În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji KCDK-E’yê banga 1’ê Gulanê: Ji bo aştî, azadî û jiyana bi rûmet li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taksîm dorpêçkirî ye: Gelek rê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akin: 1’ê Gulanê wê careke din li Taksîmê vegere!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guterres: Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye-PKK’ê pêşketineke gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Piştî dîlgirtina 32 salan wê Newrozê li derve pîroz bike
Kurdistan

Piştî dîlgirtina 32 salan wê Newrozê li derve pîroz bike

Mûhîttîn Pîrînççîoglû piştî 32 salên li girtîgehê wê Newrozê îsal li derve bi rengekî azad pîroz bike û got, "Ev yek ji bo min hesteke gelekî cuda ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Mûhîttîn Pîrînççîgolû ku piştî 32 salên li girtîgehê di 14’ê Çileyê de hate berdan, wê Newrozê îsal li derve di nava şert û mercên azad de pêşwazî bike.

Mûhîttîn Pîrînççîgolû di sala 1994’an de dema ku xwendekarê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Dîcleyê bû hate girtin û qala wê demê kir: “Di sala 1994’an de li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bûm. Ji ber ku kesekî li hemberî min îfade da, li gel malbata xwe em hatin binçavkirin. Ew dem ji bo me pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Ji ber ku wê demê beşek ji mirovên dihatin binçavkirin dihatin kuştin, beşek jî li binê çavan dihatin kuştin. Lewma hem ji bo me hem jî ji bo malbata me tirs û fikar hebûn. Ez 25 rojan di binê çavan de mam. Min demekê êşkenceyên gelekî giran dît. Piştre jî derketim pêşberî dadgehê, lê belê darizandineke rasteqîn nebû. Navê xwe darizandin bûn lê belê mafê parastinê û hiqûq nebû. Dawiya dawî jî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li min birîn.”

Mûhîttîn Pîrînççîgolû bi bîr xist ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan tê birîn li gorî qanûnê divê piştî 30 salan bi şert bêne berdan, lê belê bi guhertinên piştre hatin kirin re ev dem hate dirêjkirin û ev pêvajo heta 36 salan hate dirêjkirin.

Pîrîınççîoglû got, “Gelek hevalên me ji ber vê yekê li gel ku ceza temam bûye jî nehatin berdan. Hinek 33 salan, hinek jî 34 salan li girtîgehê hatin hiştin. Li gel ku cezayê wan qediya ye jî bi hincetên kêfî nehatin berdan. Ez jî 32 salan li girtîgehê mam û beriya du mehan hatim berdan.”

NEWROZA LI ZINDANAN

Pîrînççîoglû anî ziman ku li girtîgehan Newroz her tim xwedî wateyeke taybet bû û qala pîrozbahiyên xwe yên dema derbasbûyî kir: “Salên destpêkê koxûş gelekî qelebali bû; em 30-40 kes bi hev re diman. Jİ ber vê jî derfetên me zêde bûn ku ji bo rojên neteweyî yên weke Newrozê amadekariyan bikin. Komekê govend amade dikir, şano amade dikir, helbest dixwend. Bi rengekî sembolîk agir dihate dadan û govend li dora agir dihate gerandin. Atmosfera li derve li hundir jî hebû. Ji xwe li girtîgehê bi rêk û pêk dihate pîrozkirin. Ji ber ku li derve gelek caran Newroz dihate qedexekirin, mirov dihatin binçavkirin, destwerdan dibû. Lê belê li girtîgehê me bi derfetên xwe ev ruh diparast.

Salên dawî ji ber tecrîda giran pîrozbahî weke berê girseyî nedibû. Em bibêjin hûn sê kes bi hev re ne, hûn ê şanoyê bikin, wê kî bibîne? Lê belê dîsa jî helbest dihate xwendin, bi sembolîk jî be govend dihate gerandin, li gorî derfetan dihate kirin. Newroz ji bo me ne tenê rojek e, her roj Newroz e. Ya girîng parastina wî ruhî ye.”

‘ÎSAL EZ Ê NEWROZÊ BI RENGEKÎ AZAD PÊŞWAZÎ BIKIM’

Pîrînççîoglû destnîşan kir ku ji bo wî wateyeke gelekî taybet e ku îsal Newrozê bi rengekî azad pêşwazî bike û got, “Di sala 1994’an de ew bi kîjan kelecanê tevlî Newrozê dibûm, îro jî xwedî heman hestê me. Niha li derve me û Newroz gelekî nêz e. Bêguman kelecaneke gelekî mezin heye. Newroza ku min bi salan li zindanê pîroz dikin, îsal ez ê bi rengekî azad pîroz bikim. Lê belê dikarim vê bibêjim; sal jî derbas bibin ruhê têkoşînê bi mirovan re winda nabe. Ew roh weke berê dewam dike. Ji niha ve Newrozê li her kesî pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’
Nûçeya Pişt re Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed: Serdana Bendava Tişrînê ji bo Sûriyeya nû gaveke girîng e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê pêkan e

MSD’ê bi wesîleya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye’

Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson anî ziman ku rakirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?