Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bibîranîna Şehîd Dersim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) ê 21’ê Çileyê gihiştibû şehadetê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
Daxuyanî wiha ye: “Hevalê me Dêrsim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) ê bi xwe gaziyê şer bû û di eniya herî pêş a berxwedanê de cih digirt, 21’ê Çileyê li nexweşxaneyê dema tedawî didît tevlî karwanê şehîdan bû.
Di pêvajoya hîmên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihatin danîn de heval Dêrsim sala 2012’an li Holê tevlî nav refên YPG’ê bû. Hevrê Dêrsim ê di demeke kurt de xwe di aliyê eskerî û bîrdozî de pêş xist, bi sekn, tevger û xebata xwe di nav heval û hevrêyên xwe de timî mînak dihat girtin.
Hevrê Dêrsim sala 2019’an li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker û çeteyên wê de di berxwedana rûmetê ya Serêkaniyê de cihê girt û li wir birîndar bû. Heval Dêrsim piştî tedawiya xwe di nav têkoşîna gelan de ji her demê zêdetir kar û xebat kir û weke fermandar gelek hevalên xwe perwerde kirin.
Fermandar û hevrêyê me yê hêja Dêrsim ê di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de xwe kûr kiribû, ji bo paradîgmaya Rêbertî li tevahiya herêmê pêş bikeve bi hezkirin û eşqeke mezin tevgeriya.
Weke gaziyên şer di serî de ji malbata me ya hêja ya heval Dêrsim, ji tevahî gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza didin hemû hevalan û gelên xwe weke gaziyên şer em ê timî li meydanên şer li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin. Bi hêza em ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin, jiyaneke herî bi rûmet a hêvî û armanca şehîdên me ne em ê diyarî hemû mirovatiyê bikin.”
“