Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çalakiyên 8’ê Adarê: Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe
Jin

Çalakiyên 8’ê Adarê: Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew ji bo bibin dengê jinan li kolanan e û got, “Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe. Em jin dê di serdema nû de jî têkoşîna xwe mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Jinên ku xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade dikin, li gelek bajaran çalakî li dar xistin û banga mezinkirina têkoşînê dan. 

ÎZMÎR

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi cilûbergên herêmî yên ji hêla Kooperatîfa Jinan a Tohumê ve hatine amadekirin, li Qada Geştê ya Sarniçê defîle li dar xistin. Beriya defîleyê daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de pankarta “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye, meşa me ber bi azadiyê ve ye” hate hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Rûken Yilmaz ve û ya bi Tirkî ji hêla Ayşenûr Eker ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî polîtîkayên zayendperest, neteweperest û olperestî yên alternatîfa jinan jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin e. Hat gotin ku jin motîvasyona xwe di şexsê Cîhan Bîlgîn de ji Şoreşa Jinan a Rojava digirin. Hat gotin ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikn û bi tifaqa jinan jiyanê ronî bikin. 

Piştî daxuyaniyê jî defîle hate lidarxistin. Piştî defîleyê, jinan li ber defê govend gerandin. 

STENBOL

TJA’yî ji bo starta 8’ê Adarê li Tunela Taksîmê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatin gel hev. Jinên ku dixwestin ber bi qadê ve bimeşin, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin lê piştî israra jinan dorpêç hate rakirin. Di çalakiyê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8’ê Adarê” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin berzkirin. Jinên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî tev li çalakiyê bûn, stran gotin, tililî avêtin û govend gerandin. Di çalakiyê de ji bo Hevdîtina Jinan û Meşa Femînîst a Şevê ku dê di 8’ê Adarê de li Taksîmê bê lidarxistin jî bang hate krin. Dayikên Aştiyê, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî tevlî çalakiyê bûn. 

‘NIHA JÎ DORA DEWLETÊ YE’ 

Sebahat Tuncelê di çalakiyê de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got: “Birêz Ocalan bang li dewletê, gelên cîhanê û gelê Kurdistanê kir. Niha jî dora dewletê ye. Lê dewlet berîqetan didane pêşiya me û nahêle jin lihev bicivin. Ma heta pêşiya azadiya xwedîfadekirinê û raman neyê vekirin dê Tirkiye çawa demokratîk bibe? Yên berîqetan nadeynin pêşiya kujeran, li ber jinan didanin.” 

Parlamenter Çîçek Otlu jî got ku dê herî zêde bi têkoşîna jinan aştî bê.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew ji bo bibin dengê jinan li kolanan e û got: “Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe. Lewma tu wateya berîqetên we danîne tune ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku 26 sal in di tecrîd û êşkenceyê de ye, di 27’ê Sibatê de bangek kir. Em dizanin ku berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê jinan. Em jin dê di serdema nû de jî têkoşîna xwe mezin bikin.” 

Piştî axaftinan, jinan çalakiya xwe bi dirûşm û govendê bi dawî kirin. 

DÎLOK

Meclisa Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de komxebata bi sernavê “Malbat, polîtîkayên bedenê û newekheviya zayenda civakî” ku di rojan domiya îro bi dawî kir. Gelek jin tev li komxebata li eywana konferansan a hotêleke li navçeya Mezmaxor a Dîlokê hat lidarxistin bûn. Li eywana komxebatê pankarta “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî sînorên mêrê serdest, kedxwariya kapîtalîst em têkoşîna ked û azadiyê mezin dikin” û Di rabûrdiyê de şopa me di pêşerojê de gotina me heye” hatin hilayîstin. 

Komxebat, bi pêşkeşiya Candan Dumrul a bi sernavê “Tundî, mobbîng û cihêkariya li dijî jinan û têkoşîna hiqûqî” dest pê kir. Candan Dumrul pirsgirêkên jinên di qada cemaweriyê de dixebitin û sendîkayî axivî û got: “Mobbîng, b guherandina şêwazê xebatê ya îktîdarê re şêwaza xw diguherîne.” 

AMED 

Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Amedê jî didomin. Jinan bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) û Koma Duçerxeyê ya Jinan a Amedê li pêş 2’yemîn Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê kom bûn û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Jinan pankarta “Biharê jî Azadiyê ji yê jin bînin” hilgirtin. Jinan, beriya çalakiyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbay axivî û got: “Em jin li pişt daxwazê aştiyê ne. Ji bo azadiyê em ê her tim di nav têkoşînê de bin. Banga aştiyê hebe jin jî ji bo wê bangê mezin bikin dê li ber xwe bidin. Em ê di 8’ê Adarê de li her qadan banga jinan bilind bikin.” 

Piştî axaftinê, Jin li pêş 2’yemîn Şaxa Egîtîm Senê kom bûn û heta Qada Şêx Seîd duçerxe ajotin. Çalakî, li Qada Şêx Seîd bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SYKP-Swîsre di salvegera damezrandinê de merasîma piştevaniyê lidar xist
Nûçeya Pişt re Berxwedêrên Tişrînê fitarê xwe vedikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li DYE’yê bahoz: Herî kêm 63 kes mirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber bahoza ku bandoreke giran li rojhilat û…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari bang li Enqereyê kir ku serdana Rojava bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransa li ber gefa Îsraîlê rabû: Kes nikare helwesta xwe li ser me ferz bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku kiryarên Netanyahû yên li Xezeyê 'cihê şermê' ne.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?