Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Fermandar Egîd ˊMahsûm Korkmazˊ li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi bîr anî.
Di merasîma bibîranînê de deqeyek rêzgirtin hat girtin, dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Şêx Ehmed Hemo axivî.
Şêx Ehmed Hemo got: “Em hemû şehîdên berxwedana meha Adarê bi bîr tînin. Di serî de em Fermandar Egîd bi bîr tînin. Di vê Hefteya Lehengiyê de her kes dizane ku lehengiya herî mezin di dîroka şoreşa azadiyê de hate kirin.”
Şêx Ehmed Hemo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her şehîdekî/ê muhra xwe li dîrokê danî û avakirinek bi pêş xist. Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em soza bilindkirina asta têkoşînê didin. Şehîd Egîd bi têkoşîneke bêhempa heta dawiyê li ber xwe da. Em ê li ser rêya şehîdên xwe bin.”
Dûre li derdora Peykerê şehîd Egîd mûm hat pêxistin.

