Rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê ragihand ku di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Pakistanê de ya li wîlayeta Kunar a li rojhilatê welêt 3 sivîl mirin, 4 jî birîndar bûn.
Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Kunarê Farid Dehqan ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku êriş roja Duşemê saet di 03:30 de li navçeya Nurgalê pêk hat. Farid Dehqan got, “Jetên Pakistanê bomnbardûman kirin. Sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan, çar kes jî birîndar bûn.” Midûriyeta Enformasyonê ya Wîlayeta Kunarê jî piştrast kir ku di êrişê de 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Êrişa hewayî ya Pakistanê piştî êrişa bi çek û bombeyî ya roja Înê ya li ser navendeke polîsan a li bakurê welêt pêk hat. Di êrişa li eyaleta Hayber Pahtunhva de herî kêm 31 kes mirin, polîs jî di nav de 16 kes birîndar bûn.
Komeke xwecihî ya têkildarî Tehreek-î-Talîban (TTP) a cîhadîst Ittehad-ul-Mucahidin Pakistan berpirsyariya êrişê li xwe girtibû.
Rêveberiya Pakistanê Efganistanê sûcdar dike ku piştgiriyê dide komên cîhadîst ên ku ji êrişan berpirsyar in. Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.

