Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê îro merasîmek ji bo salvegera 34’emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) lidar xist. Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajêr beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre sînevîzyona derbarê jiyana şehîd Mizgîn û rola wê di hunera Kurdî de hate pêşandan.
Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û diyar kir ku hunermend Mizgîn mîrateya çand û hunerî parast. El Ehmed destnîşan kir ku hunermend Mizgîn bi berhemên xwe yên ku bi mijarên neteweyî û mirovî dihatin naskirin, şopeke girîng li ser qada hunera Kurdî hişt.
Di dawiya merasîmê de Koma Şoreş a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya li Til Temirê stranên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin.

