Duşem, 27 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temelli: Pêvajoya muzakereyê divê bibe xwedî zemînekî zagonî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê polîsan êrîş bi ser meşa karkeran: Serokê sendîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ÎHD’ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandarê fedaî ku çek, gotin û tembûra xwe yek bû: Şiyar Malatya
Kurdistan

Fermandarê fedaî ku çek, gotin û tembûra xwe yek bû: Şiyar Malatya

Şiyar Malatya di jiyana xwe de çek, gotin û tembûr ji hev cuda nedikir. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Naskirina wî ne tenê naskirina mirovekî, dostekî, hevalekî û hevrêyekî bû. Naskirina wî şahidiya heqîqeta serdemekê, fêhmkirina sira wateyê bû.

Ji ber ku hevalê Şiyar ti carî yekî ji rêzê nebû. Weke zimanê çiyê bû, dengê gel bû, şênberiya fedaîtiyê bû.

Her gava bi wî re dihate avêtin ne tenê rêwîtiyek bû; hilgirtina barê herî giran ê dîroka Kurdistanê bû, hilgirtina heqîqeta herî pîroz bû.

Hevalê Şiyar fermandarê min ê destpêkê bû. Li nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê destpêkê li wî rast hatim. Yê ku bandora yekser li min kir ku beşdarî nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bibim, beşdarî nava ‘Hêzên Taybet’ bibim ew bû. Lê belê ew ne tenê fermandarê min bû, di heman demê de hevrêyê min ê destpêkê, mamosteyê min ê destpêkê bû.

Mayina li gel wî weke xwendina li dibistanekê bû. Mayina li gel wî dihat wateya hînbûna heqîqetê. Ji ber ku wî agahî ne tenê bi gotinê, lê bi sekn û jiyana xwe dida hînkirin. Carna bi kenê xwe dilê me rehet dikir, carna bi gotineke xwe em jinûve diafirand. Her kesên pê re ma pê zane: Ew ne tenê şervanek bû, ew dengvedana serdemê bû.

Rûmeteke mezin e ku em bi wî re ne tenê li cihekî, lê li çar aliyên Kurdistanê man. Li Xinêrê li nava tehtên asê em şêvê li gel hev man, li çiyayên asê yên Dersimê li dora heman agirî em germ bûn. Li rêyên zor û zehmet ên Engîzekê, yên Amanosê em bi hev re meşiyan. Li nava bexçeyên zeytûnê yên Efrînê me bi hev re stran got, li Şehbayê jî me heman nan parve kir. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Engîzekê heta bi Amanosan li erdnîgariyeke berfireh me hevrêtî li çeperan kir.

Li ku dibe bila bibe kêliya ku em bi hev re bûn kêliyeke ji rêzê nebû; kêliyek bû ku li dîrokê dihate neqişandin.

DERWÊŞÊ SERDEMA NÛJEN BÛ

Dema ku qala hevalê Şiyar bê kirin, eger tenê weke şervanekî yan jî fermandarekî bê pênasekirin ev yek wê bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber ku ew di heman demê de derwêşê serdema nûjen bû. Belê, we şaş nebihîst; derwêşek bû…

Derwêşek li çiyê, li olê, li nava şer, di dilê gelê xwe de nefes werdigirt. Dergaha wî çiyayên Kurdistanê yên azad bû. Semaha wî stranên wî yên li nava şer bû; pratîka wî fedakariya j ibo gelê xwe bû.

Wî bi fedaîtiya xwe eşqa Mewlana, serhildêriya Pîr Sûltan, helbesta Ahmet Arîf û kilamên dengbêjan li heman bedenê gihand hev.

Ev Derwêşî bû. Derwêşî ne tenê xizanî ye; tê wateya dewlemendiyeke mezin a di dil de. Dilê hevalê Şiyar bi eşqa bê dawî ya ji bo gel, hevrê û azadiyê dewlemend bû, ti tiştî nikarîbû ku ew xizan nîşan bida. Ew dewlemendê heqîqetê bû.

Li Dersimê li dora êgir di sohbetekê de ji me re gotibû, “Hevrêtî ne tenê meşa mil bi mil e. Hevrêtî vekirina dilê xwe ji hev re ye, hilgirtina barê hev e. Eger em vê nekin, ne van çiyayan em ê xwe bi xwe winda bikin.”

Ev gotinên wî weke nefesa derwêşekî bû. Di nava şer de jî mirov digihand hev, welêt, civakê û xwezayê. Lewma jiyana hevalê Şiyar ne tenê bi çekê bû; jiyana wî di heman demê de weke berxwedanek bi gotin, tembûrê bû ku digihîşt dilê mirovan.

Ew di nava şer de jî distira, êşa xwe bi hunerê, hêviya xwe bi gotinan dianî ziman.

BI ÇEK, GOTIN Û TEMBÛRA XWE DENG DA ÇIYÊ

Di jiyana hevalê Şiyar de çek, gotin û tembûr ji hev ne cuda bûn. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn. Çek ji bo parastina rûmeta gel bû; gotin ji bo mezinkirina dilê hevrêyan bû, tembûr jî ji bo derxistina hêviyê ji nava êşê bû. Û wî bi van hersê amûran deng da çiyê. Çiya jî li pêşberî wî semah gerandin.

Di stranên wî de xemgîniyeke şexsî tine bû; îsyaneke kolektîf hebû. Êşa bi sedan salan, kêfxweşiya tinehesibandî û hêviya jibîrkirin lê dihate ferzkirin a gelê Kurd hebû. Dema ku wî distira me ne tenê lê guhdarî dikir, em jinûve bi ser xwe ve dihat. Ji ber ku wî huner ne weke şahiyê didît, lê weke eniyeke berxwedanê didît.

Lê belê şiyar ne tenê ozanek bû. Ew di heman demê de rewşa herî şênber a fedaîtiyê bû. Fedaîtî bi wî re têgeheke romantîk nebû; rastiyeke jiyanê bû.

Fedaîtî dihate wateya derbaskirina ‘Xwe’ û jiyana yekpare bû. Hevalê Şiyar ev yek bi ser xist. Ne hebûna xwe, lê daxwaza azadiyê ya gelê Kurd jiya. Ronahiya di çavên wî de ne şewqa wî bû; şewqa heqîqeta gelê Kurdistanê bû.

Hevalê Şiyar şervanek bû; lê belê şerê xwe ne tenê li hemberî dijmin meşand. Wî di nava xwe de jî şer kir. Di nava tarîtiya êşê de ji bo hêviyê zindî bihêle, di nava giraniya kederê de ji bo eşq û hezkirinê biparêzer şer kir. Û vî şerî ew kir hunermendekî fedaî.

HEQÎQETA WÎ DI NAVA HEVRÊTIYÊ DE VEŞARTÎ BÛ

Eger mirov tenê bi fermandariyê, bi hunermendiyê û fedaîtiyê qala hevalê Şiyar bike wê kêm bimîne. Heqîqeta wî herî zêde di hevrêtiyê de veşartî bû. Me li gel wî ne tenê mil bi mil şer kir; me birçîbûna xwe, tîbûna xwe, bêxewbûna xwe, êşa xwe, kêfxweşiya xwe parve kir. Em li dora heman êgirî germ bûn.

Ji zozanên Derya Reş heta bi tehtên asê yên Xinêrê, ji çiyayên asî yên Dersimê heta bi rêyên zor û zehmet ên Amanosan, ji nava bexçeyên zeytûnan ên Efrînê heta bi xaka birîndar a Şehbayê… Li ku dibe bila bibe ew timî li gel me bû. Û hebûna wî ya li gel me ne tenê fîzîkî bû; ew li gel dilê me bû, em yekpare dikir.

Hevrê Şiyar pirtûka hevrêtiyê nenivîsand; ew bû hevrê bi xwe. Wî bi gotinekê em hemû jinûve diafirand. Bi kenê xwe westandin ji ser me diavêt. Pariyê xwe dida me; xewa xwe ji me re dihişt, ji bo me diket nobedê. Mirov dema li gel wî bû ti carî xwe bi tenê nedidît. Ji ber ku wî ebediyata hevrêtiyê di dilê xwe de hildigirt.

Hevrêtî li gel wî têgeheke ziwa nebû. Ji bo wî dihat wê wateyê ku bi hev re bicemide, bi hev re bikene, bi hev re bimîne. Ya herî girîng jî bi hev re mirinê bide ber çavên xwe. Ji ber ku yên bi wî re meşiyan zanin: Ew dema ku bi ser mirinê ve diçû bi tenê neediçû. Em bi xwe re dibir û em hemû wêrek dikir.

DENG Û RUHÊ KURDISTANÊ BÛ

Hevalê Şiyar bi tena serê xwe ne şexsek bû. Ew dengê Kurdistanê bû. Ew şênberiya êş, raperîn, hêvî û xeyalên hezar salî yên gelê Kurd bû. Gavên wî ne tenê li rêya çiyayekî bû; li nava kolanên Amedê, li nava kolanên teng ên Qamişloyê, li ser tehtên asî yên Dersimê, li xaka birîndar a Şehbayê, li nava bexçeyên zeytûnan ên Efrînê dihate dîtin.

Biçûya ku derê dengê gelê xwe dibir wê derê. Ji ber ku wî Kurdistana parçebûyî bi rengekî yekpare dijiya. Ew ewladekî Kurdistana yekpare bû. Têkoşîna wî ne tenê ji bo parastina eniyekê bû; parastina hebûna gelekî bû.

Dengê hevalê Şiyar ne tenê dengê ozanekî bû. Ew dengê çiyê bû.

Ji ber vê yekê têkoşîna wî û hunera wî ji hev ne cuda bû. Çek û tembûra wî, gotin û gava wî, fermandarî û ozantiya wî… Dema ku ev hemû digihîştin hev dibûn hevalê Şiyar. Hevalê Şiyar dihate wateya dengê Kurdistanê. Ji ber ku ew ruhê gel bû. Di kedera herî kûr a gel de, di kêfxweşiya herî mezin a gel de şopa wî hebû. Navê wî ne tenê navê hevrêyekî bû, navê ruhê Kurdistanê bû.

DENGVEDANA NEMIRIYÊ

21’ê Cotmeha 2016… Xaka Şehbayê wê rojê ne tenê bedenek, her wiha sembola serdemekê jî hembêz kir. Em zanin ku hevalê Şiyar nemir. Ji ber ku fedaî namirin. Ew tenê bedena xwe li pey xwe hdihêlin; nav, gotin, deng û fedakariya xwe li dilê gelan dineqişînin.

Hevalê Şiyar jî bi wî rengî bû. Wê rojê ya ku kete nava axê tenê bedenek bû; lê belê di hişê gel de, di bayê çiyê de, di dengê stranên me de û di dilê hevrêyên me de Şiyar zêde bûn.

Şiyar Harûn Malatya kî ye?

Mehmet Aslan ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de navê wî Şiyar Harûn Malatya bû, 4’ê Çileya 1977’an li Yazihan a Meletiyê ji dayik bû.

Dema ku li Zanîngeha Dîcleyê li Fakulteya Hiqûqê dixwend bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Di sala 1999’an de di dema komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevlî nava refên PKK’ê bû. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê li sê parçeyên Kurdistanê şer kir. Di 21’ê Cotmeha 2016’an de li Kantona Şehba ya Rojavayê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi gavên yekalî ava nabe
Nûçeya Pişt re Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

6 sal û 3 meh cezayê hepsê dan şaredarê berê Mehmet Yaşik

Bi hinceta xebatên siyasî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li şaredarê berê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê kantonên Reqa, Firat û Cizîrê di rêya Helebê de ne

Gelê kantonên Reqa, Firat û Cizîrê bersiv da seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyam weşand û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Lêkolîn: Melatonîn di demeke dirêj de dikare bandorê li tenduristiya dil bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Meletiyê erd hejiya

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Teoriyên komployê yên piştî êrişa li galaya Qesra Spî: Her tişt mîzansen e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?