Mûhîttîn Pîrînççîgolû ku piştî 32 salên li girtîgehê di 14’ê Çileyê de hate berdan, wê Newrozê îsal li derve di nava şert û mercên azad de pêşwazî bike.
Mûhîttîn Pîrînççîgolû di sala 1994’an de dema ku xwendekarê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Dîcleyê bû hate girtin û qala wê demê kir: “Di sala 1994’an de li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bûm. Ji ber ku kesekî li hemberî min îfade da, li gel malbata xwe em hatin binçavkirin. Ew dem ji bo me pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Ji ber ku wê demê beşek ji mirovên dihatin binçavkirin dihatin kuştin, beşek jî li binê çavan dihatin kuştin. Lewma hem ji bo me hem jî ji bo malbata me tirs û fikar hebûn. Ez 25 rojan di binê çavan de mam. Min demekê êşkenceyên gelekî giran dît. Piştre jî derketim pêşberî dadgehê, lê belê darizandineke rasteqîn nebû. Navê xwe darizandin bûn lê belê mafê parastinê û hiqûq nebû. Dawiya dawî jî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li min birîn.”
Mûhîttîn Pîrînççîgolû bi bîr xist ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan tê birîn li gorî qanûnê divê piştî 30 salan bi şert bêne berdan, lê belê bi guhertinên piştre hatin kirin re ev dem hate dirêjkirin û ev pêvajo heta 36 salan hate dirêjkirin.
Pîrîınççîoglû got, “Gelek hevalên me ji ber vê yekê li gel ku ceza temam bûye jî nehatin berdan. Hinek 33 salan, hinek jî 34 salan li girtîgehê hatin hiştin. Li gel ku cezayê wan qediya ye jî bi hincetên kêfî nehatin berdan. Ez jî 32 salan li girtîgehê mam û beriya du mehan hatim berdan.”
NEWROZA LI ZINDANAN
Pîrînççîoglû anî ziman ku li girtîgehan Newroz her tim xwedî wateyeke taybet bû û qala pîrozbahiyên xwe yên dema derbasbûyî kir: “Salên destpêkê koxûş gelekî qelebali bû; em 30-40 kes bi hev re diman. Jİ ber vê jî derfetên me zêde bûn ku ji bo rojên neteweyî yên weke Newrozê amadekariyan bikin. Komekê govend amade dikir, şano amade dikir, helbest dixwend. Bi rengekî sembolîk agir dihate dadan û govend li dora agir dihate gerandin. Atmosfera li derve li hundir jî hebû. Ji xwe li girtîgehê bi rêk û pêk dihate pîrozkirin. Ji ber ku li derve gelek caran Newroz dihate qedexekirin, mirov dihatin binçavkirin, destwerdan dibû. Lê belê li girtîgehê me bi derfetên xwe ev ruh diparast.
Salên dawî ji ber tecrîda giran pîrozbahî weke berê girseyî nedibû. Em bibêjin hûn sê kes bi hev re ne, hûn ê şanoyê bikin, wê kî bibîne? Lê belê dîsa jî helbest dihate xwendin, bi sembolîk jî be govend dihate gerandin, li gorî derfetan dihate kirin. Newroz ji bo me ne tenê rojek e, her roj Newroz e. Ya girîng parastina wî ruhî ye.”
‘ÎSAL EZ Ê NEWROZÊ BI RENGEKÎ AZAD PÊŞWAZÎ BIKIM’
Pîrînççîoglû destnîşan kir ku ji bo wî wateyeke gelekî taybet e ku îsal Newrozê bi rengekî azad pêşwazî bike û got, “Di sala 1994’an de ew bi kîjan kelecanê tevlî Newrozê dibûm, îro jî xwedî heman hestê me. Niha li derve me û Newroz gelekî nêz e. Bêguman kelecaneke gelekî mezin heye. Newroza ku min bi salan li zindanê pîroz dikin, îsal ez ê bi rengekî azad pîroz bikim. Lê belê dikarim vê bibêjim; sal jî derbas bibin ruhê têkoşînê bi mirovan re winda nabe. Ew roh weke berê dewam dike. Ji niha ve Newrozê li her kesî pîroz dikim.”

