Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Hevserokê Wanê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harun Okay bal kişandin ser êrîşên nîjadperest ên di demên dawî de li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûne û gotin, “Tevî hemû êrîşan Kurd wê çand û zimanê xwe hîn zêdetir bijîn û wê ti hêz jî nekare ji vê yekê re bibe asteng.”
Mahmut Dîndar got: “Li dijî dawetên me, govend û stranên me yên Kurdî êrîş hene. Li gelek bajarên Kurdistanê ev pêkanîn, ne mirovî, ne hiqûqî û ne jî wijdanî ne.”
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar wiha got: “Gelê Kurd ê ku bi hezaran sale li ser vê xakê dijî, wê çanda xwe bide jiyîn û govenda xwe bigerîne. Hincetên cur be cur tên nîşandan, lê ev hincet ne qanûnî ne. Hincetên hiqûqî yên hatine diyarkirin, bi biryarên Destûra Dadgeha Bingehîn û DMME’yê hatine redkirin. Kurdî sedemê hebûna me ye. Pêkanîneke bi vî rengî nayê qebûlkirin.
Em bang li Wezîrê Edaletê û Wezîrê Karên Hundir dikin ku dest ji van polîtîkayan berdin. Ev her mejiyê kî be, dest ji vê zihniyetê berdin. Em ê li kolan, dawet, mal û li her derê çanda xwe bidin jiyîn û ti kes nikare ji vê yekê re bibe asteng. Gelê me wê li her derê govendê bigerîne, stranan bêje. Hêza ti kesê têrê nake ku vê yekê asteng bike.”
Hevserokê Wanê yê DBP’ê Harun Okay jî ev tişt got: “Wê nekarin pêşî li çanda Kurdî bigirin. Ev polîtîkaya ku li dijî çanda Kurdî tê meşandin, wê zirarê bide erdnîgariya me û hemû gelan. Polîsan êrîşî gelê me yê ku xwest li avahiya me govendê bigerînin jî kir. Demildest di siharê de Hevserokên me yên Bajêr Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt hatin binçavkirin. Li Wan û Amedê tehemûlê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî nakin. Hikûmeta AKP-MHP’ê di ekonomî û polîtîkaya derve de tengav bûye û hewl dide vê kêmahiya xwe jî bi êrîşa li ser Kurdan re, binixumîne. Çawa ku me duh ev tundî û qedexe qebûl nekiribin, em ê ji vir û şûnde jî qebûl nekin.”