Şirnex bi dehan salan hem bû yek ji qadên herî zehmet a şerê têkoşîna azadiya Kurdistanê hem jî bû bajarekî ku gel berxwedana xwe ya hebûnê lê didomîne. Cizîra Botan a girêdayî Şirnexê jî, weke navçeyekî ku ev çand bi rengekî herî xurt lê tê vegotin, derket pêş. Hem di komkujiyên salên 90’î de, hem jî di Berxwedana Rêveberiya Xweser a 2015-2016’an de şahidî ji rûpelên herî giran a dîrokê re kir, di jêrzemînan de bi dehan birîndar şehîd bûn, qedexeyên derketina derve yên li cîhanê mîna wê nehatî dîtin hatin ferzkirin.
Dewleta Tirk ji bo vê berxwedana dîrokî bişkîne û veşêre, li Şirnex û navçeyên wê stratejiyeke cuda xiste dewrê. Li şûna gule û bombeyan; fealiyetên tiryak, fûhûş, çetebûn û sîxurtiyê girt. Li şûna polîtîkayên îmhaya fîzîkî jî, rêbazên rizandina çandî û civakî girt. Lê armanc, mîna li bajarên din ên Kurdistanê heman e: Şkandina îradeya siyasî ya gelê Şirnexê, rizandina ciwanên wê û bîra wê ya berxwedanê jê bibe.
Em ê rewşa li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopî, Hezex û Qilebanê; rola aktîf a dewletê ya di vê rewşê de, torên fûhûşê yên di sêgoşeya cerdevan-çawişê pispor-sivîl de xwe rêxistin dikin û polîtîkayên sîxurkirinê bi rengekî berfireh binirxînin.
BAZIRGANIYA TIRYAKÊ YA LI BER SIYA PETROLA GABARÊ
Şirnex di salên dawî de bi keşfa sahên petrolê yên Gabarê re, di rojeva dewleta Tirk de wateyeke nû qezenc kir. Midûriyeta Herêmê ya TPAO hate veguheztina bajêr, hilberandina petrolê ji dawiya sala 2024’an û vir ve rojane gihişte 25 hezar varîlê û tê hedefkirin ku ev hejmar sala 2025’an bigihije 100 hezar varîlê. Vê yekê girîngiya bajêr a di jeopolîtîkaya enerjiyê de raxist ber çavan. Lê belê gotina ‘pêşketinê’, ji bo gelê bajêr ti başbûneke şênber pêk neanî. Xizanî, bêkarî û pirsgirêkên civakî kûrtir bûn û dewam kirin; bi vê yekê re bikaranîna tiryakê û trafîka wê her ku çû zêde bû.
TORÊN TRANSÎT ÊN TIRYAKÊ
Li Şirnexê rewşa ku asta bazirganiya tiryakê û bikaranîna wê herî zêde nîşan dide, ew e ku madeyên tiryakê yên ji derve tên anîna bajêr hem bi armanca bikaranîna herêmî hem jî li sînorê Iraq û Sûriyeyê weke guzergeha derbasbûnê tê bikaranîn. Bi taybetî jî ji ber ku Şirnex nêzî Deriyê Sînor ê Xabûr e, ev Şirnexê dike nuqteya krîtîk a torên transît ên tiryakê. Ev tor bi yekîneyên emniyetê û cendermeyan re têkiliyê çêdikin. Piştî operasyonan nuqteyên firotinê di nava demek kurt de car din dikevin fealiyetê. Bi vî rengî ev têkilî şênber dibin.
TEMENÊ BIKARANÎNA TIRYAKÊ: 9-12
Li gorî lêkolînên sala 2026’an, li seranserî Tirkiyeyê mîktara metamfetamin a di çarçoveya sûcên tiryakê de hatî bidestxistin, li gorî sala berê ji sedî 53,6 zêde bûye. Şirnex jî rewşeke herêmî ya bi dînamîkên sînor re hîn girantir bûye, dijî. Di serî de Hezex û Cizîr, li navçeyên cur be cur temenê bikaranîna tiryakê her diçe dikeve, heta temenê 9-12 jî ketiye, ev yek di xebatên sahê de weke xeteriyeke cidî tê ragihandin.
BI TIRYAKÊ RIZANDIN
Li Cizîrê rewş hîn girantir e. Piştî pêvajoya koçberiya bi zorê û hilweşîna fîzîkî ya li pey Berxwedana Rêveberiya Xweser a 2015-2016’an, malbatên vegeriyane rû bi rûyê pirsgirêkên giran ên aboriyê man. Bi vê yekê re torên tiryakê yên di bin çavdêriya dewletê de jî hatin rêxistinkirin. Dewletê nekarî ciwanên dema berxwedanê tasfiye bike û lewma stratejiya ku ciwanan bi tiryakê birizîne, şopand. Ev stratejî di heman demê de şahidiyên çavkaniyên herêmî piştrast dike, hin ciwanên ku ji jêrzemînan rizgar bûne îro li dijî girêdanbûna bi tiryakê re têdikoşin.
TORA KU DI SÊGOŞEYA CERDEVAN-ÇAWIŞÊ PISPOR-SIVÎL DE XWE RÊXISTIN DIKE
Şirnex bajarê sereke ye ku dewleta Tirk di sêgoşeya cerdevan-personelê leşkerî-sivîl de torên fûhûşê bi rengekî herî berfireh lê rêxistin dike. Di beşa dosyaya xwe ya berê de, me behsa çeteyên fûhûşê yên li Colemêrg û Şirnexê û li hin navçeyên wan, kiribû. Lê belê paşeroja van çeteyên ku li Kurdistanê hatine rêxistinkirin û piranî welatparêzan dikin hedef, digihije dîrokeke hîn kevintir.
Nexasim, sala 2013’an li Şirnexê bi sûcdariya “ji bo fûhûşê avakirina rêxistinê”, derbarê 25 gumanbaran lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ev lêpirsîn encex piştî 11 salan, sala 2024’an veguherî peyketinê. Di çarçoveya lêpirsînê de hatibû îdîakirin ku çawişên pispor Ertaç Kaya, Huseyîn Şahîn û Turgay Koç û berbaz Mustafa Yalçin nasnameyên xwe yên leşkerî bi kar anîne, ji derve jin anîne û ev jin neçarî fûhûşê kirine.
Sûcdariyên di dosyayê de jî, têra xwe giran bûn: Bi armanca sûc avakirina rêxistinê, zarok neçarî fûhûşê kirin, li hemberî kesên di bin temenê 18 saliyê de bazirganiya mirovî, îstîsmara zarokan, şantaj û selefkarî. Qasî 11 salan rawestandina dozê, îspat kir ku dewlet van çêkeran diparêze.
Li Şirnexê ji aliyê leşker yan jî polîsan ve gelek destdirêjî pêk hatin û ev gelek caran derket çapemeniyê jî. Gel jî gelek caran bi hêza xwe ya cewherî hewl da nerazîbûn nîşanî van çeteyên fûhûşê bide. Gel daket kolanan û got, tiştên qewimîne sûcên munferît nînin, parçeyekî fonksiyona binyatî ya sîstemê ye.
CIZÎR: ŞERÊ KU JI JÊRZEMÎNAN HEYA ÎRO DEWAM DIKE
Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, yek ji navçeyên herî sembolîk Cizîr e. Salên 90’î Cizîr weke yek ji navendên ku êrîşên JÎTEM’ê û cînayet lê zêde bûne, derket pêş. Navçe sala 2015-2016’an bi Berxwedana Rêveberiya Xweser re car din kete rojevê. Bi hefteyan derketina derve hate qedexekirin, alîkariya tibî ya ji bo birîndarên di jêrzemînan de asê mane hate astengkirin û terkî mirinê hatin kirin; sivîl di bin avahiyên hilweşayî de man û bi rengekî ku mîna wê nehatî hilweşîna bajêr pêk hat. Ev yek weke yek ji krîzên mirovî ya herî giran, tê bibîrxistin.
BÊKARÎ Û WESTANA PSÎKOLOJIYÊ
Îro Cizîr hîn jî şopên fîzîkî yên wî şerî û birînên civakî, hildigire. Taxên ku ji nû ve hatine avakirin, di bin siya bendên ewlekarî û qereqolan de weke navçeyekê xuya dike ku ku li şûna reseniya civakî ya hatiye hilweşandin ava bûye. Di vê rewşê de torên tiryak û fûhûşê, li ser zemînê xizanî, bêkarî û westana psîkolojiyê ya piştî dema berxwedanê, hêz bi dest dixe.
TASFIYEYA NASNAMEYA ÇANDÎ Û SIYASÎ
Li Cizîrê veguherîna demografîk a piştî sala 2016’an jî, parçeyekî rewşê nîşan dide. Ji malbatên welatparêz bi hezaran kes yan bi zorê ji cihên xwe hatin kirin yan jî di bin zextê de koç kirin. Li taxên hatine valekirin, navên nû hatin kirin û bi vê yekê re li dijî ciwanên nifûsa bajêr a mayî, torên tiryakê zêde bûn. Ev endezyariya demografîk tenê bi polîtîkaya îskanê sînordar nema; bû parçeyê stratejiyeke ku tasfiyeya nasnameya çandî û siyasî armanc dike.
MANÎPULASYONA DÎJÎTAL
Li Cizîrê fealiyetên sîxurkirinê jî, pir zêde ne. Endam yan jî xizmên malbatên ku tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser bûne, hem bi zexta aborî hem jî bi manîpulasyona dîjîtal tên hedefgirtin. Nêzîkatiyên “Em ê destekê bidin malbata te, tu jî agahî bide me” piştî dema berxwedana Cizîrê zêde bûn û îro çavkaniyên herêmî diyar dikin ku ev nêzîkatî hîna didomin.
‘GER HAWIRA AŞTIYÊ JÎ WISA BE’
K.Ş., da zanîn ku ew bi salan e di siyaseta Kurd de cih digire û got ku dewleta Tirk demek dirêj e li dijî Cîzîrê polîtîkayên zextê dimeşîne. K.Ş., diyar kir ku Cîzîr di dîrok û siyaseta Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e û got ku dewlet nasnameya welatparêz a navçeyê û dilsoziya wê ya bi tevgera Kurd re qebûl nake. K.Ş. got, “Îro jî ku behsa derfeta pêvajoya aştiyê tê kirin jî, zext û dorpêçek giran li navçeyê heye. Ciwan bi polîtîkayên şerê taybet têne hedefgirtin. Ger rewşa îro ev be, zehmet e ku merov xeyal bike ka di demên berê de çi qewimî.”
SILOPIYA Û HEZEX
Silopî ji ber sînorê wê yê bi bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê re, wekî yek ji navçeyên herî girîng ên aborî yên Şirnexê tê dîtin. Li vê navçeyê ku navenda bazgirganiyê ye ku di deriyê sînor ê Xabûrê re tê meşandin tê zanîn ku li gel bazirganiya fermî torên qaçaxçîtiyê jî bi awayekî sîstematîk dixebitin. Bazirganiya narkotîkê wekî yek ji deverên herî berbiçav ên van torên qaçaxçîtiyê derdikeve pêş.
TORÊN NARKOTÎKÊ Û TÊKILIYA EMNIYETÊ
Torên narkotîkê yên li Silopiyê bi hêzên ewlehiyê yên herêmî ve girêdayî ne. Her çend hin kom di operasyonan de hatine bêbandorkirin jî, yên din dest li wan nehatiye dayîn. Ev operasyonên bijartî nîşan didin ku dewlet di navbera hin koman de hevsengiyek diparêze. Ev yek jî nêrînên ku hin tor di bin parastina dewletê de dixebitin derdixe holê.
POLÎTÎKAYA JIRÊDERXISTINÊ YA SÎSTEMATÎK
Hezex weke yek ji navçeyên Şirnexêye ku qonaxên dîrokî yên herî dijwar derbas kiriye derdikeve pêş. Qedexeyên derketina derve yên ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya 2015-2016’an de hatine ragihandin û rêgirtina li ber şandeyên HDP’ê ji bo ketina navçeyê, bîra siyasî ya bihêz a Hezexê nîşan dide. Tê ragihandin ku li navçeyê bikaranîna madeyên hişber zêde bûye. Her wiha li hin taxan çav ji fihûşê re tê girtin û polîtîkayên sîstematîk têne meşandin da ku ciwanan ji avahiyên rêxistinkirî dûr bixin.
LI GUNDAN JÎ FIHÛŞ
Navçeya Qilabanê wekî yek ji wan deverên ku şebekeyên fihûşê lê dixebitin derdikeve pêş. Berê di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku ev şebek ku ji çawiş û cerdevanan pêk tê li gundên Qilebanê jî dixebitin û jin bi rêya şantaj û gefan neçarî fihûşê dikin.
Ji ber ku di sala 2011’an de dewleta Tirk komkujiya Roboskî pêk hatiye, tê zanîn ku li vê herêmê siyasteke cuda tê meşandin.
Her wiha, divê bê zanîn ku di dema kontrolên rûtîn ên polîs û leşkeran de li Şirnex û navçeyên wê, agahiyên kesane yên jinan têne berhevkirin. Hin polîs û leşkerên ku wêneyên van nasnameyan dikişînin, paşê jinan li ser medyaya dîjîtal dibînin, wan tacîz dikin û hewl didin bi hêza dewletê zextê li wan bikin.
ÇETEBÛN Û TÊKILIYA DEWLETÊ
Çetebûna li Şirnexê, li ser zemîna avaniya erdnîgarî û aborî ya xweser a bajêr hat avakirin. Di vê hawirdorê de torên qaçaxçîtiyê bi demê re veguherî bazirganiya narkotîkê, fihûş û pêkanîna şerê taybet. Têkiliya wê ya bi dewletê re jî hem vê guhertinê gengaz kir û hem jî ewlehiya wê peyda kir.
NAVENDA SÛCÊ, ŞIRNEX
D.M. ku li navenda Şirnexê dijî û bi salan e dînamîkên bajêr dişopîne dibêje ku têkiliya di navbera çete û dewletê de hem bi rêya sîstema cerdevaniyê û hem jî bi rêya derbasbûna hin polîs û leşkerên berê di saziyên sûcên organîzekirî de, pêk tê. D.M. balê dikişîne ser vê yekê ku sîstema cerdevaniyê ji bo hilgirtina çekan li ser navê dewletê hatiye organîzekirin û dibêje, “Em dizanin ku hin ji van cerdevanan bi pratîkî di torên bazirganiya narkotîk, şantaj û fihûşê de cih girtine. Vê rewşê Şirnak ne tenê kiriye navenda sûcan, di heman demê de kiriye navenda sûcên ku ji hêla dewletê ve hatiye erêkirin.”
ALIYÊ WÊNEYÊ YA BI ÊŞ: WELATPARÊZ
D.M. anî ziman ku bi taybetî ji bo çetebûna li Cizîrê, piştî guhertina demokrafîk a sala 2016’an astek nû bi dest xistine. D.M. dibêje ku di valahiya ku ji ber lewazbûna rêxistina siyasî ya li bajêr piştî dema berxwedanê çêbûye de, komên çete yên herêmî û yên ji derve hatî, hewl dan ciwanan tevlî xwe bikin.
TORA SÎXURIYÊ JI ROBOSKÎ HETA CIZÎRÊ
Li Şirnexê dîroka xebatên sîxuriyê digihê salên 1990’î ku pergala cerdevaniyê û kuştinên nediyar dest pê kiribûn. Piştî salên 2000’î van polîtîkayan bi karanîna teknolojiyê û rêbazên psîkolojîk aliyekî cuda bi dest xist.
Îro, xebatên sîxuriyê ya li Şirnexê bi sê rêbazên sereke têne meşandin:
Zexta aborî: Bi nêzîkatiya “Em piştgiriyê bidin malbata we, hûn jî alîkariya me bikin” digihîjin endamên malbatên xizan û welatparêz. Herî bêhtir endamên malbatên bêparastin ên nêzîkî Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî têne hedefgirtin.
Şantaja zayendî: Diyar dibe ku xebatên sîxuriyê bi torên fihûşê ve girêdayî ne. Dîmenên ku di dema fihûşê de ji jinan hatine wergirtin, bi demê re hem ji bo şantajê têne bikar anîn û hem jî ji bo berhevkirina agahiyan di derbarê Tevgera jinan de tên bikar anîn. Bi vî rengî tora fihûşê vediguherin mekanîzmaya peydakirina sîxuran.
Sîxuriya dîjîtal: Tê ragihandin ku kesên ku girêdayî MÎT û TEM’ê, bi rêya hesabên medyaya dîjîtal ên sexte digihîjin ciwanan welatparêz; piştî avakirina têkiliyên hestî û qeydkirina navarokên zayendî, van dîmenan bi armancên şantajê hatin bikar anîn.
Tê dîtin ku li Qilabanê ev polîtîka piştî Komkujiya Roboskî bi tundîtir hatine sepandin. Zehmetiyên aborî û psîkolojîk ên malbatên ku di komkujiyê de hezkiriyên xwe winda kirine, veguheriye mekanîzmayeke zilmê.
LI ŞIRNEXÊ MANTIQA XEBITÎNA ŞERÊ TAYBET
Rewşa piralî ya ku li Şirnex û navçeyên wê, stûnên temamker ên stratejiya şerê taybet a dewleta Tirk a li dijî vê herêmê nîşan dide.
Şirnex ji salên 90’î heta 2015-2016’an bi rengekî xurt xwedî li têkoşîna azadiya Kurdistanê derketiye û berdêlên giran daye. Armanca sereke ya vê stratejiyê ew e ku pêşî li berxwedanê bê girtin. Ev yek ne tenê bi hêza çek di heman demê de bi têkbirina kapasîteya berxwedana civakî pêk anî. Ji ber vê yekê, polîtîkayên wekî ciwan xistina nava tora tiryakî, xistina jinan di nava torên fihûşê û bi rêya sîxuriyê qutkirina kesên welatparêz ji tevgerê weke rêbazên demdirêj hatin pêk anîn.
Ji aliyekî din ve, projeyên enerjî û pêşketinê yên ku li herêma Çiyayê Gabarê têne kirin jî wekî beşek aborî û siyasî ya vê pêvajoyê têne dîtin. Her çend dewlet ji aliyek ve dibêje ‘Em xebatê ava dikin, em pergalê ava dikin’ jî, li aliyê din ve çav ji vê pergala ku bi fihûş, tiryakî û çetebûnê dimeşe re, girtiye.
Ev rewş ne nakokiyek e, rûyên cuda yên heman siyasetê ne ku li deverên cuda têne pêkanîn.
Sibe: Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatî rêxistinkirin

