Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji baroyan banga li ser doza Kobanê: Bi ya DMME’yê bikin, girtiyan berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê ji bo azadiya girtiyan banga têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Çînê dîplomasiya Rojhilata Navîn: Pêşîlêgirtina şer karê sereke ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canan Kebenç Ozkan: Wê ruhê Lihevkirina Bajêr dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hilblijartinên Îsraîlê de îdîayên li ser nelirêtiyê nehate piştrastkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê êriş bir ser baregehên li Balîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Festîvala Şano ya Amedê: Bîreke çandî
Çand û Hûner

Festîvala Şano ya Amedê: Bîreke çandî

Şîlan Alagoz anî ziman ku Festîvala Şano ya Amedê pirzimanî û pirçandî ye û got, "Festîval êdî veguherî bîreke çandî. Em ê îsal bi xurtî derkevin ser dikê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Festîvala Şano ya Amedê ya 10’emîn bi hevkariya Şanoyên Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şanoya Bajar a Amedê di 25’ê Nîsanê de bi dirûşma ‘Çiraya me geş dibe’ destpê dike.

Festîval wê bi performanseke dansê destpê bike û bi giştî 11 lîstik bêne pêşkêşkirin. Di bernameyê de lîstikek bi Ermenî, 4 lîstikên bi Soranî, 6 lîstikên bi Kurmancî û 4 lîstikên bi Tirkî hene. Ji Rojhilat û Başûr jî wê komên şano tevlî festîvalê bibin.

Festîvala ku wê heta 4’ê Gulanê dewam bike, bi naveroka xwe ya pirçandî û pirzimanî balê dikişîne. Festîvala Şano ya Amedê 10 sal in derdikeve pêşberî hunerhezan.

KOMA ERMEN JÎ WÊ DERKEVE SER DIKÊ

Di şeva destpêkê ya festîvalê de wê ji bo bîranîna şanogerê Kurd Bavê Teyar ku 18’ê Çileyê li nêzî Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa hewayî de birîndar bû û 19’ê Çileyê jiyana xwe ji dest da, sînevîzyon wê bê nîşandan û performansa bi navê ‘Palma’ bê pêşkêşkirin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê jî komên şano yên Akademiya Hunerê (Sine) û Bertevg a Kargeha Şanûya Hûman (Seqiz) tevlî festîvalê bibin. Her wiha îsal yekemcar koma şano ya Ermenî Hangartz wê di festîvalê de derkeve ser dikê. Komên şano yên Moda Sahne, Îstanbûl Împro, Adam Tiyatro û BGST Tiyatro lîstikên xwe yên bi Tirkî nîşan bidin.

Lîstikvana Şano ya Bajarê Amedê Şîlan Alagoz anî ziman ku li gel astengî û zehmetiyan jî festîval bi salan hatiye dewamkirin û bang li gel kir ku beşdarî festîvalê bibe.

Şîlan Alagoz diyar kir ku festîval bi saya taybetmendiya xwe ya pirzimanî çandan digihîne hev û festîvala ku 10 sal in dewam dike hem ji bo wan hem jî ji bo bajêr nirxekî gelekî cuda ye.

Şanoger Şîlan Alagoz bal kişand ser bîra çandî ya festîvalê û got, “Em ê îsal bi dirûşma ku vê bîrê nîşan dide û xwe dispêre hilberînê festîvalê lidar bixin. Salên derbasbûyî li gel hemû astengî, zor û zehmetiyan me festîval lidar xistin. Me şanoya Kurdî gihand gel. Di vê demê de me hîn bêhtir hilberand, em hîn mezintir bûn û hîn bêhtir xurt bûn.”

‘EM HÎN BI HÊVÎ Û HÎN XURT IN’

Şîlan Alagoz bal kişand ser detayên lîstikên bêne nîşandan û got, “Bi Kurdî, Soranî, Ermenî û Tirkî wê 11 lîstik bêne nîşandan.

Di festîvalê de wê lîstika me ya nû ‘Rome û Juliet’ bê nîşandan. Em ji bo vê festîvalê hem gelekî bi kelecan in hem jî gelekî kêfxweş in. Em hîn xurt in û em ê hîn bi hêvî derkevin ser dikê.

Îsal gel wê şanoya pirzimanî li her qadê bibîne. Wê bibe festîvaleke ji gelek ziman û gelek çandan. Em bi hev re jiyaneke hevpar dimeşînin û hegirtin û naskirina hev a van çandan gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de wê bibe festîvaleke hembêzkirinê. Me gelekî dixwest bi zimanên cuda lîstikan pêşkêş bikin, lê belê şert û merc guncaw nînin. Hemû ziman û çand wê li ser vê dikê bigihêjin hev.”

‘AMED WÊ BI ŞANOYÊ TÊR BIBE’

Şîlan Alagoz bang li gel kir ku tevlî festîvalê bibe û got, “Mîna her carê bila gel me bi tenê nehêle, em bi hev re vê ronahiyê hîn mezin bikin. Dikarin vexwendînameyan berê werbigirin û li hemû lîstikan temaşe bikin. Bi taybetî em şanohezan vedixwînin. Em bi hev re vê çandê hîn bêhtir belav bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya girtîgehê ji bo nameyên bi Kurdî pereyê wergerê xwest
Nûçeya Pişt re Bîlançoya êrîşa li Keşmîrê giran bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

Êrîşên li Helebê yên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a dewleta Tirk piştgiriyê wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Baroya Wanê û OHD: Em bi gelê xwe re ne

Baroya Wanê û OHD’ê serdana gelê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Mamoste Şemal li Kifriyê hat bibîranîn

Dîroknas û lêkolîner Mamoste Şemal ku sê sal berê ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo perwerdeya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Çînê dîplomasiya Rojhilata Navîn: Pêşîlêgirtina şer karê sereke ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bangladeşê çalakiyên karkerên tekstîlê encam da: Mûçeyê kêmtirîn tê zêdekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?