Îro ji bakur heya başûrê Çiyayê Şengalê, ji civaka Êzidî heya hemû pêkhateyên Şengalê hemû karên xwe yên rojane, karên jiyanî dan sekinandin, fermana 2014’an bibîranîn û berxwedana Şengalê silav kirin.
Îro saet di 10:00’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Herdanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heya Girzerik, Tilezêr, Sîba û Medîbanê herkes ji bo 3 deqeyan jiyanê dan sekinandin. Gelê Şengalê li ber meclîsên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, li ber meclîsên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê çalakiya berfireh bûn.
Di çalakiya rêzgirtinê de tiştê herî balkêş û bi wate jî ew bû ku gelê Şengalê berê xwe da Çiyayê Şengalê.