Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya sala yekemîn a damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ku bi sernavê “Divê her kes di bin sîwana yekitiyê de cih bigire” hate weşandin, hate destnîşankirin ku înîsiyatîf di qonaxeke girîng de bi beşdariya rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistanî, pêşeng û rûspiyên gel û baweriyan li Amedê di 11’ê Gulana 2025’an de hat damezrandin.
Bi domdarî hate gotin ku yekîtiya demokratîk wekî pêwistiyeke dîrokî û bendewariya gel derket holê. Di berdewamê de înîsiyatîfê got: “Karwanê ku ji bo yekitiya neteweyî bi rê ket, di salvegera demazrindina xwe de cardin li Kurdistanê soza yekitî û azadiyê dide gelê xwe yê rûmetdar.”
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku di nava salekê de hemû hevdîtin, konferans û civîn di çarçoveya yekîtiya demokratîk a Kurdistaniyan de pêk hatin û wiha dom kir: “Tenê ne li bajar û navçeyên Kurdistanê, di heman demê de di nava gelê me yê ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dijîn de jî xebatên yekitiyê hatin meşandin. Bi van xebatan cardin bi awayekî zelal hat fêmkirin ku gelê Kurd û hemû Kurdistanî yekitiya neteweyî wekî yekanê riya rizgariyê dibînin.”
Daxuyanî wiha dewam kir:
“Ji ber vê, Înîsiyatîfa Yekitiyê dengê Ehmedê Xanî ku ji 400 sal berê tê, bihîst û daxwaza yekîtiyê ya civakî li ser xwe girt. Lewra bi sedan salan e bi her awayî berdêlên giran ên parçebûn û bêtifaqiyê hatin dîtin. Ezmûna dîrokî û banga pêşangan li ser her partiyên siyasî û saziyên Kurdistanî ferz dike ku divê her kes di bin sîwana yekitiya demokratîk de kom bibin û di avakirina siberojeke azad de cih bigirin. Lewra sedsalek weke sedsaleke winda derbas bû; lê divê em sedsala nû bi yekîtî, piştevanî û hevgirtinê teqez bi dest bixin.
Bi taybetî, yekîtiya me ya demokratîk di qonaxa ku li cîhanê guhertinên mezin diqewimin de pêwistiyeke jiyanî ye. Lewra di serî de li Rojhilata Navîn, li her çar aliyê cîhanê şerên çekdarî û aborî didomin û dixuye ku pergaleke nû ya cîhanî ji nû ve tê avakirin. Ji aliyekî din ve pirsgirêka Kurd jî wekî pirsgirêkeke herêmî roj bi roj xwe dide der. Li hemberî geşedanên krîtîk û guhertinên dîrokî tu kes nikarê bê bertek biminê, nikare wekî hişmendiya berê tevbigere. Li hemberî van geşedanan, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk wekî bersiveke Kurdistanî dest bi kar kir.
Yekîtiya demokratîk, di heman demê de mifteya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ye. Lewra feraseta yekitiya demokratîk ku jiyaneke bi edalet, wekhevî, aştiyane û bi hev re jiyînê diparêze, hemû gelan ber bi hevdû ve tîne. Bi vê hişmendiyê, Înisiyatifa Yekitiya Demokratîk bi awayekî xurt piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Lê divê were dîtin ku civak êdî li benda gavên berbiçav e û diyarkirina statuya birêz Abdullah Ocalan e.
Em di 1’emîn salvegera damezrandina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de careke din binî xêz dikin ku yekitiya neteweyî pêwistiyeke jêneger e. Ji ber vê, banga me li hemû Kurdistaniyan e ku werin di bin sîwana yekitiyê de cihê xwe bigirin. Lewra civaka me ya Kurdistanî ji hemû aliyên siyasî, sazî û kesayet dixwaze ku dest bidin hevdû û hêviya yekitiya neteweyî xurttir bikin.
Banga gelê me yê rûmetdar, bêguman menzîla me ya serfiraziyê nîşan dide. Em jî soz didin ku em ê xebatên xwe yên yekitiyê xurttir û berfirehtir bikin da ku xwe bigihînin kongreya neteweyî ya Kurd.”

