Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên ku ji hêla dewleta Tirkiyê ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Sosyolog û fîlozofê Fransî Michael Lowy ê ku bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî yên hemdem li cîhanê tê nasîn, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘HIKÛMETA SÛRIYEYÊ POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNE’
Lowy diyar kir ku armanca sereke ya li pişt êrîşên li ser Rojava tasfiyekirina modela demokratîk a li herêmê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku hêza rastîn a li pişt van êrîşan Tirkiye ye û got: “Ev êrîş bi polîtîkayên hikûmeta heyî ya Sûriyeyê ya ferzkirina hêzek navendî û otorîter li dijî kêmneteweyên etnîkî, olî û çandî yên cûda yên li Sûriyeyê re têkildar e. Zextên dewleta Tirkiyeyê, ango hikûmeta Tirkdi vê êrîşê de jî heye.
Hikûmeta Tirk demek pir dirêj e, çi li Tirkiyeyê, çi li Sûriyeyê, çi li deverek din bi dijminatî nêzîkî tevgera Kurd dibe. Demek dirêj e ji bo ezmûna Kurd li Sûriyeyê bi her awayî têk bibe û ezmîna xweseriyê li Rojava bi dawî bike zextê li hevalbendên xwe yên di hikûmeta Sûriyeyê de dike.
Li gorî min ji aliyekî ve polîtîkaya navendî ya hikûmeta Sûriyeyê û ji aliyê din ve armanca Tirkiyeyê ya bidawîkirina ezmûna xweseriya Kurd a li Rojava, bandora sereke ya li pişt van êrîşan e.”
‘ROJAVAYÎ XIYANET LI KURDAN KIR’
Lowy helwesta Rojavayî ya li hemberî êrîşên li ser Rojava wekî “xiyanetê” bi nav kir û wiha domand: “Welatên rojavayî, bi gotineke din emperyalîstên rojavayî – Ewropa û DYE – ji bo gefa DAÎŞ’ê ji holê rakin ji hêza Kurdan sûd wergirtin. Lê îro wekî ku ev gefa ku berdewam dike ji bîr kiribe tevdigerin an jî difikirin ku tifaqa bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bes e, Kurdan tenê dihêlin.
Ev polîtîkaya hêzên mezin e. Tu carî eleqeyek jidil nîşanî berjewendiyên gelê Kurd, xweseriya Kurdan an jî ezmûna Rojavan nedan; Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de kirin amûr. Niha jî wan terk dikin.
Ji bo çareseriya siyasî çend gotinan dibêjin, lê tiştek şênber tuneye. Ji ber vê yekê, ne ecêb e. Mixabin, îro Kurd baweriya xwe bi piştgiriya diyasporaya Kurd û hêzên çepgir ên navneteweyî tenê tînin. Lê ev hevgirtin jî hîn jî têrê nake.”
‘PEYMAN QURFBAR E, XETERE BERDEWAM E’
Lowy peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya li Şamê de nirxand û anî ziman ku ev peyman pir qurfbar e û got: “Helbet ji berdewamkirina şer çêtir e, lê ev peymanek pir qurfbar e. Tu misoggeriya wê tuneye ku hikûmeta Sûriyeyê di çend hefteyên pêş de di bin zexta Erdogan de êrîşên li dijî Kurdan ji nû ve dest pê neke.
Her wiha tu misogeriya vê peyman tuneye ku di asta herîm kêm de ji gelê Kurd li Sûriyeyê re xweseriyê bîne. Ji ber vê yekê, tenê misogeriya ku Kurd li Sûriyeyê dikarin xweseriya xwe, mafê xwerêveberiyê û kapasîteya xwe ya rêxistinkirinê biparêzin, hebûna hêzên wan ên çekdarî, yanî Hêzên Sûriya Demokratîk e. Bêçekkirina wan wê bibe destpêka dawiya hebûna xweser a Kurdên li Sûriyeyê.”
‘TUNEKIRINA ROJAVA WÊ BIBE TRAJEDÎ’
Lowy bal kişand ser pêwîstiya parastina ezmûna Rojava û got, “Hefteyên û mehên pêş de wê nîşanî me bidin ka modela Rojava dikare were parastin an na. Ger ev ezmûn bi dawî bibe, ew ê bibe trajediyek. Ji ber ku Rojava, tevî hemû pirsgirêk, sînorkirin û nakokiyên xwe, di warê demokrasiya rastîn û rizgariya jinan de yek ji ezmûnên herî pêşketî yên cîhanê ye.
Ji bo her kesê ku ji bo sosyalîzm, mafên jinan û ekolojiyê têdikoşe, ezmûnek îlhamê bû. Ji ber vê yekê, hilweşandina wê ya tevahî wê windahiyek mezin be.”
‘EWROPA WÊ BERDÊLA KORBÛNA DEMKÎ BIDE’
Lowy diyar kir ku tasfiyekirina Rojava wê gefek mezin li ser ewlehiya Ewropayê çêbike û bi bîr xist ku bi hezaran DAÎŞ’î li Rojava têne girtin wiha domand: “Helbet ev ji bo Ewropayê jî xeterek mezin e. Terikandina Rojava ji hêla Ewropayê ve xeletiyek pir cidî ye. Ez bawer dikim ku di pêşerojê de, ew ê ji vê nêzîkatiya demkurt û teng dîtin – ango destên xwe jê bişon û tenê bi çend gotinên dîplomatîk piştgirî didin mafên Kurdan, ji bo parastina xweseriyê neavêtina gavên berbiçav- wê poşman bibin.”
‘ERDOGAN TU CARÎ BI DILSOZÎ NÊZÎKÎ PÊVAJOYÊ NEBÛ’
Lowy behsa pêvajoya li Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kir û got ku hikûmeta Erdogan tu carî bi dilsozî nêzî vê pêvajoyê nebû.
Lowy wiha berdewam kir: “Êrîşên li ser Rojava nîşana vê yekê ne. PKK razî bû ku çek deyne, lê Erdogan niyeteke herî piçûk jî nîşan neda. Girtiyên Kurd hîn jî di girtîgehê de ne. Serokên partiya qanûnî ya Kurd di girtîgehê de ne. Şaredarên Kurd ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Tevî ku tevgera Kurd gav avêtine jî, lê ji hikûmeta Tirkiyeyê tu gavên beramberî vê nehatine avêtin.
‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ZEXTA SIYASÎ BIKE’
Di dawiyê de Lowy bang li civaka navneteweyî jî kir û diyar kir ku nêzîkatiyeke ne leşkerî, siyasî pêwîst e: Divê civaka navneteweyî bi awayekî siyasî piştgiriyê bide mafên Kurdên li Sûriyeyê û mafê xweseriya Rojava; divê zextên siyasî, dîplomatîk û heke pêwîst be yên aborî li ser hikûmetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bike. Ez behsa destwerdana leşkerî nakim, lê divê herî kêm rêz nîşanî mafê xweseriya Kurdên li Rojava bigirin.”

