Şerê ku 28’ê Sibatê bi êrişa hevpar a Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir, bi êrişên giran dest bi hefteya nû kir. Îran û Îsraîlê sibeha Duşemê jî bombe li hev barandin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku fuzeyên ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, hate tespîtkirin. Di daxuyaniya li ser Telegramê de hate ragihandin ku “ji bo astengkirina gefê” sîstema parastina hewayî kete dewrê.
Tê gotin di şer de bi giranî li Îranê û Lubnanê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo rawestîna şerê li herêmê heta niha nîşaneyek nîne.
LI ÎRANÊ DU MUXALÎF HATIN DARVEKIRIN
Saziyeke medyayê ya ser bi dadgeriya Îranê ragihand ku du kes bi hinceta ku pêwendiya xwe bi Rêxistina Mucahîtên Gel a muxalîf heye hatin darvekirin.
Rayedaran herdu kes bi plankirina êrişên çekdarî yên bi roketan li Tehranê sûcdar kirin. Têkildarî dema binçavkirina herdu kesan agahiyek nehat dayin.
TRUMP: LI ÎRANÊ REJÎM GUHERÎ
Serokê DYE’yê Donald Trump roja Yekşemê daxuyaniyek da û îdîa kir ku piştî êrişên hewayî yên DYE-Îsraîlê di pratîkê de li Îranê “guhertina rejîmê” pêk hatiye.
Trump bi bîr xist ku di êrişan de lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney jî di nav de gelek rayedarên paybilind hatin kuştin û got, “Rejîma destpêkê hate tinekirin, rejîma duyemîn jî di asteke mezin de mir. Niha em bi mirovên cuda re rû bi rû ne.”
‘GELEK HEDEF HATIN ÎMHAKIRIN’
Donald Trump li ser Truth Social gotina “Li Îranê rojeke nayê jibîrkirin” nivîsî û got, “Gelek hedefên ku demeke dirêj e em li pey wan e, ji aliyê hêzên me yên çekdar ên herî xurt û bi bandor ve hatin îmhakirin.”
LI SER HURMUZ Û HARGÊ GEF
Trump îdîa kir ku di encama hevdîtinên DYE’yê yên bi Îranê re wê rojên bê destûr bê dayin ku 20 tankerên petrolê ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Ji destpêka şer û vir ve rewşa ne diyar a li Tengava Hurmuzê dibe sedem ku buhayê petrolê di asta navneteweyî de bilind bibe.
Trump her wiha ji bo Girava Hargê jî îdîa kir ku “gelekî bi hêsanî” dikare ji aliyê artêşa DYE’yê ve bê bidestxistin.
Girava Hargê ya Îranê ku li bakurê Kendavê ye, xwedî termînala bingehîn a welêt e ku ji sedî 90 ê firtoina petrola xav lê tê kirin.
WELATÊN KENDAVÊ DIBIN HEDEF
Hikumeta Kûweytê jî diyar kir ku di êrişên Îranê de yên li ser welatê wan, hem navendên hilberîna elektrîkê hem jî yên paqijkirina ava deryayê bûn hedef.
Li gorî daxuyaniyê di êrişan de welatiyekî Hindistanê ku karker bû jiyana xwe ji dest da û xisareke cidî li tesîsê bû.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku pênc fuzeyên balîstîk ên berê wan li rojhilatê welêt bûn ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin îmhakirin.
Wezaretê li ser çavkaniya fuzeyan agahî neda.
LI LUBNANÊ HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE, LEŞKEREKÎ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JÎ MIR
Hikumeta Endonezyayê diyar kir ku li Lubnanê leşkerên Hêza Wezîfeya Demkî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) ê ji ber parçeyê cebilxaneyekê jiyana xwe ji dest da, welatiyê Endonezyayê bû.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate ragihandin ku şer bandora yekser li hêzên navneteweyî dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, 116 kes jî birîndar bûn.
Bi vî rengî ji 2’ê Adarê û vir ve li Lubnanê di encama êrişan de 1.238 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3.543 kes birîndar bûn.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 87 jin, 124 jê zarok û 52 jê jî xebatkarên tenduristiyê û wezîfedarên rizgarkirinê bûn.

