Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd lê dijîn û yên li ser Benî Zêd ku Suryanî lê dijîn, di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li gelek bajaran li gel çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama; ‘’Dema ku li Helebê êrîş hebin, li Tirkiyeyê aşitî pêk nayê. Çawa ku me sala 2014’an parastina Kobanê kir em ê îro jî Rojava biparêzin’’ derketin pêş. Di daxuyaniyan de bangên bidawîbûna êrîşan, girtina berpirsiyariyê ya ji aliyê raya giştî ya nanvneteweyî ve û mezinkirina piştevaniya li gel Rojava hatin kirin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li pêşiya Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek hate dayîn û li gel partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa; ‘’Rojava, wijdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin’’ hate hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên têkildarî piştgiriya ji bo Rojava hatin berzkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku taxên ku li Helebê êrîşê wan dikin ew demeke di bin dorpêçê de bûn û diyar kir ku êrîş bes ne du taxan pêşeroja Sûriyeyê hedef digirin.
EDENE
Li Edeneyê jî daxuyaniyek hate dayîn û Hevserokê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Rojava nayê teslîmgirtin. Seyfettîn Aydemîr bang li civaka giştî ya navneteweyî kir ku berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û piştevaniya li gel gelê Kurd mezin bikin. Piştî daxuyaniyê girse li gel berzkirina dûrûşmeyan meşiya.
ENQERE
Li Enqereyê jî ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min bi Aşitiyê Heye ve daxuyaniyek hate dayîn û hate xwestin ku demildest êrîşên li ser Kurdên Helebê werin sekinandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin û zarok bedêlên êrîşan didin û hate îfadekirin ku dli gel polîtîkayên şerî yên derveyî sînor serkeftin nayê bidestxistin.

