Naskirina wî ne tenê naskirina mirovekî, dostekî, hevalekî û hevrêyekî bû. Naskirina wî şahidiya heqîqeta serdemekê, fêhmkirina sira wateyê bû.
Ji ber ku hevalê Şiyar ti carî yekî ji rêzê nebû. Weke zimanê çiyê bû, dengê gel bû, şênberiya fedaîtiyê bû.
Her gava bi wî re dihate avêtin ne tenê rêwîtiyek bû; hilgirtina barê herî giran ê dîroka Kurdistanê bû, hilgirtina heqîqeta herî pîroz bû.
Hevalê Şiyar fermandarê min ê destpêkê bû. Li nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê destpêkê li wî rast hatim. Yê ku bandora yekser li min kir ku beşdarî nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bibim, beşdarî nava ‘Hêzên Taybet’ bibim ew bû. Lê belê ew ne tenê fermandarê min bû, di heman demê de hevrêyê min ê destpêkê, mamosteyê min ê destpêkê bû.
Mayina li gel wî weke xwendina li dibistanekê bû. Mayina li gel wî dihat wateya hînbûna heqîqetê. Ji ber ku wî agahî ne tenê bi gotinê, lê bi sekn û jiyana xwe dida hînkirin. Carna bi kenê xwe dilê me rehet dikir, carna bi gotineke xwe em jinûve diafirand. Her kesên pê re ma pê zane: Ew ne tenê şervanek bû, ew dengvedana serdemê bû.
Rûmeteke mezin e ku em bi wî re ne tenê li cihekî, lê li çar aliyên Kurdistanê man. Li Xinêrê li nava tehtên asê em şêvê li gel hev man, li çiyayên asê yên Dersimê li dora heman agirî em germ bûn. Li rêyên zor û zehmet ên Engîzekê, yên Amanosê em bi hev re meşiyan. Li nava bexçeyên zeytûnê yên Efrînê me bi hev re stran got, li Şehbayê jî me heman nan parve kir. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Engîzekê heta bi Amanosan li erdnîgariyeke berfireh me hevrêtî li çeperan kir.
Li ku dibe bila bibe kêliya ku em bi hev re bûn kêliyeke ji rêzê nebû; kêliyek bû ku li dîrokê dihate neqişandin.
DERWÊŞÊ SERDEMA NÛJEN BÛ
Dema ku qala hevalê Şiyar bê kirin, eger tenê weke şervanekî yan jî fermandarekî bê pênasekirin ev yek wê bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber ku ew di heman demê de derwêşê serdema nûjen bû. Belê, we şaş nebihîst; derwêşek bû…
Derwêşek li çiyê, li olê, li nava şer, di dilê gelê xwe de nefes werdigirt. Dergaha wî çiyayên Kurdistanê yên azad bû. Semaha wî stranên wî yên li nava şer bû; pratîka wî fedakariya j ibo gelê xwe bû.
Wî bi fedaîtiya xwe eşqa Mewlana, serhildêriya Pîr Sûltan, helbesta Ahmet Arîf û kilamên dengbêjan li heman bedenê gihand hev.
Ev Derwêşî bû. Derwêşî ne tenê xizanî ye; tê wateya dewlemendiyeke mezin a di dil de. Dilê hevalê Şiyar bi eşqa bê dawî ya ji bo gel, hevrê û azadiyê dewlemend bû, ti tiştî nikarîbû ku ew xizan nîşan bida. Ew dewlemendê heqîqetê bû.
Li Dersimê li dora êgir di sohbetekê de ji me re gotibû, “Hevrêtî ne tenê meşa mil bi mil e. Hevrêtî vekirina dilê xwe ji hev re ye, hilgirtina barê hev e. Eger em vê nekin, ne van çiyayan em ê xwe bi xwe winda bikin.”
Ev gotinên wî weke nefesa derwêşekî bû. Di nava şer de jî mirov digihand hev, welêt, civakê û xwezayê. Lewma jiyana hevalê Şiyar ne tenê bi çekê bû; jiyana wî di heman demê de weke berxwedanek bi gotin, tembûrê bû ku digihîşt dilê mirovan.
Ew di nava şer de jî distira, êşa xwe bi hunerê, hêviya xwe bi gotinan dianî ziman.
BI ÇEK, GOTIN Û TEMBÛRA XWE DENG DA ÇIYÊ
Di jiyana hevalê Şiyar de çek, gotin û tembûr ji hev ne cuda bûn. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn. Çek ji bo parastina rûmeta gel bû; gotin ji bo mezinkirina dilê hevrêyan bû, tembûr jî ji bo derxistina hêviyê ji nava êşê bû. Û wî bi van hersê amûran deng da çiyê. Çiya jî li pêşberî wî semah gerandin.
Di stranên wî de xemgîniyeke şexsî tine bû; îsyaneke kolektîf hebû. Êşa bi sedan salan, kêfxweşiya tinehesibandî û hêviya jibîrkirin lê dihate ferzkirin a gelê Kurd hebû. Dema ku wî distira me ne tenê lê guhdarî dikir, em jinûve bi ser xwe ve dihat. Ji ber ku wî huner ne weke şahiyê didît, lê weke eniyeke berxwedanê didît.
Lê belê şiyar ne tenê ozanek bû. Ew di heman demê de rewşa herî şênber a fedaîtiyê bû. Fedaîtî bi wî re têgeheke romantîk nebû; rastiyeke jiyanê bû.
Fedaîtî dihate wateya derbaskirina ‘Xwe’ û jiyana yekpare bû. Hevalê Şiyar ev yek bi ser xist. Ne hebûna xwe, lê daxwaza azadiyê ya gelê Kurd jiya. Ronahiya di çavên wî de ne şewqa wî bû; şewqa heqîqeta gelê Kurdistanê bû.
Hevalê Şiyar şervanek bû; lê belê şerê xwe ne tenê li hemberî dijmin meşand. Wî di nava xwe de jî şer kir. Di nava tarîtiya êşê de ji bo hêviyê zindî bihêle, di nava giraniya kederê de ji bo eşq û hezkirinê biparêzer şer kir. Û vî şerî ew kir hunermendekî fedaî.
HEQÎQETA WÎ DI NAVA HEVRÊTIYÊ DE VEŞARTÎ BÛ
Eger mirov tenê bi fermandariyê, bi hunermendiyê û fedaîtiyê qala hevalê Şiyar bike wê kêm bimîne. Heqîqeta wî herî zêde di hevrêtiyê de veşartî bû. Me li gel wî ne tenê mil bi mil şer kir; me birçîbûna xwe, tîbûna xwe, bêxewbûna xwe, êşa xwe, kêfxweşiya xwe parve kir. Em li dora heman êgirî germ bûn.
Ji zozanên Derya Reş heta bi tehtên asê yên Xinêrê, ji çiyayên asî yên Dersimê heta bi rêyên zor û zehmet ên Amanosan, ji nava bexçeyên zeytûnan ên Efrînê heta bi xaka birîndar a Şehbayê… Li ku dibe bila bibe ew timî li gel me bû. Û hebûna wî ya li gel me ne tenê fîzîkî bû; ew li gel dilê me bû, em yekpare dikir.
Hevrê Şiyar pirtûka hevrêtiyê nenivîsand; ew bû hevrê bi xwe. Wî bi gotinekê em hemû jinûve diafirand. Bi kenê xwe westandin ji ser me diavêt. Pariyê xwe dida me; xewa xwe ji me re dihişt, ji bo me diket nobedê. Mirov dema li gel wî bû ti carî xwe bi tenê nedidît. Ji ber ku wî ebediyata hevrêtiyê di dilê xwe de hildigirt.
Hevrêtî li gel wî têgeheke ziwa nebû. Ji bo wî dihat wê wateyê ku bi hev re bicemide, bi hev re bikene, bi hev re bimîne. Ya herî girîng jî bi hev re mirinê bide ber çavên xwe. Ji ber ku yên bi wî re meşiyan zanin: Ew dema ku bi ser mirinê ve diçû bi tenê neediçû. Em bi xwe re dibir û em hemû wêrek dikir.
DENG Û RUHÊ KURDISTANÊ BÛ
Hevalê Şiyar bi tena serê xwe ne şexsek bû. Ew dengê Kurdistanê bû. Ew şênberiya êş, raperîn, hêvî û xeyalên hezar salî yên gelê Kurd bû. Gavên wî ne tenê li rêya çiyayekî bû; li nava kolanên Amedê, li nava kolanên teng ên Qamişloyê, li ser tehtên asî yên Dersimê, li xaka birîndar a Şehbayê, li nava bexçeyên zeytûnan ên Efrînê dihate dîtin.
Biçûya ku derê dengê gelê xwe dibir wê derê. Ji ber ku wî Kurdistana parçebûyî bi rengekî yekpare dijiya. Ew ewladekî Kurdistana yekpare bû. Têkoşîna wî ne tenê ji bo parastina eniyekê bû; parastina hebûna gelekî bû.
Dengê hevalê Şiyar ne tenê dengê ozanekî bû. Ew dengê çiyê bû.
Ji ber vê yekê têkoşîna wî û hunera wî ji hev ne cuda bû. Çek û tembûra wî, gotin û gava wî, fermandarî û ozantiya wî… Dema ku ev hemû digihîştin hev dibûn hevalê Şiyar. Hevalê Şiyar dihate wateya dengê Kurdistanê. Ji ber ku ew ruhê gel bû. Di kedera herî kûr a gel de, di kêfxweşiya herî mezin a gel de şopa wî hebû. Navê wî ne tenê navê hevrêyekî bû, navê ruhê Kurdistanê bû.
DENGVEDANA NEMIRIYÊ
21’ê Cotmeha 2016… Xaka Şehbayê wê rojê ne tenê bedenek, her wiha sembola serdemekê jî hembêz kir. Em zanin ku hevalê Şiyar nemir. Ji ber ku fedaî namirin. Ew tenê bedena xwe li pey xwe hdihêlin; nav, gotin, deng û fedakariya xwe li dilê gelan dineqişînin.
Hevalê Şiyar jî bi wî rengî bû. Wê rojê ya ku kete nava axê tenê bedenek bû; lê belê di hişê gel de, di bayê çiyê de, di dengê stranên me de û di dilê hevrêyên me de Şiyar zêde bûn.
Şiyar Harûn Malatya kî ye?
Mehmet Aslan ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de navê wî Şiyar Harûn Malatya bû, 4’ê Çileya 1977’an li Yazihan a Meletiyê ji dayik bû.
Dema ku li Zanîngeha Dîcleyê li Fakulteya Hiqûqê dixwend bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Di sala 1999’an de di dema komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevlî nava refên PKK’ê bû. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê li sê parçeyên Kurdistanê şer kir. Di 21’ê Cotmeha 2016’an de li Kantona Şehba ya Rojavayê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû.