Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akbay: Wezîfeya bingehîn a ciwanan ew e ku paradîgmaya nû ji civakê re ragihîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlinê Partiya Çep yekemîn e, li Mecklenburg-Vorpommernê AfD’ê li pêş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Doza JITEM’ê ya Qoserê mînakek ji wan cînayetan e ku kiryar tê zanîn lê bêceza tê hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

HPG'ê Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî ku sala 2024'an li Şengalê şehîd bû û got, "Têkoşîna azadiyê ya bêhempa ya 31 salan di asta herî bilind de bi fedaîtî bi şehadetê temam kir û li nava lehengên me yên nemir cihê xwe yê bi rûmet girt."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2026 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlaya şehîd bû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Meşeke şoreşê ya bênavber a 31 salan ku bi hryeta çiyê, bi eşqa bêeman a dîrokê û îradeya qewîn a felsefeya Apoyî afirî… Hevrê Bêrîtan Çelê temenî li ser şopa heqîqetê, fermandareke pêşeng a artêşbûna jinê, zanyareke ku bi kûrahiya xwe ya entelektuel rê da şoreşê, milîtaneke fedaî ya Apoyî ku evîndara azadiyê ya gelê xwe bû. Hevrêya me Bêrîtan meşa xwe ya şoreşê bi dilnizmiyeke mezin, bi zanyariyeke kûr û biryardariyeke qewîn meşand û di 29’ê Sibata 2024’an de li qada Şengalê, dema ku bi rê ketibû ku serdana malbatên şehîdan ê gelê me yê Êzidî bike ku di fermanê de derbas bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî yên pîroz bi cih bîne, di êrişeke hewayî ya dijmin ê dagirker de şehîd bû.

Ew qîrîneke azadiyê bû ku ku li serê çiyayên asê yê Kurdistanê deng veda, bîrdariyeke şoreşê bû ku di şexsê xwe de çalakî û felsefe heland, parêzvaneke serketî ya wêrekî û zanyarek bû. 31 salan her kêliya nefesa xwe diyarî azadiya gelê xwe kir, bi pênûs û çeka xwe şopên kûr li dîroka şoreşa Kurdistanê danî. Hevrê Bêrîtan ruhê berxwedanê yê esîl ê jinên Kurd, sekna fedaî û nasnameya entelektuel gihand asta herî bilind û tevlî karwanê nemiran bû.

Em soz didin ku ala têkoşînê ya şehîdên xwe bilind bikin, bîranînên wan di meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad de dewam bikin û li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Bêrîtan Çelê û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Bêrîtan Çelê
Nav paşnav: Evfa Mîrahmehtoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sabriye-Ubeydullah
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Sibata 2024 / Şengal

Hevrêya me Bêrîtan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku têgihiştina xwe ya Kurdîtiyê xurt û dilsozê nirxên kûr ên civakî bû. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet, zext û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger li cografya Botan û Colemêrgê meşand, malbata ku hevrê Bêrîtan lê mezin bû weke kelehekê bû ku têkiliyên welatparêziyê, ziman û çanda xwe diparast. Hevrêya me li dibistanên sîstema serwer perwerdeya lîseyê bi serketî temam kir û bi pîşeyê mamostetiyê bi berpirsyariya civakî rabû, xwe gihand mejiyên ciwan û wesfa perwerde û hînkirinê hîn di temenê ciwantiyê de bi dest xist. Lê belê ya ku ew lê digeriya jiyaneke li nava sînorên teng ên sîstemê nebû; têkoşîna azadiyê û hebûna gelê Kurd bû ku tine dihate hesibandin, nasname û zimanê wê hatibû qedexekirin.

Hevrêya me Bêrîtan têkoşîna me ya zadiyê di salên avabûnê yên PKK’ê de nas kir, bi taybetî di sala 1983’an de tevlîbûna li nava refên gerîla ya ji derdora xwe ya nêz û civakî, bandoreke mezin lê kir. Bi gurmîniya bêhempa ya Pêngava 15’ê Tbaxa 1984’an re meşaleya gerîla ya ku bi pêşengiya fermandarê me yê efsanewî Egîd-Mahsûm Korkmaz hate pêxistin, li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêl bi pêl belav bû. Ruhê vejînê yê ku têkoşîna gerîla da gel û îradeya hebûnê ji bo hevrê Bêrîtan bû sedem ku çiyê weke navnîşana yekane ya azadiyê û paşeroja bi rûmet bibîne. Di destpêka salên 1990’î de şehadetên gerîla yên li pey hev ên li qada Çelê, sekna milîtanî ya gerîlayên fedaî yên dîl ketin destê dijmin ên li êşkencexaneyan û li dadgehan, helwesta wan a dîrokî ya serî li ber dijmin natewîne, weke ku li nava tevahiya gelê herêmê dengf veda, di dil û mejiyê hevrê Bêrîtan de jî bandoreke mezin kir. Her wiha di vê demê de polîtîkayên şerê taybet, kuştinên kiryar nediyar û zextên ku dijmin li hemberî pêngavên rêxistinbûna gelê me ya bi serhildanan û civakîkirina têkoşînê ya bi komîteyên xwe hate kirin, hêrsa di dilê wê de mezin kir û biryardariya wê ya ji bo tevlîbûnê xurt kir.

Piştî ku milîtanê pêşeng hevrê Şehîd Sadî di sala 1993’an de li qada Çelê diema karê şoreşgerî dikir ji aliyê dijmin ve bi hovane hate şehîdxistin, ev yek ji bo hevrêya me Bêrîtan û ciwanên welatparêz ên ji Çelê bû xaleke dîrokî. Bi têgihiştin û baweriya ku bersiva herî bi wate ya ji bo şehadetê mezinkirina têkoşînê û herikîna nava refên gerîla ye, bi koma 25 ciwanên leheng biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Weke yek ji pêşengên vê koma beşdar a fedaî û girseyî, di sala 1993’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bersiva herî radîkal da dijminê mêtinger. Hevrê Bêrîtan bi vê tevlîbûnê re ku li herêmê gelekî deng veda, ji bo bi nasnameya xwe ya şervanê azadiyê wezîfeya şoreşgeriyê pêk bîne gava destpêkê ya meşa bi heybet a ber bi çiyayên Kurdistanê ve avêt.

Hevrê Bêrîtan li qada Avaşînê beşdarî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê bû û piştî perwerdeya şervanên nû ya ji 25 rojan yekser berê xwe da qada herî dijwar Zagrosan. Di dilê wê de daxwaz û hêviya dîtina Rêbertî, çûyîna Qada Rêbertî û perwerdeya li qada Wî her tim gelekî xurt bû. Lê belê mercên giran ên şer, êrişên dijmin û pêwîstiyên lezgîn ên li qada pratîkî derfet neda ku vê daxwaza xwe bi fîzîkî pêk bîne. Li gel vê yekê jî hevrê Bêrîtan her tim xwe ji aliyê fîzîkî, ruhî û hestewarî ve di her kêliyê de nêzî Rêber Apo dît û hewl da felsefeya azadiyê ya Rêbertî di çalakî, jiyan û kesayetiya xwe de bi xurtî û her kêliyê temsîl bike. Di vê pêvajoya dijwar de ku êrişên giran ên dijmin dihate kirin, li Zagrosan bi fedaîtî têkoşiya û bi rengekî çalak beşdarî gelek çalakiyên dîrokî bû ku li dijî dijmin hatin kirin. Di vê dema dîrokê de ku artêşbûna jinê bi pêş ketibû û hîmên YAJK’ê hatibûn danîn, pêşengî ji pêşketina milîtaniya jinê re kir û kedeke bêhempa da.

Hevrê Bêrîtan ku sala 1996’an derbasî eyaleta Zapê bû, li vê derê karên şoreşgerî bi biryardarî dewam kir. Tecrûbeyên îdeolojîk û leşkerî yên di kêliyên herî germ ên şer de bi dest xist, li qada Zapê bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo şervanên nû bi pêş ve biçin û taktîkên gerîlatiyê bi hostatî bêne bicihanîn û xeta fermandarîbûnê bê bidestxistin, kedeke mezin da. Di sala 1997’an de hevrêya me derbasî qada Qendîlê bû û nêzî 4 salan bê navber li vê qadê têkoşiya. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo û êrişên tasfiyekar û teslîmkar ên hundirîn û derve yên li hemberî Tevgera me li qada Qendîlê pêşwazî kir. Di vê dema zehmet de ku şikestinên dîrokî û pêlên giran ên tasfiyekariyê rû dabûn, ji dilsoziya xwe ya bi Rêberê me û Xeta Şehîdan qet tawîz neda. Berevajî vê yekê li ser wê yekê kûr bû ku çawa karibe bersiva herî xurt bide komploya navneteweyî û tasfiyekariyê, xeta Apoyî çawa dikare bi xurtî biparêze. Bi vî rengî bû keleha xurt a zelaliya rêxistinî û sekna îdeolojîk.

Hevrê Bêrîtan sala 2001’ê li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan beşdarî perwerdeya îdeolojîk bû û perspektîfên dema nû yên Rêber Apo têgihişt. Li dijî meylên tasfiyekar weke parêzvana bêeman a pîvanên Apoyî sekneke zelal nîşan da. Piştî pratîkên li qadên Qendîl û Xakurkê di sala 2005’an de derbasî qada Mexmûrê bû, beşdarî nava karên civakî bû û di rêxistinkirina gelê me yê welatparêz de ku penaber bû lê ji berxwedana xwe tawîz neda; di hembêzkirin û parastina nirxên azadiyê de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrê Bêrîtan sala 2006’an careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya û li qada Qendîlê li Akademiya Şehîd Nûda û Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan di asta herî bilind de perwerdeya îdeolojîk dît. Li ser parêznameyên Rêber Apo yên ‘Parastina Gelekî’ û ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ kûr bû û ji bo têgihiştina Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya jinê gelekî hewl da. Hevrê Bêrîtan di kesayetiya xwe de veguherîneke kesayetiyê û fikrî ya bingehîn pêk anî, teorî kir rêberê pratîkê û bi îdîa û biryardariyeke mezin herikî qada pratîka şoreşgerî.

Hevrê Bêrîtan a ku di sala 2011’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû, bû yek ji kadroyên pêşeng ku bingehên fikrî, rêxistinî û civakî yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava avêtin. Hevrê Bêrîtan heta sala 2014’an li bajaran, kolanan û gundan ji bo rêxistinbûna li Rojava, di avakirina xweparastina jin, ciwan û hemû gel de li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berpirsiyarên dîrokî girtin ser milên xwe. Hevrê Bêrîtan di qezenckirina taybetmendiya mirovî, azadîxwaz û jin-navendî ya Şoreşa Rojava de kedeke mezin raber kir û erka xwe bi serkeftî pêkanî. Paşê dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê û li Akademiya PKK’ê ya Sakîne Cansiz, tevlî perwerdeyê bû. Ezmûnên mezin ên pratîkî û civakî yên ku di pêvajoya Şoreşa Azadî ya Rojava de bi dest xistibûn, di parzûna Apoyî de derbas kirin û ji bo ku bixe xizmeta qadên din ên têkoşînê yên Kurdistanê, ket nav lêhûrbûneke mezin.

Hevrê Bêrîtan piştî perwerdeya xwe qedand, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li vir di gelek qadên cuda de erka şoreşgerî pêkanî û di Komîteya Xebatên Şehîdan de berpirsiyarî girt ser milên xwe. Ji bo hevrê Bêrîtan Xebata Şehîdan ne tenê erkeke rêxistinî bû; ew sedema hebûna şoreşê, îfadeya herî zelal a manewiyet, pîroziyê û hiqûqa hevrêtiyê bû. Girêdana wê ya kûr a bi şehîdan re, lêgerîna wê ya ku bîranîna wan herdem zindî bihêle û zanebûna xwedîderketina rast a li mîrateya wan a têkoşînê ya pîroz, hemû kesayetiya wê ava kiribû. Hevrê Bêrîtan yek bi yek serdana malbatên şehîdan dikir, êşên wan parve dikir û bîranîn û nirxên ku şehîdan li pey xwe hiştibûn mîna emanetên pîroz di hembêza xwe de diparastin. Ji bo ku têkoşîna şehîdan civakî bike, êşa di dilê malbatan de bike şanaziya şoreşgerî û bîranîna şehîdan nemir bike, bi şev û roj xebitî. Manewiyeta bilind a ku vê xebata pîroz anî, sadebûna wê ya Apoyî û hezkirina wê ya hevrêtiyê hê bêtir bilind kir. Bi van xebatan re, ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Kerkûkê heta Garê ezmûnên xwe yên xurt bi gel û hevrêyên xwe re parve kir û di avakirina jiyana azad de kedeke bêmînak raber kir.

Hevrê Bêrîtan di heman demê de rewşenbîreke ku bi eşq û evînê ve girêdayî ziman, nasname, çand û edebiyata Kurdî bû û fedaiyeke ziman û çandê bû. Hevrê Bêrîtan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û qedexekirinê yên dewleta Tirk a dagirker derket û di zimanê Kurdî de xwe di asteke herî bilind de pêş xist. Wê her dem bi Kurdî axivî, fikirî, nîqaş kir, nivîsî û jiya. Hemû not, rojnivîsk, nivîs, bîranîn û pirtûkên ku nivîsîn bi Kurdiyeke sade nivîsîn. Wê dewlemendî, nazikî û hêza vegotinê ya zimanê Kurdî bi edebiyata şoreşgerî re kir yek û di pêşxistin û zindî hiştina edebiyata Kurdî û dîroka me ya têkoşînê de roleke pir diyar û pêşeng lîst. Pênûsa wê di destê wê de li dijî mêtingeriyê bû şûrê îdeolojîk ê herî tûj.

Hevrê Bêrîtan di vê meşa xwe ya şoreşgerî de, zanist û felsefeya Jineolojiyê ne tenê wekî agahiyeke teorîk pejirand; ew di hiş, sekn û di hemû pratîka jiyana xwe de kir bedena zindî û bû milîtana pêşeng a Tevgera Jinên Azad. Wekî nûnera bihêz a nasname û pênase yên PAJK’ê, xeta azadiya jinê ya Apoyî di kesayetiya xwe de gav bi gav da rûniştandin; pîvanên jinên azad di her kêliya jiyanê de bêtawîz nîşan da. Bi van pîvanên îdeolojîk ên kûr, zanebûna bilind a jinê û hezkirina bihêz a hevrêtiyê, li ku derê gav biavêje û di kîjan xebatê de cih bigire renga xwe ya taybet da wê derê; rêgez, wesf û morala şoreşgerî tevlî derdora xwe kir. Hevrêya me ku bi hêza ji sekna jina azad girtî re hem fermandariya xwe hem jî erka xwe ya pêşengiya îdeolojîk-civakî di asteke herî bilind de meşand, bi jiyana xwe hişmendiya azadiyê ya jin-navendî ya Jineolojiyê nîşan da û bû nimûneyeke bijarte ya milîtaniya jinê ya Apoyî.

Ji bo bîranînên ku soza wan dabû şehîdan bike pirtûk û mîrateya wan a têkoşînê nemir bike, hewldaneke mezin nîşan da. Ji bo zindî hiştina bîranîna hevrêya me Şehîd Berwar (Hamdiye Kapan) ku di 24’ê Kanûna 1998’an de li Wanê çalakiyeke fedaî pêk anîbû û gihîştibû şehadetê, dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Tevlî pêvajoyên giran ên pratîkî, pirsgirêkên tenduristiyê û hemû zehmetiyên xebatên şoreşgerî, ti carî ji vê armanca xwe ya pîroz paşve negeriya. Bi kedeke mezin ku bi salan dom kir, bi hesasiyet û bi hezkirineke kûr a hevrêtiyê xebitî û berhema xwe ya bi navê “Xwedawenda Zagrosê” ku ji bo Şehîd Berwar Amed nivîsîbû di 14’ê Çileya 2023’yan de qedand û serbilindiya usûla soza ku dabû şehîd jiya. Ev berhem ne tenê biyografiyek bû; ew destana fedaîtiyê ya gerîlayên jin ku li çiyayên Zagrosê li ber xwe didin bû, berhemek bêmînak ya edebiyata Kurdî û dîroka jinên Apoyî bû.

Hevrêya me Bêrîtan ku meşa xwe ya şoreşgerî ya bê navber a 31 salî bi dilnizmî, zanyariyeke kûr û biryardariyeke xurt meşand di 29’ê Sibata 2024’an de li qada Şengalê, dema ku bi rê ketibû ku serdana malbatên şehîdan ê gelê me yê Êzidî bike ku di fermanê de derbas bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî yên pîroz bi cih bîne, di êrişeke hewayî ya dijmin ê dagirker de şehîd bû. Têkoşîna xwe ya azadiyê ya bêhempa ya 31 salan di asta herî bilind de bi fedaîtî, bi şehadetê temam kir û li nava lehengên me yên nemir de cihê xwe yê bi rûmet girt.

Jiyana têkoşînê ya bi heybet a 31 salan a hevrêya me Bêrîtan ispata herî mezin a wê yekê ye ku fedaiyên Apoyî ne tenê ji aliyê leşkerî û fîzîkî ve, her wiha ji aliyê îdeolojîk, manewî, çandî, wêjeyî û gelek aliyan gelê Kurd diparêzin, nirxan bilind dikin û digihînin paşerojê. Ew keça zane ya Colemêrgê, fermandara jin a qewîn a Zagrosan, pênûsa xurt a wêje û zimanê Kurd, milîtana heqîqî û dilsoz a Rêber Apo bû û bi vî rengî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka me ya şoreşê nivîsî. BîranÎna hevrêya me Bêrîtan, berhemên ku nivîsî, mîrateya wê ya şoreşgerî û sekna wê ya fedaîtî wê di meşa me ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bibe meşaleyek ku qet venamire û xeyalên wê teqez wê bêne biserxistin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Pakistanê êrişa hewayî bir ser Efganistanê: 3 sivîl mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîroka Belûç: Têkoşîna nasnameyê û bandorên metingerî

Gelê Belûç ku bi gelê Kurdistanê re xwedî gelek taybetmendiyên hevpar in, ji sala 1948’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên Efrînê bi hêviya vegera li warê xwe ne

Li gel ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê dijminatiya li dijî Kurdan bi govendê hate protestokirin

Li Riha û navçeyên wê, girtina kesên ji ber gerandina govendê ya li ber stranên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?