Şemî, 7 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Akdenîz, Aydinlar, Tekdag û Duman edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê wê li Tirkiye û Kurdistanê were protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê
Kurdistan

Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê

Rojnamevan Egîd Sîrwan endamên HPG-NRÇ’ê Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tufan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan ên şehîd bûne bi bîr anî û got, “Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya pênc şoreşger û endamên ragihandina azad ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir. Derbarê jiyan û têkoşîna van her pênc kedkarên ragihandina azad me bi rojnamevan Egîd Sîrwan re hevpeyvîn kir.

Rojnamevan Egîd Sîrwan anî ziman ku her pênc şoreşger jî bi xebat û berhemên xwe bûne hafizaya şer û berxwedena gerîla. Her şoreşgerê ku pê re mayî û jiyan kirî yek bi yek behsa wan kir û got, ew bûne ziman û çavê gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Egîd Sîrwan di axaftina xwe de wiha qala wan şoreşgeran kir:

“Di serî de her pênc endamên ragihandinê bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Rastî jî her pênc heval Şîlan Ezgî, Aso Baran, Tufan Sefqan, Firat Tolhildan û Azad Serxwebûn, di xebatê ragihandinê de cihekî xwe yê girîng hene. Ango di pêşxistina xebatên ragihandina çiya de pêşengî kirin, têkoşîn kirin, ked dan û bi awayê herî baş xwestin ku fikra Apoyî, jiyan û têkoşîna gerîla, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi awayekî baş biteyîsînin çavê her kesî. Ango bibin ziman û çavê gerîlayên Kurdistanê. Xwestin vê bi awayekî baş, pisporane û şoreşgerane bidin meşandin. Mirov dikare ji bo her pênc hevalan wiha bîne ziman.

 

Weke endamekî ragihandina azad min heval Tufan, Azad û Firat dîtibûn. Dixwazim jibo wan hinek tiştan bêjim. Her sê heval jî me sala 2017’an nas kir. Ji xwe her sê heval bi fermandar Elî Kanîroj re ku fermandarê ragihandin û çapemeniya HPG’ê bû, xebat dane meşandin. Bi rastî jî her sê heval jî bi eşqekî pir mezin, xwestekî zêde û bi berpirsyariyekî ciddî nêzî xebatê ragihandinê dibûn. Her sê heval kedên pir mezin dan. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li qadên şer man, têkoşîn dan meşandin, wekî endamên ragihandinê xebat dane meşandin. Bûn hafizeyek ji têkoşîna gerîla, hem bixwe hem jî bi xebat û berhemên xwe bûn hafizeya şer û berxwedaniya gerîla. Her sê heval jî bi rastî hem di qelem û hem jî di kameramantiya xwe de pir li pêş bûn. Ango karê xwe pir ciddî digirtin û bi rastî jî di vê xebatê de bi hêz bûn.”

Egîd Sîrwan ji bo şehîd Tufan Dersîm jî ev tişt anî ziman:

 

“Heval Tufan eslê xwe ji gundê Axdat ê girêdayî Dersîmê ye. Di malbatekî ji eşîra Ebbasan mezin dibe, jixwe navê şoreşgerekî bi navê Ulaş li heval Tufan tê kirin. Bi xwe jî pir qala wan dikir. Piştre zanîngeh dixwîne, ango însanekî xwendî û zane ye. Bi vî awayî tevlî tevgera azadiyê dibe. Heval Tufan di têkoşîna xwe de salên pir dirêj gerîlatî kiriye, bi taybet li qadên Zagros û Avaşîn tevlî çalakiyan bûye, çend caran birîndar bûye, taybet di şerê gel ê şoreşgerî de yek ji wan gerîlayan bû ku tevlî çalakiyan bûye û rol lîstiye. Fermandarên wekî Reşîd Serdar û Nureddîn Sofî dîtiye û şervanê van fermandaran bûye. Heval Tufan qet negot ez fermandarê gerîla me ez ê çawa xebatê ragihandinê bikim. Pir bi dilnizmî tevlî vê xebatê bû. Û bi vî şêwazî jî xwest xwe pêş bixe. Bi rastî jî di vê karî de xwe kir endamekî pispor ê ragihandinê. Yê kû ji rêhevalê xwe re pêşengî bike û bikaribe berpirsyartiya vê xebatê rake. Heval Tufan bi vî awayî nêzî xebatê ragihandinê dibû. Li gelek herêman geriya, berhem û arşîva têkoşîna gerîla kom kir û kir malê dîrokê. Mijarekî din ku dixwazim bal bikişînim ser, heval Tufan berê jî di qadên gerîla de di çalakiyan de birîndar bibû. Lê Tîrmeha sala 2018’an dema li ser çapemeniya HPG’ê êrîş çêbû, heval Tufan bixwe li wir bû. Dema heval Elî Kanîroj, Helgurt û Xemgîn şehîd ketin, heval Tufan jî li wir birîndar bû û lingê wî şikest. Em bûn şahide vê buyerê. Demekî tedawiya xwe dît, piştre dîsa bêyî ku bêje ez birîndar im û bi awayekî neyînî ji ber êrîşan bandor bûme, bi xwestekekî ji berê zêdetir û bi kîn û nefretekî mezin vegeriya ser karê xwe û xwest ku tola hevalên xwe rabike. Û rastiya êrîşên qirkeriyê nişan bide. Ruxmê kû heval Tufan di aliyê fîzîkî de pir zehmetî dikişand dîsa jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di wan pêvajoyên zehmet de qet rojekî jî ji xwe re nekir asteng. Heval Tufan te ji kîjan rêhevalê/a wî pirs kiriba, bi kedkar bûyîna xwe ve dihat nas kirin û xwe di dilê hevalên xwe de bi cih dikir. Û bi rastî jî yek ji wan hevalan bû ku pir karên girîng, pir berhemên dîrokî û pir xebatên mayînde ji bo xebatê ragihandinê kir. Yek ji xebatên wî yê dawiyê ku bi rastî bi eşqekî mezin pê re mijûl bû, portreya fermandar Elî Piling bû kû bixwe amadekariya wê kir.”

Egîd Sîrwan li ser kesayeta Firat Tolhildan jî ev nirxandin kir:

“Heval Firat Tolhildan jî, yek ji wan hevalan bû ku me sala 2017’an di xebatên ragihandinê de dît. Dema me heval Firat dît, heval nû perwerde dîtibû û ji akademiya ragihandinê ya Gûrbettellî Ersoz derdiket û dihat Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê. Heval Firat bi rûkenî û bi rûgeşiya xwe pir zû bal dikişand û pir zêde germ bû di jiyanê de. Pir bi kelecan bû di jiyanê de. Çend taybetmendiyên wî yên pir xweş jî hebûn. Pir cidî bû di karê xwe de. Heval Firat di karê xwe de pir bi disiplîn, pir cidî nêz dibû. Pir bi xwestekên mezin dixwest pêş bikeve. Ez ji bo heval Firat çend mînakan bidim. Di hemû xebatên xwe yên ragihandinê de, qala xebatên ragihandinê, gerîla û têkoşîna gerîla dikir. Teqez di nav axaftinên wî de navê heval Xelîl Dag derbas dibû. Her tim ji çend hevokên wî navê heval Xelîl derbas dibû. Heval firat pir ji heval Xelîl Dag hez dikir, pir jê bandor bibû û dixwest wek heval Xelîl Dag di qada ragihandinê de û di têkoşîna gerîla de yan jî li çiyayên Kurdistanê ku bikaribe sînema û ragihandinê pêş bixe, ji bo xebatên baş ên mayînde bike, pir bi xwestek bû. Her tim qala wê tiştê dikir. Bi rastî jî wekî heval Xelîl Dag bi cidiyet bû, zêde bi mereq bû. Dema te bigota ev nabe, wî digot na ev dibe û li cem wî tu carî gotina ‘derfet nîne’ nîn bû. Heval Firat dikaribû hemû astengiyan derbas bike. Dixwest vî karî pêş bixe û di vê karê de berpirsiyartî rabike. Pir dixwest biçe cihên zehmet ên wek Zagrosan, Avaşînan herî dawî jî çû ku kar bimeşîne, jixwe heval li wir jî şehîd ket. Di heval Firat de tiştekî din jî hebû. Hevalên ku wî nas dikir, pirs kiriba heval Firat çawa ye. Digotin em newêrin jiber heval Firat tevbigerin, ji ber em çi dikin heval Firat hema dikişîne kamerayê. Dixwest hemû kêliyê gerîla yên zehmet, xweş bi awayekî baş qeyd bike û bike malê dîrokê. Mirovên wekî heval Firat dihêle kû xebat û têkoşîna gerîla baştir biteyîse civakê. Heval Firat dixwest bi qelem û kameraya xwe, bibe çav û zimanê gerîla.”

Egîd Sîrwan jiyan û têkoşîna Azad Serxwebûn wiha vegot:

“Heval Azad jî yek ji wan hevalan bû kû bi taybet li qada Zagrosê xebat daye meşandin. Heval Azad salên 2016-17’an li eyaleta Avaşînê bi kameraya xwe tevlî gelek çalekiyan bû. Yek ji wan çalakiyan jî çalakiya li ser qereqola Rubarok bû. Di heman demê hevalên kû li wê qadê bi heval Azad re mabûn ji heval Azad pir hez dikirin. Di jiyana xwe de pir rûken û dilnizm bû, di hevaltiya xwe de pir samîmî bû. Ji xebatên ragihandinê hez dikir û nûçegihanekî xurt bû. Ew jî ruxmê ku di warê tenduristî de zehmetî dikişand, dîsa jî li herêmên weke Avaşîn û Zagros xebat meşand.”

Egîd Sîrwan wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Xebatên ku niha weke arşîva gerîla hene yan jî weke berhemên ku em niha di medyayan de dîbînin, ev hemû keda heval Şîlan, Aso, Tufan, Firat û Azad e. Xebatên ku em niha di ragihandinê de dimeşînin hemû bi saya van hevalan e. Her pênc heval bi qelem, têkoşîn, kesayet, gerîlatî û kameramantiya xwe weke endamekî ragihandinê ji bo me bûn pêşeng. Em ê bi sond û gotinên wan tevlî xebatê ragihandina azad bibin û pêş bixin. Û em ê her tim li ser şopa wan bimeşin, hewl bidin vê xebatê bi awayekî rast pêşde bibin û berhemên mayînde yê ku layîqê keda wan be pêş bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmraliyê dê di 3’yê Mijdarê de bi Rêber Apo re hevdîtin bike
Nûçeya Pişt re QSD’ê li Reqayê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH’ê li dijî derbeya qeyûm çalakî lidar xistin

Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ragihand ku weke berteka li dijî derbeya qeyûm a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Ger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje

Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Davûtoglû de peyama li ser ‘mutabaqata siyasî û lihevkirina civakî’

Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo Rojava meşa girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?