Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ersoy: Welat bûye mîna mafyayê
Rojane

Ersoy: Welat bûye mîna mafyayê

Bavê Sedat Ersoy ku li Mersînê di êrîşeke li ser kafeyê de jiyana xwe ji dest da, Zîrve Ersoy anî ziman ku kurê wî di encama şerê çeteyan de hate qetilkirin û got, welat bûye mîna mafyayê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Mersînê di êrîşeke li ser kafeyê de Sedat Ersoy ê 24 salî û jinek ku navê wê nehate hînbûn jiyana xwe ji dest dan, zarokekî 17 salî bi giranî birîndar bû. Ersoy ku di dema êrîşê de bi tesadufî li kafeyê bû, bi fîşeka li serî ketî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Eşkere bû ku bûyer şerê navbera çeteyên narkotîkê bû û emniyet jî di nav de bû.

DI ÊRÎŞÊ DE 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Bavê Ersoy Zîrve Ersoy qala bûyerê kir û xwest berpirsyar bê girtin. Zîrve Ersoy ragihand ku emniyet jî di nav bûyerê de ye û got, “Kurê min tevî pismamê xwe çû li wesayita firotinê ya xwediyê kafeyê binihêre. Komek hebû ku neyarê xwediyê kafeyê bû. Dema ku kurê min û biraziyê min diketin hundirê kafeyê, êrîş hate kirin. 10 deqe beriya êrîşê polîs hatin kafeyê û li ser xwediyê kafeyê geriyan. Beriya ku polîs bên li xwediyê kafeyê tê gerîn û jê re tê gotin ku wê polîs bê. Li ser vê agahiyê, çekên xwe yên li kafeyê derdixînin. Piştî ku polîs tên, li cih lêgerînê dikin û tiştekî nabînin. 5-10 deqe piştî çûyîna polîsan êrîşa çekdarî rû dide. Kurê min bi fîşeka li serî ketî jiyana xwe ji dest da. Jinek ku li derveyî kafeyê di rê de dimeşiya bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

BIRYARA NEPENÎTIYÊ LI SER DOSYAYÊ DANÎN

Ersoy diyar kir ku êrîş hesabpirsîna nava çeteyan bû û got, “Di encama vê yekê de kurê min jiyana xwe ji dest da. Ji roja ku bûyer bû û pê ve gelek caran lêpirsîn hate kirin, lê sûcdar nehatin girtin.”

Ersoy got, “Em ji Mîdyatê ya Mêrdînê beriya bi salan hatin vê derê. Min bi gelekî zor û zehmetiyan zarokên xwe mezin kir. Kurê min hefteyek beriya ku bimire, bûbû bav. Pitikê hefteyekê bêbav hiştin hesab ji wan nayê pirsîn. 15 roj beriya êrîşê li kolanê malek kirê kiribûn, ev êrîşkar bi taybetî ji Stenbolê hatin anîn. Gelek caran çûn kafeyê û bufeya li kêlekê, xwediyê kafeyê li derveyî bajêr bû û roja êrîşê vegeriya bû Mersînê. Çawa ku dîtin vegeriya ye, destpêkê polîs şandin cihê bûyerê, lêgerîn kirin û piştre jî êrîş kirin. Biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hatiye danîn. Hûn çi ji kê vedişêrin? Kujerên zarokê min bi dilrehetî digerin, vegeriyane Stenbolê. Eger em karin van hemûyan hîn bibin, çawa dewlet hîn nabe, çawa nikare van agahiyan werbigire?”

WELAT BÛYE MÎNA MAFYAYÊ

Ersoy pirsa ‘Em li welatekî çawa ne?’ pirsî û anî ziman ku kurê wî di şerê navbera çeteyan de hate kuştin. Ersoy got, “Êrîşkar sê, çar kes bûn. Bi du wesayitan hatin û reşandin. Piştî bûyerê wesayita bi marka Aûdî li otobanê şewitandin. Wesayita din a bi marka Mercedesê jî li Mezîtliyê li qadeke vala hiştin. Piştre li taksiyê digerin û bi çar taksiyên bazirganiyê diçin Zeyntînbûrnû ya Stenbolê. Taksîkar hatin binçavkirin û di îfadeya xwe de got, wan bi du wesayitan êrîşkar birin, du wesayit jî parastina wan kirin. Taksîkaran 2 milyon TL wergirtin. Welat bûye mîna mafyayê. Welat jî di nav de ye. Ji bo pere qezenç bikin her karî êdî dikin. Gelo jiyana mirovan ewqasî bêqîmet bûye? Qîmetê kesên hatine kuştin qet nîne? 2 mirovên bêguneh mirin. Eger dewlet ya pêwîst neke ez ê bikim. Heta ku hesab ji kujeran nepirsim ez ê dest ji vê bûyerê bernedim. Di kameraya ewlekariyê de dîmenê êrîşkaran heye, nasnameya wan diyar e, lê belê hîn nehatine girtin. Eger ev ne hevkarî be, hingî çi ye? Kurê min bû qurbanê çeteyên narkotîkê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rihayê avahiya xisar ji erdhejê dîtibû, hilweşiya: 2 kes mirin
Nûçeya Pişt re Kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Brezîlyayê hejmara miriyan gihîşt 66 kesan

Li eyaleta Rio Grande do Sulê ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 10 baroyan daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîş

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş daxuyaniya hevpar…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin

Halîde Turkoglu ji bo meşa 1’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, divê azadiya fîzîkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?