Baskê leşkerî yê Hemasê Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wê êrîşa li Qudsa rojhilat kiriye ya ku duşemê pêk hatiye û di encamê de 6 îsraîlî hatin kuştin.
Tugeyê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Em mizginiyê didin gelê xwe yê bê hempa û neteweya xwe ya leheneg ku şervanên me Musene Nacî Omer û Mihemed Basam Taha, şehîd bûne. Çalakiya kirine, peyameke diyar e ku hewldanên Îsraîlê tev de binkeftî ne û nikarin jêderên berxwedanê tine bikin.”