Kurdên li gundê Azîngê yê herêma Saratovê ya Rûsyayê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku divê dijmin baş zanibe ku Rojava ne bi tenê ye.
Serokê Otonomiya Azîngê Tahir Fatoyev di daxuyaniyê de axivî, êrişên li ser Rojava şermezar kir û got, “Bi komployeke navneteweyî dewleta Tirk û çeteyên Colanî êrişê dibin ser gelê Kurd. Wkee Kurdên li Rûsyayê em bi gelê xwe yê Rojava re ne.”
Ji Komîteya Jinan a Azîngê Gulbahar Mamedova jî axivî û got, divê cîhan zanibe ku Kurd ti carî xilas nabe.
Her wiha bang yekîtiyê kir û got, “Eger em nebin yek, îro êrişên li ser gelê Kurd û rojavayêw Kurdistanê tê kirin, wê sibe li ser Başûr, Bakur û Rojhilat bêne kirin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurd û Kurdistan” bi dawî bû.

