Pêncşem, 12 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Berxwedana Rojava careke din bandor li hemû cihanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Esra Soyaktaş cara sêyemîn hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Talabanî û Barzanî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin
Rojane

Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin

Celal Firat anî ziman ku komîsyona nû ji bo çareseriya daxwazên welatîbûna wekhev a civaka Elewî firsendeke girîng e û got, “Polîtîkayên asîmîlasyonê divê bi dawî bibin. Pêvajo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Kurd û Elewî hêviyê diafirîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşniyara Rêber Apo re li Meclîsa Tirkiyeyê komîsyonek hate avakirin û ji bo amadekariya qanûnên têkildarî pêvajoya nû dest bi kar kir. DEM Partî bi pênc endaman li komîsyonê tê temsîlkirin. Yek ji van endaman jî Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat e ku pîrekî Elewiyan e.

Celal Firat li ser bendewariya civaka Elewî ya ji komîsyonê axivî.

Firat diyar kir ku DEM Partî wê di komîsyonê de di serî de li ser pirsgirêka Kurd li ser hemû pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê biaxive û pirsgirêkên civaka Elewî jî di komîsyonê de nîqaş bike.

Parlamenter Celal Firat got, “DEM Partî ne tenê ji komîsyonê, her wiha ji gelên Tirkiyeyê jî bendewariyên xwe hene: Tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin. Gelek hêviyên me ji vê komîsyonê hene. Ya ku şertê yekane yê demokrasiyê ava bike ev komîsyon e.

Li Meclîsê bi taybetî jî Partiya Gel a Komarê digot, ‘Bînin meclîsê’. Vaye li meclîsê ye. Hêvî û bendewariya me ew e ku her kes, her partiyeke siyasî nêrînên xwe di çarçoveyeke azad de bînin ziman, di serî de li ser meseleya Kurd li ser hemû meseleyan biaxivin û çareseriyê hilberînin. Lê belê bendewariya me ya herî mezin jî aştiya civakî ye.

Firat ragihand ku DEM Partî wê pirsgirêkên di civînên gel ên li ser pêvajoyê hatin bilêvkirin li komîsyonê bîne ziman û işaret bi bêbaweriya gelê Kurd a ji ber polîtîkayên berê yên dewletê kir.

Yek ji mijarên sereke yên ku Firat destnîşan kir ku wê bixin rojeva komîsyonê jî pirsgirêkên li girtîgehan e û destnîşan kir ku di vê mijarê de meclîs bi bangekê dikare bicive.

Celal Firat diyar kir ku li gel meseleya Kurd li Tirkiyeyê her wiha pirsgirêkeke demokratîkbûnê heye û got, “Pirsgirêka Elewiyan, bindestan, meseleya jinan heye. Bi dehan mesele hene, pirsgirêkên kedkaran, yên derdorên cuda hene. Bêguman divê mirov hemû pirsgirêkan nexin stuyê komîsyonê, lê belê meseleyên sereke; li ser pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan divê komîsyon xwedî gotin be.

Li ser komîsyonê berpirsyariyên gelekî mezin hene, hêvîdarim wê haya xwe ji vê hebe. Li wê derê hemû hevalên me, ji kîjan partiyê dibin bila bibin divê li dora wê maseyê mekanîzmayên welê xurt bikin ku karibin li ser hemû pirsgirêkan biaxivin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pejirandina demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe hêvî. Ez ji komîsyonê bi hêvî me.”

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat bi bîr xist ku ew weke Pîrekî Elewî di nava komîsyonê de ye, lewma ev yek ji bo civaka Elewî gelekî cidî ye, bersiva li propagandayên reşkirinê yên li ser Elewiyan e û got, “Ez şexsekî xoceyê Îmam Riza me, bi salan li nava cemxaneyan mezin bûm û pîrê Pîr Garîp im. Civaka Elewî civakeke mezin e. Niha li Tirkiyeyê medyayeke hawiz heye, medyayeke muxalîf jî heye. Lê bi xemgînî dibêjim, ew jî wî zimanî bi kar tînin. Ji yên din sûd wergirtine û propagandayeke gelekî nebaş dikin. Mejiyekî welê didin pêş, weke ku ‘me bi AKP-MHP’ê re li hev kirine, em ê bi wan re bimeşin’ nêzîk dibin.

Bêguman bi giranî Elewiyên ku di nava CHP’ê de ne bi vî çavî lê dinihêrin; Elewiyên di nava DEM Partiyê de cuda lê dinihêrin, pêvajoyê fêhm dikin, ji ber ku medyaya me dişopînin. Medya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi xurtî dişopînin.

Weke Pîrekî Elewî em gelek rexneyan werdigirin. Li her cihê ku em diçin, li ser vê meseleyê bi me re diaxivin û dema ku em diaxivin îqna dibin.”

Celal Firat destnîşan kir ku bendewariya Elewiyan a ji komîsyonê ew e ku li ser bingeha welatîbûna wekhev bêne naskirin û got, “Bendewariyên Elewiyan hene. Di çarçoveya naskirina cemxaneyan weke îbadetxaneyê, bendewariyên xwe hene. Li hemberî Elewiyan bi dersên olî yên ji neçarî polîtîkayeke asîmîlasyonê ya mezin tê meşandin. Mejiyekî dewletê heye ku hewl dide Elewiyê xwe biafirîne û li hemberî vê jî nerazîbûneke mezin heye. Dema ku li Poturgeyê bûm hîn bûm ku ji bo komîsyonê hatime pêşniyarkirin. Mirovên li wê derê û bi sedan hevalên me anîn ziman ku ew vê yekê hêja dibînin. Rêxistinên me yên Elewî jî wê daxuyaniyê bidin.”

Parlamenter Celal Firat diyar kir ku di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Elewî ya li ser bingeha welatîbûna wekhev, li komîsyonê çi pêwîst be wê bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

Kolektîfa Saza Êzî bi wesîleya Cejna Berxwedana Neteweyî du stranên ku weke destanên Êzidiyan tên…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê: Di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hat girtin

DFG’ê rapora xwe ya meha Çileyê ya têkildarê binpêkirina mafên rojnamevanan weşand. Di raporê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayik: Em bar bigirin ser milê xwe, tenê ji Rêber Apo re nehêlin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Apoyî li ser bingeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Berxwedana Rojava careke din bandor li hemû cihanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?