Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qanûna çarçoveyî di meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Em ê ji vê qanûnê re bêjin ‘erê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna gava yekem e ku Kurd tevlî hiqûqê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê Rêber Apo yê bi malbata wî re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di maha 130’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê de bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye
Jin

Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya piştgiriya ji YPJ’ê silav kirin gotin, “Hebûna YPJ’ê ji bo hemû gelan û bi taybetî ji bo jinan garantiya jiyana bi hev re ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re 26’ê Nîsanê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyayek da destpêkirin. Kampanya li her qadê her diçe berfireh dibe. Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arjîn Kobanê û Bêrîvan Koçer têkildarî mijarê axivîn.

‘YPJ GARANTIYA EWLEHIYA JIYANA BI HEV RE YE’

Arjîn Kobanê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya sala 2012’an weke çirûskeke ronahiya hêviyê  bi pêş ket, her çû qadên xwe fireh kir û got, “Weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hesreta bi salan a gelan û jinan re bû herêmeke herî bi ewle. Bi 4’ê Nîsana 2013’an re jî ew şoreşa dîrokî bi avabûna YPJ’ê re weke hêzeke têkoşînê  gihişt asteke bilind a ji bo jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re.”

Arjîn Kobanê bal kişand ser bandora berxwedana şervanên YPJ’ê û ev anî ziman, “Jinên bi sedê salan e, di bin zext û zordariya pergala bi serweriya mêr de hatibûn bêdengkirin û ji nirxên xwe yên herî esîl bêpar hatibû hiştin, bi avabûna YPJ’ê re careke din derketin ser dika dîrokê.”

Arjîn Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Şervanên YPJ’ê yên li ser bingehê fikir, felsefe û tehlîlên Rêbertî xwe perwerde kirin û pêş xistin li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên ji tevahî mirovatiyê re xeteriyeke mezin bûn, bi îradeyeke ji pola şer kirin. Di vî şerî de bi sedan şervanên hêja yên YPJ’ê şehîd û birîndar bûn. Hebûna YPJ’ê ji bo hemû gelan û bi taybet jinan garantiya jiyana bi hev re ye. ”

‘JI BO PARASTINA XWESERIYA YPJ’Ê BI ROLA XWE YA DÎROKÎ RABIN’

Bêrîvan Koçer jî kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ’ê hatiye destpêkirin silav kir û wiha axivî, “Jinên ji gelek pêkhateyên Sûriyeyê yên bi sedê salan e ji nedîtî ve dihatin dîtin, keda wan tine dihat hesibandin û îradeya wan dihat tinekirin, bi têkoşîna YPJ’ê re di nav Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji civakê re pêşengtî kirin û di rêveberiyan de bûn xwedî gotin. Wan jinan piştrastkirin ku pergaleke jinan esas negire wê nikaribe demdirêj li ser piyan bimîne û ji daxwazên gelan re bibe bersiv.”

Bêrîvan Koçer anî ziman ku şervanên YPJ’ê bi berxwedana xwe, hêz û îradeya jinê nîşanî her kesî dan û got, “YPJ bi têkoşîn û berwedana xwe ya li hember her cure dagirkerî, hovîtî û zilmê bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kiriye ku ji bo hemû jinan û gelên Sûriyeyê hêza xweparastinê ya herî bi ewle ye. Berxwedan û têkoşîna YPJ’ê ya ji hêla hemû cîhanê ve hatiye teqdîrkirin, ji bindestan re bûye hêviyeke muezem.”

Bêrîvan Koçer bal kişand ser girîngiya YPJ û ev anî ziman, “Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de weke hêzeke xweser qebûlkirin û cihgirtina YPJ’ê ya di nav artêşê de wê bibe temînat û garantiya hemû gel û jinên Sûriyeyê. Li ser vî esasî bi taybet jinên Sûriyeyî, em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li dora şervanên YPJ’ê bibin yek û ji bo parastina xweseriya YPJ’ê bi rola xwe ya dîrokî rabin. Ji ber YPJ misogeriya hebûn û azadiya me hemû jinan e. Bi vê wesîleyê em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe
Nûçeya Pişt re Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS-YPS JIN: Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê rabin!

Fermandariya YPS- YPS JIN têkildarî derbeya qeyûm daxuyanî da û got: “Heta ku em şaredariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên operasyonê yên QSD’ê li Reqayê şaneya DAÎŞ’ê têk birin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li Reqayê şaneyeke çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe

Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelîl: Hin kesên têkildarî bûyera Serêkaniyê hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşên li ser malbatên Serêkaniyê li 4 bajarên din hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşên li dijî koçberên Serêkaniyê hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî êrîşa li ser malbatên Serêkaniyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?