Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Di 10’emîn salvegera qirkirina ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatî kirin de girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Ezîdiyan (PADÊ) ya ji aliyê dewleta Iraqê ve nîşan daye ku dewleta Iraqê û Rêveberiya Hêrêmî ya Kurdistanê wê di polîtîkayên xwe yên zextê yên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê de bi israr bin.’’
‘ÎRADE Û AZADIYA ÊZÎDIYAN HATE HEDEFGIRTIN’
FEDA’yê di daxuyaniya xwe de ev yek jî anîn ziman:
‘’Peyama ku bi biryara girtina PADÊ’yê tê dayîn zelal û eşkere ye: Xwestine bibêjin ku mafê jiyanê yê Êzîdiyên ku daxwaziya azadiyê û statûya siyasî dikin û xwedî li îradeya xwe derdikevin, tune ye. Em weke FEDA’yê vê yekê qebûl nakin û bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bila vê biryara xwe betal bike. Daxwaza civaka Êzîdiyan a azadî û statûyê rewa ye.
Biryarên hikûmeta Iraqê yên girêdayî daxwazên dewleta Tirk wê ne ji bo berjewendiya dewleta Iraqê be û ev yek pir eşkere ye. Kesên ku ji zîhnîyeta dewleta Tirk ya qedexeker û înkarker îlhamê digirin û PADÊ’yê qedexe dikin, bila baş bizanibin ku civaka Êzîdiyan wê tu carî dev ji paradîgmaya azadîparêz û civaka demokratîk bernede û wê bi xwe, xwe bi rê ve bibe.’’