Çarşem, 4 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî gundiyên li dijî projeya GES’ê derdetin kirin: 16 kes hat binçav kirin, 4 kes birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Bi pêngava “Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin
Rojane

Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

Mehmet Kasim Firat: Dibe ku êriş zêde bibe; lê belê rastiya gelê Kurd wê bi ser bikeve ku sedan sal in li ber xwe dide. Ya ku li Rojava êriş lê tê kirin îradeya gel e û nikarin vê îradeya gel bişikînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî yên Dozê M Kasim Firat anî ziman ku êrişên hikumeta veguhêz a Şamê ya li gel komên radîkal ên li ser warê Kurdan ê li Rojava û Helebê weke siyaseteke ji bo tasfiyekirina destketiyên Kurdan pênase kir û diyar kir ku ev yek ji aliyê yekîtî û refleksa hevpar a gelê Kurd pêvajoyeke diyarker e.

Firat got, “Kurd li Helebê hatin qetilkirin, ji warê xwe têne kirin. Lanet be li van zaliman. Lê belê ev êriş nikare hêviya gelê me bişikîne, nikare wan ji rêya azadiyê vegerîne. Kurd êdî ne weke berê ne; Kurd xwedî zemîneke polîtîk e û bi rengekî stratejîk tevdigerin. Li hemberî vê hovîtiya li Helebê qewimî Kurd li çar aliyên cîhanê bûn yek. Ev helwesta me ya hevpar, hêviya me ye.”

Firat êrişên Hikumeta Veguhêz a Şamê ya li ser Rojava nirxand û anî ziman ku Tirkiye û hin dewlet piştgiriyê didin van êrişan, êriş plan kirin û di nav de cih girtin.

Firat got, “Di rewşa heyî de ji bo gelê Kurd dixwazim vê bibêjim: Ev êriş me bêhêvî nakin; ji ber ku gelê Kurd ew gel e ku êş kişandiye, hatiye girtin, li çiyê têkoşiya ye û sirgûn bûye. Ev gel li hemberî êrişên navborî êdî polîtîk û stratejîk difikire, li gorî wê gavê diavêje. Ev yek ji bo paşerojê hêviyê dide min. Ev êriş me digihîne hev, yekîtiya me ava dike. Kurd di nava yekîtiyê de li hemberî van êrişan tevdigerin. Li hemberî êrişên li Helebê partiyên Kurd ên li Bakur, Başûr û deverên din bûn xwedî helwesteke hevpar.”

Firat avêtina cenazeyê berxwedêreke jin a Kurd li Helebê weke barbariyê pênase kir û got, “Hovîtiyeke bi vî rengî derbek e ku li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye xistin. Ev barbarî û zalimtiya li dijî mirovahiyê tenê dikare hêrs û biryardariya gelê me zêde bike. Berxwedêreke jin a Kurd mala xwe, taxa xwe, jiyana xwe parast. Bêhurmetiya li cenazeyê jineke xwedî vê helwesta bi rûmet, li dijî Kurdan û mirovahiyê hatiye kirin. Kurd li hemberî vê yekê bûn yek. Em êdî ne tenê ew gel in ku êşê dikişînin. Em xwedî rastiya gelekî ne ku bîreke xwe ya dîrokî û hişmendiyeke xwe ya polîtîk heye û li gorî wê tevdigere. Ev rastî nayê têkbirin. Yên ku sedan salan li hemberî vê rastiyê şer kirin, têk çûn. Kurdan ti carî dest jê bernedan.

Îro li Helebê, li Rojava, li Rojhilat li çar parçeyan ji bo yek armanc û yek hêviyê em li ser piyan e. Her komkujî, her sirgûn, her êriş hîn bêhtir me nêzî hev dike, girîngiya yekîtiyê tîne bîra me. Paşeroja gelê Kurd wê bi vê yekîtiyê ava bibe. Ez qet bêhêvî nînim; dibe ku êriş û komkujî zêde bibin, lê belê rastiya gelê Kurd wê bi ser bikeve ku bi sedan sal in li ber xwe dide. Li Rojava ya ku êriş li dijî wê hate kirin îradeya gel e û nikarin vê îradeyê bişikînin. Çar parçe li dora vê îradeyê bû yek.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Li Tebqayê ewlekarî pêk hat, li Mensûrayê şer dewam dike
Nûçeya Pişt re Li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê şer dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji nivîskarê lîstikê Jon Fosse re hate dayin

Romannivîs û lîstikvanê lîstikê yê Norwêcî Jon Fosse hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

1’ê Gulanê li Kantona Firatê hat pîrozkirin

Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Kantona Firatê şahî hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pekînê baranên dijwar: 82 hezar kes hatin tehliyekirin

Li paytexta Çînê Pekinê ji ber baranên dijwar zêdetirî 82 hezar kes hatin tehliyekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?