Di herikîna dîrokê de hin bajar ne tenê weke navendên cografî man, di heman demê de weke warê têkoşîna civakî û berxwedanê hatin bîranîn. Ji Havana heta bi Stalingradê, ji Chiapasê heta bi Kobanê ev bajar di dîroka têkoşînê ya gelan de bûn xwedî cihekî xweser.
Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de jî bajar ji aliyê berxwedanê ve xwedî cihekî taybet in. Hin bajar bi serhildanên girseyî, hinek jî bi şoreşgerên xwe yên gihandî derketin pêş. Stenbol jî yek ji wan bajaran bû ku xwedî van herdu taybetmendiyan bû.
Stenbolê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de salên dûr û dirêj bû qada berxwedan û çalakiyên girseyî. Serhildanên Newrozê, çalakiyên zanîngehê, protestoyên li dijî komploya navneteweyî, berxwedana Kobanê û Rojava, çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Welatparêz (YDG-H) ên navbera salên 2013-2016’an, serdemên girîng ên dîroka vî bajarî bûn.
Wateya Stenbolê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd ne tenê bi çalakiyên girseyî ma. Bajar bi gelek şoreşgeran hate bîranîn ku beşdarî nava refên tevgerê bû. Nêzî 120 cangoriyên ku di lîsteya şehîdên dema dawî ji aliyê HPG’ê ve şehadeta wan hate ragihandin, ew şoreşger bûn ku ji Stenbolê tevlî bûbûn.
Yek ji van jî Egîd Tolhildan (Yoldaş Anik) bû.
ZAROKEKÎ KU BI BERXWEDANÊ MEZIN BÛ
Egîd ku li ber temenê xwe yê biçûk berê xwe da berxwedanê, li nava malbateke xizan ji dayik bû. Di salên 1990’î de ku li dijî gelê Kurd êrişên di asta komkujiyê de hatin kirin û berxwedanên mezin hate nîşandan, dema ku li Kurdistanê gund bi zorê hatin şewitandin û valakirin, malbata wî hat Stenbolê. Egîd li taxeke xizan a Stenbolê mezin bû, li vê derê bû xwedî hişê welatparêziyê.
Ji aliyekî ve ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike xebitî, li aliyê din jî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê ji bîr nekir, li hemberî zext û êrişên komkujiyê yên li ser gelê xwe tevlî berxwedanê bû. Ne malbata xwe bi tenê hişt ne jî dest ji berxwedanê berda.
Dema ku êrişên qirkirinê li Kurdistanê dihatin kirin û êrişên li ser Rojava zêde bûn, Egîd li Stenbolê di nava karên ciwanan de bû. Li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojava di nava berxwedanê de bû. Egîd di demekê de ku berxwedana xwerêveberiyê hebû û êrişên komkujiyê yên li ser Rojava zêde bû berê xwe da çiyê.
‘DI HEVÎRÊ WÎ DE BERXWEDAN HEBÛ’
Dema ku em ber bi mala Egîd ve bi rê ket, em ketin taxekê ku di salên 1990’î de ava bû û nasnameya welatparêzî, nasnameya Kurdîtiyê hîn diparêze. Dema ku me pirsî ku em dixwazin biçin mala Egîd, em hîn bûn ku li taxê gelek kes Egîd nas dikin. Her kesên ku me pê re sohbet kir dibêjin ku di hevîrê Egîd de berxwedan hebû.
‘TÊ BINÇAVKIRIN Û DEMA TÊ BERDAN NASEKINE’
Egîd di jiyana xwe de partî û gerîla her tim da pêş û piştî ku demekê karê boyaxkirina pêlavan kir, li atolyeyeke tekstîlê dest bi kar kir. Dayika Suphiye piştre qala wî kir “Bi qasî ku min didît zêde tiştek nedikir. Diçû dibistanê. Dema diçû dibistanê ji ber ku min destmal dida serê xwe ji min re digot ‘Neyê’, fedî dikir. Me li gel pismamên xwe malek çêkir. Piştre jî em ji wir hatin vir. Me li Karayollari mala xwe bi xwe çêkir. Zarokên min diçûn karê boyaxkirinê û dihatin. Me bi wê xwarina xwe çêdikir. Yoldaş ji têkoşînê hez dikir, di nava partiyê de bû. Êvarê hişyar dibûm min dinihêrî li ser kompûterê li dîmenên partiyê dinihêre. Piştre jî tevlî nava partiyê bû.
Diçû çalakiyê. Polîsan her roj diavêtin ser mala me. Li Yoldaş dipirsîn, Yoldaş xwestin. Min ew hişyar dikir û jê re digot, ‘Kurê min netirse. Wê îfadeya te bigirin û berdin, tu yê vegere malê’. Piştî ku hate berdan bavê wî ew anî malê. Dîsa nedisekinî, diçû çalakiyan. Min jî digot, ‘Wê te bigirin, te bernedin’. Piştî komkujiya li Enqereyê derket û çû. Me êdî ew nedît.”
‘PEREYÊ KU LI CIHÊ LÊ DIXEBITÎ WERGIRT, DA ME Û ÇÛ’
Egîd ku piştî biryara tevlîbûna li nava refên partiyê da, beriya tevlî bibe li malbata xwe fikirî, bi zor û zehmetiyên wan ên madî zanîbû û beriya biçe herî dawî bi dayika xwe re axivî. Maeşê ji cihê dixebitî wergirtî da dayika xwe û berê xwe da nava refên partiyê.
Dayika Suphiye qala dîtina dawî ya kurê we kir, “Li qatê jêrîn li atolyeya tekstîlê dixebitî. Piştre hat, ji min re got: ‘Dayê min pere wergirt. Ez pereyê xwe hemû didim te’. Min jî got, ‘Nede min. Li qadê jêrîn li dikanê kekê te telefonan difiroşe, bide wî’. Wî jî got, ‘Tu yê heqê av û elektrîkê bide’. Rahiştibû 50 milyonî, yên mayî jî dabû kekê xwe. Piştre jî me êdî ew nedît. Pere dabû kekê xwe û çûbû. piştre jî ji xwe winda bû, em lê geriyan me nedît.
Piştre me di klîba pîrozbahiya Newrozê de dît. Me careke din nedît. Me du caran di televîzyonê de dît, wekî din nedît. Ji xwe me bihîstibû ku çûye.”
Dayika Suphiye têkildarî kurê xwe yê şehîd got, “Em dixwazin serbilind bin. Bila serê dayikên aştiyê, dayikên şehîdan û Apo sax be.”
Dayika Suphiye beriya ku em ji cem wê biçin dibêje, ew gelekî dixwaze gora Egîd bibîne û bi gotina “Bi saya wan bêhn tê ber me” me bi rê dike.

