Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ku wekî taxên Helebê yên piraniya niştecihên wan Kurd in têne naskirin, rastî êrîşeke sîstematîk û trajîk hatin ku ev êrîş wekî sûcekî şer li dijî mirovahiyê têne pênasekirin. Pêwîst e dewletên navneteweyî bilez tevbigerin û kesên berpirsiyar ên ku destên wan bi xwîna bêgunehan de bûye, bên muhasebekirin.
Bi vî awayî, di nava şevekê de, destên xiyanet û terorîzmê yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, rewşa niştecihên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê li Helebê guherand; nexweşxane hatin bombebarankirin, dibistan hatin hilweşandin û veguherandin nuqteyên leşkerî, cenaze hatin kaşkirin û êrîşên bêserûber ên ku sivîlan armanc dikin, bûn sedema tirs û koçberiyeke bi darê zorê. Herwiha dest bi paqijkirina etnîkî ya niştecihên resen ên her du taxan hatiye kirin.
Çavdêran piştrast kirin ku tiştên li van taxan qewimîn, tenê li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, bi taybetî her çar Peymanên Cenevê û protokolên wan ên zêde, dikarin wekî tawanekî şer werin dabeşkirin. Ev tawan li ser bingehên qanûnî yên zelal hatiye avakirin, nemaze ew bombebarana bêserûber a ku bandor li sivîlan kir, li gorî qanûnên navneteweyî mekanîzmayên hesabdayînê çalak dike. Li gorî şopandina daneyên cûrbecûr, sûcên milîsên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî gelek bûne; ya herî berbiçav hedefgirtina Nexweşxaneya Xalid El-Fecr li taxa Şêx Meqsûd e ku wan ew wekî hedefeke leşkerî ragihandiye. Vê yekê biryardariya wan a ji bo pêkanîna komkujiyek li dijî birîndar û karmendên bijîşkî piştrast kir. Nexweşxaneya Osman li taxa Eşrefiyê jî ji ber bombebarana rasterast ji aliyê çeteyan ve ji xizmetê derket.
Her wiha mesakinê Bendava Tişrîn û derdora wê çend caran li pey hev ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ve bi top û çekên giran hatin bombebarankirin. Ji bilî Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, çeteyan mal û tesîsên li Dêr Hafer û Benî Zeyd jî topbaran kirin û bi awayekî qesdî taxên Kurdan hedef girtin ku di encamê de hejmarek şehîd û birîndar çêbûn. Li gorî rêgezên qanûna navneteweyî, divê aliyên şer her gav cûdahiyê di navbera sivîl û şervanan de bikin. Bombebarana bêserûber binpêkirineke eşkere ya vê prensîbê ye. Zagona navneteweyî nexweşxaneyan wekî cihên parastî dibîne; ji ber wê hedefgirtina wan sûcekî şer e ku armanc jê mehrûmkirina mirovan ji mafê jiyanê ye.
Dîmenên vîdyoyî dagirkirina dibistanekê li beramberî taxa Şêx Meqsûd belge kir ku ji aliyê çeteyan ve veguheriye cihekî ji bo êrîşên tund û di encamê de gelek qurbanî, di nav de zarok jî, çêbûn. Leşkerîkirina saziyên perwerdeyê sûcekî şer tê hesibandin, ji ber ku ev binpêkirineke cidî ya parastina zarokan e. Di vê çarçoveyê de çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji ANF’ê re got ku tiştê qewimî sûcekî şer e ku ji hêla zêdetirî 40 hezar endamên artêşa rejîmê ve hatiye kirin. Şêxo diyar kir ku ev yek li gorî madeyên 6, 7 û 8 ên Peymana Romayê sûc e û hikûmeta El-Şari digel piştgiriya Tirkiyeyê berpirsiyar dît.
Li gorî Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, rêberên leşkerî û siyasî yên ku van êrîşan birêve dibin berpirsiyariya rasterast digirin ser xwe. Siyasetmedarê Iraqî Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî diyar kir ku van milîsan sûcekî şer ê tam kirine û armanc dikin ku bala civakê ji peymanên bi Îsraîlê re dûr bixin. Ebdulkerîm anî ziman ku êrîşa li ser Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê zextek bû ji bo pêkanîna xwesteka Tirkiyayê ya bêçekkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û destnîşan kir ku ajandeyên derve hikûmeta Ehmed El-Şara rêve dibin. Bêdengiya navneteweyî hestek bêcezatiyê dide sûcdaran, lewma pêwîst e rêxistinên mafên mirovan van binpêkirinan belge bikin da ku sûcdar di pêşerojê de ji dadweriyê nerevin.

