Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’
Rojane

‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

Nivîskar Mahîr Ergun destnîşan kir ku Rêber Apo bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê nêzî Engels bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yek ji mijarên ku di manîfestoya Rêber Apo de herî zêde tê nîqaşkirin, destpêkirina dîrokê ji şerê navbera dewlet û komunê ye. Ev mijara ku bi taybetî li nava derdorên sosyalîst gelekî tê nîqaşkirin, di dema êrişên dawî yên li ser Rojava de bi rengê “Paradîgmaya Ocalan hilweşiya” kete rojevê. Nivîskar Mahîr Ergun anî ziman ku komun têkoşîna mayina li jiyanê ye, bingeha sosyalîzmê ye û mijar nirxand.

Mahîr Ergun bi bîr xist ku beşa destpêkê ya Manîfestoya Partiya Komunîst bi vê gotinê destpê dike “Dîroka heta roja îro ya hemû civakan ji bilî dîroka têkoşînên çînî ne tiştekî cuda ye” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev hevok bi demê re veguherî feraseta dîrokê ya sosyalîzma Marksîst. Bi vî rengî sivik dike; weke ku ji bilî têkoşîna çînî di dîrokê de tiştekî din nîne. Halbûkî esasê meseleyê ev e; ev yek hevoka manîfestoyekê ye û ji manîfestoyan jî nayê hêvîkirin ku encamên lêkolînên dîroka civakî ragihînin; ji wê wêdetir balkêşbûn jê tê hêvîkirin. Hevokeke bi vî rengî balkêş e, lê belê bi temamî rasteqîn nîne. Pirsgirêk ew e ku ev hevok weke mifteya dîrokê tê bikaranîn Manîfesto di sala 1848’an de hate weşandin; ji hingî ve beşeke mezin a sosyalîstên Marksîst şaşitiyên bi vî rengî dikin. Hin hevok ji nava berhemên bingehîn ên Marksîzmê têne derxistin weke baweriyekê ji xwe re diafirînin. Lewma kêm dimîne, şaş dibe û dike ku şaşitiyê bike.

Diyar e ku Engels jî ev dîtiye ku di çapa Îngîlîzî ya 1888’an a manîfestoyê de noteke bi vî rengî daniye ‘Em bibêjin dîroka nivîskî wê baştir bibe’. Di vê notê de qala girîngiya komunan a di dîroka nenivîsandî de tê kirin. Yanî li gorî Engels ‘dîroka mirovahiyê’ tenê ji têkoşîna çînî pêk nayê; dîroka nivîsandî tenê ji têkoşîna çînî pêk tê. Beriya vê jî komun heye.”

Mahîr Ergun diyar kir ku gotina ‘Dîrok ji têkoşîna çînî pêk tê’ baweriyeke sar e û ev bawerî jî ji aliyê têkoşînên siyasî ve kêrhatî nîne û got, “Lewma hem ji aliyê rast hem jî ji aliyê çep ve gelek rexne li vê gotinê hatiye kirin. Mînak di pirtûka ‘Civak li dijî dewletê’ de ya Pierre Clastres ku di sala 1974’an de hate weşandin, tê gotin ku dîroka ‘gelên bê dîrok’ dîroka têkoşîna li dijî dewletê ye.

Ocalan jî di ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de destnîşan dike ku gelekî şaş e ku dîrok tenê weke dîroka têkoşîna çînî bê dîtin. Dibêje ev pênase gelekî kêm dimîne; dibe ku modernîteya kapîtalîst vebêje lê belê nikare dîroka tevahiya mirovahiyê îfade bike. Lewma ne dûrî Engels e ku digot, ‘Em bibêjin dîroka nivîskî; têkoşîna çînî nikare weke tevahiya dîroka mirovahiyê bê nîşandan’. Li gorî Ocalan dîrok bi esasî şerê çînan nîne, şerê navbera komunalîte û şaristaniya dewletî ye.”

Nivîskar Mahîr Ergun destnîşan kir ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de komun esas e û got, “Lewma li şûna çîn-çîn dibêje komun-dewlet. Ev yek jî gotineke balkêş û diyarker e, kêrhatî ye.”

Mahîr Ergun ragihand ku naverok û dîroka avaniyên komunal ên li Mezopotamyayê, têkoşîna wan a li dijî dewletê ne weke yên li Ewropa yan jî Bakurê Emerîkayê ye û got, “Avaniyên dewletê yên li van deveran gelekî cuda ye. Rasthatina komunan li dewletê ya li van deveran bi şêweyê gelekî cuda bûye. Mînak li Mezopotamyayê mirov dikare vê pêvajoyê bigihînin heta Neolîtîkê, lê li Bakurê Emerîkayê em qala rabirdûyeke ji çend sed salî dikin. Civakên li vê derê bi deh hezaran salî têkiliyên xwe yên komunal parastin e, ji nava wan dewletek derneketine. Van civakan piştî fetha dagirkerên Ewropî dewlet nas kirine.”

Nivîskar Mahîr Ergun li ser vê bingehê destnîşan kir ku komun bingeha rêxistiniya sosyalîzmê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Piştî dîlgirtina 32 salan wê Newrozê li derve pîroz bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Siwêdayê piştgirî da Rojava

Xelkê Siwêdayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Turk ji doza ‘propaganda rêxistinê’ beraat kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê di doza bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' de dihate darizandin, beraat…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

Şervanê Suryanî Elîşêr Koçer ku piştî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê tevlî nava têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?