî wê ji wê konferansê derkevin. Bi rastî jî di sedsala duyemîn de veguherîna Komarê şert e. Eger Komara Tirkiyeyê ji aliyê demokratîk ve veneguhere di sedsala duyemîn de nikare bimîne. Divê her kes vê zanibe, qebûl bike. Divê neyê gotin ku weke sed sala yekemîn em ê dewam bikin. Bi gelek zor û zehmetiyan hat heta niha.

TENÊ DEMOKRATÎKBÛN DIKARE CIVAKA TIRKIYEYÊ BIGIHÎNE PAŞEROJÊ

Di mercên heyî yên cîhanê, mercên şer ê herêmê de qala pirsgirêka mayindebûnê tê kirin. Naxwazim van dubare bikim, lê belê tenê demokratîkbûn dikare civaka Tirkiyeyê bigihîne paşerojê. Wê Tirkiyeyê nû bike, di nava êrişan de li ser piyan bihêle, biparêze û bimeşîne. Ji ber vê jî demokratîkbûn, veguherîna demokratîk divê. Komara neteweperest, laîk a CHP’ê hebû. Dema destpêkê bi vî rengî derbas bû. Niha Komara neteweperest olperest a AKP’ê heye. Ev feraset êdî derbas bû. Neteweperestiya laîk jî, neteweperestiya olî jî dema xwe tijî kirine. Êdî demokratîkbûn divê. Divê hemû pêl demokratîk bibin. Neteweperestî jî divê demokratîk bibe. Sosyalîzm jî divê demokratîk bibe. Demokrasiya civakî ji xwe divê xwe pênase bike. Îslam jî divê demokratîk bibe. Tenê mejiyê demokratîk dikare van îdeolojiyan dewam bike, nRû bike, bike yek. Tenê di nava atmosfera siyaseta demokratîk de ev dikarein bi hev re welêt, civakê bi rê ve bibin.

Di vê çarçoveyê de Konferansa Îslama Demokratîk a li Amedê gelekî hêja bû. Cewhera demokratîk a Îslamê li ser bingeha Peymana Medîneyê hate destnîşankirin. Me hewl da bişopînin. Li ser vê bingehê hate ragihandin ku Îslameke ji dewlet û desthilatdariyê dûrketî, Îslameke girêdayî civakê, Îslama demokratîk hêza bingehîn a civaka demokratîk e. Gelekî girîng û bi wate bû. Bi vî rengî di nîqaşan de hate nîşandan ku di avakirinan civaka demokratîk de nêzîkatiya demokratîk a li ol çiqasî girîng e, bi wate ye û demokratîkbûna hemû olan çiqasî pêwîst e. Nîşan da ku civaka demokratîk bi çi rengî dikare bê afirandin. Hem veguherîna demokratîk a komarê hem jî birêxistinbûna civaka demokratîk mercên pêkhatina entegrasyona demokratîk nîşanî me dide. Eger komara demokratîk û avakirina civaka demokratîk pêk were, entegrasyona demokratîk tenê di nava van de dikare bibe.

Ji bo entegrasyona demokratîk pêwîstî bi komara demokratîk û civaka demokratîk heye. Bi vê konferansê re ev yek hate nîşandan. Divê ev dewam bikin, nîqaş bêne kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşî li van nîqaşan vekir. Zimanê wan vebû, astengî, qedexe ji holê rabûn. Rewşenbîr diaxivin, derdorên Îslamî diaxivin, ciwan diaxivin, jin diaxivin. Bê navber civîn, nîqaş têne kirin. Li paşeroja Tirkiyeyê digerin. Li paşeroja Kurdan digerin. Ji vê baştir nabe. Ya ku divê bibe ev e. Mînaka herî şênber a ku em nîşanî wan derdoran bidin ên ku timî bi neyînî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinihêrin ev e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe. Li ser bingeha pêşîvekirinê dimeşe. Pêşketinan diafifrîne û dimeşe. Zziman vebû, hêvî da, bawerî da mirovan. Mirov diaxivin, bi hêvî li paşerojê dinihêrin, baweriyê bi xwe tînin. Ev gelekî girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê têkoşîn wê hîn mezin bibe, bi pêş bikeve û belav bibe.

Bang li her kesî dikim ku li ser bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin û bi serketî bi cih bînin. Jİ xwe ev ji me re dihate gotin: Têkoşîna çekdarî dibe asteeng. Me jî sekinand, de fermo. Li ser bingeha siyaseta demokratîk bila her kes wezîfeya xwe bike. Ya rast di wê çalakiya şewitandina çekan de dema ku envantera çekan ji berpirsyarê ÎHD’ê re hate dayin, daxuyaniyên baş kirin. Gotin, ‘Ne tenê lîste dan me; wezîfe û berpirsyarî jî dan me’. Gotin, ‘Vaye berpirsyariya siyaseta demokratîk, têkoşîna siyasî ya we ye, em radestî we dikin’. Daxuyaniyeke rast bû, fêhmkirineke rast bû. Wê demê bila pêwîstiyên wê bi cih bêne anîn. Em wekî din çi bibêjin? Divê her kes li ser vê bingehê nêzîk bibe, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê di pratîkê de bi serketî bi cih bînin.

Dema ku pêvajoyê destpê kir, hate gotin ku divê aliyekî sêyemîn hebe, nîqaşeke bi vî rengî hebû. Di rapora Parlamenta Ewropayê de jî qala vê yekê tê kirin. Tê gotin ku dikare bibe navbeynkar. Her wiha ji Elmanyayê jî daxuyaniyên bi vî rengî hat. Li ser hebûna aliyekî sêyemîn gelo nêrîna we çi ye? Pêwîstî bi aliyekî sêyemîn ji bo pêvajoyê heye?

Belê, daxwazên bi vî rengî hene û dema dawiyê zêdetir bû. Pêvajoyê pêşî li wê jî vekir. Lewma ev bandoreke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Konferans têne lidarxistin, meş pêk tên. Li hundir û derve rewşenbîr, akademîsyen, her kes tevlî têkoşînê dibin. Ev hemû berhemên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Niha bangên bi vî rengî ıhatin kirin. Herhal ev dîtin. Ev kar dimeşe, wê hinek bimeşîne. Em i derve nemînin. Reflekseke bi vî rengî derkete holê. Tiştên bi vî rengî hene. Helwesta Wezareta Karên Derve ya Elman li rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate weşandin. Peymanek beriya 30 salan, di sala 1996’an de bi Rêber Apo re hate îmzekirin, metna wê weşandin. Bang hebû, daxwaz hebû. Bi gotina, bila bibe navbeynkar, pêvajoya aştî û çareseriyê bi pêş bikeve. Rêber Apo ji wê demê ve dixebitî. Ev ne pêvajoyeke ku niha destpê kiriye. Pêvajoyeke ji 30-35 salan e. Piştî ku ew hate weşandin û pirsên bi vî rengî hate kirin, Wezareta Karên Derve ya Elman bang kir. Got, eger daxwaz bê kirin em ê piştgiriyê bidin, bibin navbeynkar. Parlamenta Ewropayê jî heman tişt got. Saziyên cuda jî hene. Saziyên ku dewletên Ewropayê eleqedar dikin. Li Ewropayê meyleke bi vî rengî heye.

Em ji bo vê çi bibêjin? Em ne li dijî tiştên bi vî rengî ne. Dikare bibe, em nabin asteng. Lê tenê bi daxwaza me nabe. Tiştên bi vî rengî bi esasî bi helwesta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Divê bi wir re eleqedar bibin. Bangên wan ji wir re be. Em spasiya her kesî dikin ên ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hewl didin. Em her hewldanê hêja dibînin. Bi wate dibînin û qîmetê didin her hewldanê. Lê belê tenê bi daxwaza me ev mijar nabe. Divê aliyê hember jî bike, Tirkiye bike. Lê di vir de vê bibêjim. Eger Tirkiye bê nuqteya ku vê daxwazê bike, ji xwe pêwîstî wê bi xwestinê nemîne. Wê bi xwe pirsgirêkê çareser bike. Pirsgirêk gihîştina Tirkiyeyê ya li vê nuqteyê ye. Eger Tirkiye çareseriyê bike ne pêwîstî bi Parlamenta Ewropayê ne bi dewleta Elman, ne jî bi cihekî din dimîne. Mesele ew e ku dema nehat polîtîka û feraseta çareseriyê polîtîka û feraseteke bi vî rengî bê afirandin, hewldaneke bi vî rengî bê kirin. Naxwe wateyeke xwe nîne ku bê gotin, çareserî dibe ez jî tevlî bibim.

Ji ber vê dikare ji Tirkiyeyê bê xwestin. Ne tenê ji Tirkiyeyê bixwazin. Eger bi rastî jî ji van baawer dike, divê têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin. Di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re divê qala van bikin. Divê qala pirsgirêka çandê bikin, pirsgirêka demokrasiyê bikin. Gelek têkilî û tifaqên xwe hene. Tirkiye ne li derveyî Ewropayê ye, bi her tiştên xwe bi Ewropayê dimeşe. Bi rêveberiya heyî re bi hêsanî dixebitin. Lê belê eger bi rastî jî dixwazin hin tiştan bikin, dikarin niha bikin. Lê welê nakin. Wê çi bibe, Tiriye wê bibêje ez vî karî dikim, hûn jî werin tevlî bibin? Ji xwe bi xwe dike. Wateyeke wê nîne. Lewma bangên Ewropayê hevgirtî nînin. Divê hîn bi bandor têbikoşin. Ji xwe Ewropa ji vê meseleyê berpirsyar e. Ewropayê ev mesele afirand. Îngilistan û Fransayê afirand. Li ser Tirkiyeyê, Îranê, filan û bêvan hişt. Lê belê yên ku bi esasî afirandin ew in. Em bi vê zanin. Wekî din, Rêber Apo ji sînorê Elman vegerandin û şandin Îmraliyê. Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D’Alema çû Elmanyayê, çû Fransayê. Got, em konferansa Kurd lidar bixin, dema ku Rêber Apo li Romayê bû. Elmanya jî Fransa jî ev red kirin wê demê. Qebûl nekirin. Eger qebûl bikira wê pêvajoyeke bi vî rengî rû nedabûya. Ewropa wê di çareseriyê de bi bandor bûya.

EWROPAYÊ EV PIRSGIRÊK AFIRAND, DIVÊ BI BERPIRSYARIYA ÇARESERIYA WÊ RABE

Rêber Apo bi çûyîna Romayê re ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd înîsiyatîf ji Ewropayê re amade kir, ava kir. Li ser sifreya zêrîn derfetek pêşkêş kir. Lê red kirin. Elmanyayê biryara girtina Rêber Apo da. Bi esasî diviyabû ji Romayê bigirta û bibira Elmanyayê. Piştî ku Rêber Apo daket Romayê biryara girtinê tavilê rakirin. Qedexeya ketina Elmanyayê danîn. Weke mirovê nayê xwestin îlan kirin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê divê van jî bixe rojevê, zanibe, lêkolîn bike. Gelo têkildarî van nirxandineke xwe heye? Xwerexnekirinek heye? Lêborînê dixwaze ji ber van kiryarên xwe? Berê çawa nêzîk bûn? Derdorên bi vî rengî piştî ku helwestek bi vî rengî nîşandan û gotin em ê piştgiriyê bidin, Rêber Apo ev ji wan re gotibû; ‘Bila nebin si, em tiştekî din ji wan naxwazin’. Hema bibêje me gihîştine wê pozîsyonê ku heman tiştî bibêjin. Ji ber vê jî pênaseya ‘Eger daxwaz bê kirin em bê bikin’ pênaseyeke rast nîne. Dixwazim wê vebêjim. Ev nêzîkatî divê biguhere.

Eger bi rastî jî dixwazin bibin alîkar, piştevan, eger bi rastî jî dixwazin ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd re bibin alîkar hingî gelek firsend û derfet li ber destê wan hene. Bi gelek rê û rêbazan dikarin bikin. Yê bixwaze bike wê bike. Ji ber ku zêde naxwazin tiştên bi vî rengî dibêjin. Lewma em hevgirtî nabînin. Divê hîn hevgirtî bin. Hatiye vê nuqteyê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vê astê de ye. Ewropayê ji Tirkiyeyê bêhtir ji PKK’ê re digot rêxistina terorê ye û êriş dikir. Vaye PKK’ê xwe fesix kir, ji holê rakir. Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekê nirxandineke çawa kir? Li ser vê bingehê kîjan nêzîkatiyan nîşan didin, kîjan biryaran didin, wê çi bikin? Em zêde tiştekî nabînin. Li benda Tirkiyeyê ne. Piştî ku Tiriye bike wê bibêjim em dikin. Ya ku Tirkiye dike wê qebûl bikin. Piştî ku Tirkiyeyê kir, ma wê çi pêwîstî bi Ewropayê bimîne? Ya girîng ew e ku dema nehat kirin kar bê kirin, ji bo vê hewl bê dayin. Jİ ber vê yekê pêwîste cidî û rast bin. Divê hewldanên xwe hîn zêde bikin.

Ne ku li benda banga hinekan bimîne, divê Ewropa bi berpirsyariya çareserkirina vê pirsgirêkê rabe ku bi xwe afirandiye. Divê dest ji polîtîkaya berjewendiya di ser Kurdan re berde. Hîn jî hewl dide ji aliyê aborî, bazirganiyê ve berjewendiyê jê werbigire. Ne ku em bi vê nizanin. Li Rojava komek Kurd hene, xwe dane ser pişta wan. Hewl didin li ser Kurdan qezencê bi dest bixin. Qala vebûna dîplomatîk dikin. Ma em nizanin bê çi ye? Rêber Apo ji bo vê polîtîkayê got ‘Ji kîvroşk re dibêjin bireve, ji tajî re jî dibêje bigire’. Divê yekîtiya Ewropa dest ji vê polîtîkayê berde. Bi rastî jî divê xwedî li nirxên demokratîk derkeve. Divê bi pîvan û nirxên demokratîk nêzî Kurdan bibe.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin
Nûçeya Pişt re Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Merasîma bîranîna rojnamevan Tara û Behadîn: Em ê rêya wan bişopînin

Kompanya Çetir ku peyam ji bo merasîma bîranînê ya bi boneya yekemîn salvegera şehadeta rojnamevan…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Pêwîstî çima bi komunan heye?

Rêber Apo diyar dike ku rêxistiniya komunê rêxistiniya dema nû ye û divê ev yek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?