Hat diyarkirin ku di Operasyona Şoreşgerî de ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê lidar xist, gelek dagirker hatin cezakirin û gelek çek jî hatin desteserkirin.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk her çendî ku hewl dide windahiyên xwe veşêre, neçar ma eşkere bike ku 9 leşker mirin û 4 jî birîndar bûn.
Piştî têkçûna artêşa tirk, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hate Şirnexê. Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û fermandarên hêzê jî pê re hatin.
PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ DAGIRKER DICIVIN
Piştî têkçûna li Zapê, tê payîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîr jî îro bicivin. Wê bi serokatiya Erdogan di saet 14.30’an de li Dolmabahçeya Stenbolê civîna “ewlehiyê” were lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û Serokê MÎT’ê Îbrahîm kalin wê beşdarî civîna li ofîsa xebitînê ya Erdogan, bibin.