Sêşem, 28 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandar Baz Qamişlo: Em parastina rûmeta gelekî dikin
Rojava

Fermandar Baz Qamişlo: Em parastina rûmeta gelekî dikin

Fermandarê QSD’ê Baz Qamişlo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nirxand û got: “Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin. Em ê tu carî nehêlin dagirker bigihîjin armanca xwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta roja îro êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî navber didomin. Li herêmê bi hilweşîna rejîma Esed re pêvajoyek nû dest pê kir û rejîma jihevketî bi temamî rûxiya. Hêzên parastinê ji deverên weke Til Rifat û Şehbayê, QSD jî ji Minbicê ji bo ku gelê herêmê ji qetlîaman biparêzin biryara paşvekişandinê dan. Lê belê tevî lihevkirinên heyî jî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî gelê herêmê dikin û lihevkirinê binpê dikin. Girêdayî vê yekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dijwar li dijî bajarên Minbic, Kobanê û Bendava Tişrînê êrîş dan destpêkirin û bajarê Minbicê dagir kirin.  Di van êrîş û pêvçûnên tên jiyîn de, dewleta Tirk hem di warê çawanî hem jî di warî teknîka şer de piştgireyek berbiçav dide komên çete da ku çete pêş de werin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê derbên mezin xwarin, nekarîn planên xwe yên qirêj pêk bînin û pêş bikevin.  Ev nêzî 40 rojan zêdetir e şervanên QSD’ê bi berxwedaneke dîrokî rê nadin hêzên dagirker. Baz Qamişlo yek fermandarên QSD’ê yê eniya Bendava Tişrînê ye ku roja êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin heta niha di eniyên berxwedanê ya Bendeva Tişrînê de cih digire û wiha behsa êrîşên dagirkeriyê û têkçûna çeteyên dewleta Tirk dike: “Weke tê zanîn ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve êrîşên berfireh li ser heremên Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin. Tevî ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî Bendava Tişrînê dike jî em heya niha bendavê diparêzin û em ê herdem jî biparêzin.”

DESTPÊKA ÊRÎŞÊN LI SER BENDAVA TIŞRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê piştî dagirkirina bajarê Minbicê bi hemû hêza xwe, êrîşên li ser bendava Tişrînê zêde kirin. Fermandar Baz Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk ya li ser Bendava Tişrînê nirxand û got: “Dewleta Tirk hem bejayî  hem jî bi balafirên şer û keşfê êrîşên dijwar li ser Bendava Tişrînê pêk tîne. Lê belê li hemberî van êrîşên dagirkeriyê dema ku berxwedaniya şervanan û biryardariya wan dîtin, çeteyên ku di bin venêrîna dewleta Tirk de ne, nema diwêrîn pêş de werin. Girêdayî vê yekê piştî 15 rojên şer, dijmin balafirên şer jî xist dewrê û êrîşên xwe dijwartir kirin. Her wiha heta niha bi rêya êrîşên hewayî û çekên giran bêyî navber êrîşan li ser bendavê pêk tîne. Dewleta Tirk bi komên çete û hêzên paramîlîter re gelekî hewl da ku Bendava Tişrînê dagir bike. Bi vê armancê jî bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî me dike, lê me rê neda ku dijmin gavek jî pêş bikeve. Ji ber ku me weke şervanên QSD’ê soz daye gelê xwe û em ê heta dawiyê jî li pey vê soza xwe bin da ku em rûmeta gelê xwe biparêzin.”

BIRYARA PÊNGAVA ŞEHÎD EZÎZ EREB 

Fermandar Baz Qamişlo bal kişand bi ser pêngava Şehîd Ezîz Ereb û wiha got: “Di 8’ê Kanûnê de deweleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi awayekî dijwar êrîşî herêmê kirin. Êrîşên dagirkeriyê bêyî navber berdewam kirin. Me jî weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk 13 rojan piştî êrîşan, me biryara destpêkirina pêngava ‘Şehîd Ezîz Ereb’ da. Ji roja ku êrîş dest pê kirin heta niha pevçûnên di navbera me û çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk de berdewam dikin. Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Bendava Tişrînê û gundewarên wê hemû hêza xwe seferber kir. Ji bo em jî bikaribin pêşî li êrîşên bêperwa yên dewleta Tirk bigirin, di çarçoveya pêngava ‘Şehîd Ezîz Ereb’ de me gundên Seyîdiyê, Xirbet Zimala û Qişleyê tevî pevçûnên giran jî ji çeteyan paqij kir. Ev biryardariya me ya heta roja îro jî bi piştevaniya gelê me didome.”

GELÊ ME LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE LI BER XWE DIDE

Baz Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelê herêmê êrîşî konvoyên gel dike û  wiha got: “Ev deh roj in gelên me yê Bakur Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina bendavê, li kêleka şervanan çalakiya nobetê ya berxwedaniyê bi rê ve dibin. Li seranserî heremê gel bi karwanan berê xwe didin bendavê, lê dijmin bi heman êrîşên ku li ser hêzên parastinê pêk tîne, li ser gelê me jî bi awayekî hovane pêk tîne. Dagirker dikin û nakin ku êrîşên pir giran jî pêk tînin, nikarin hêz û vîna me û gelê me bişkînin. Em zarokên vî gelê berxwedêr in, ew berxwedêrên ku niha li bendavê ne malbatên me ne. Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin, em ê êrîşên çete û dagirkeran bê bersîv nehêlin. Ji ber ku ev hêzên dagirker bûn sedema şehadeta gelek hevalên me û destê wan di xwîna gelê me de heye. Em ê tola gelê yê berxwedêr û hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Em di van çeperan de parastina kesayetê xwe nakin, em li vê derê parastina gelekî dikin. Em careke din jî dibêjin ku em ê şer û berxwedaniya xwe bidomînin. Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin û em ê tu carî nehêlin hêzên dagirker bigihîjin armanca xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevana binçavkirî: Nikarin me têk bibin
Nûçeya Pişt re Endamê Ewlehiya Hundirîn Mihemed Hiso Şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Divê dawî li van operasyonan were

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirinê yên li hemberî ÎBB’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hênê teqîn: Omer Koç jiyana xwe ji dest da

Omer Koç ê 18 salî ji ber teqîna cîsmekî li mezraya Kokê ya girêdayî navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Di Skorsky’a li Zapê hatî xistin de, yek jê serbaz bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derbe li helîkoptera bi tîpa Skorsky a ayîdê Artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Arjantînê mutefîkê Trump Milei di hilbijartinê de bi ser ket

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Arjantînê mutefîkê Trump Milei di hilbijartinê de bi ser ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?