Di vê demê de ku dorpêçî û êrişên li ser Rojava dewam dikin, yek ji aliyê vê êrişê Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan û Sefîrê Bilind ê DYE’yê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack li Enqereyê hevdîtin kirin. Têkildarî hevdîtinê ti daxuyanî nehate dayin.
Li aliyê din hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî wê 30’ê Çileyê roja Înê serdana Tirkiyeyê bike. Hate gotin, Arakçî wê di serdanê de bi Hakan Fîdan re rûnê û tê payin ku têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê û ewlehiya herêmî bêne nirxandin.

