Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar li ser Pêngava 1’ê Hezîranê nirxandinên xwe ji ANF’ê re kir. Gabar, anî ziman ku bi Pêvajoya 1’ê Hezîranê re bersiva pêwîst ji bo hêzên êşkencekar û komploker re hatiye dayîn û bi bîr xist ku di wê demê de dihat xwestin Tevgera Azadiyê bi temamî were tasfiyekirin. Gabar, destnîşan kir ku armanca êrîşa herî zêde xeta jiyana azad bû û anî ziman ku heman rêbaz li ser xeta şer û berxwedanê hatiye pêk anîn û got ku armanc ew bû ku milîtanên PKK’ê ji xeta şer û berxwedanê dûr bixin.
Nirxandinên yek ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar li ser pêngava 1’ê Hezîranê wiha ye:
Pêvajoya 1’ê Hezîranê çawa destpê kir, beriya pêngavê rewşeke çawan dihat jiyîn?
Ez di serî de şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di vê pêngava ku 1’ê Hezîrana 2004’an dest pê kir de, hevrê Kendal Baz, Silav, Seyîd Riza, Viyan, Têkoşîn, Erdal (Engîn Sincer) û Reşîd cih girtin. Hevrê Reşîd di heman demê de fermandarê şerê gel ê şoreşgerî bû. Hevrê Çîçek Botan jî yek ji wan hevrêyan bû ku bi ruhê 1’ê Hezîranê tevlî vî şerî bû. Di şexsê van û hevrêyên ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê şehîd bûne de, ez hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim û li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
Biryara Pêngava 1’ê Hezîranê ewqas hêsan nehat girtin. Sedema yekemîn a vê biryarê jî komploya li dijî Rêbertî bû. Piştî komploya di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên komploger xwestin weke dewama vê komployê Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Di vir de armanca hêzên komploger ew bû ku di nava Tevgera Azadiyê de xeteke lîberal pêş bixin. Her wiha xwestin tevgerê ji xeta serketinê dûr bixin, baweriya bi tevgerê bişikînin û di heman demê de bi psîkolojiya “piştî komployê qediyane” dawî li her tiştî bînin.
Êrîş herî mezin li dijî xeta jiyana azad hat meşandin. Li dijî xeta şer û berxwedanê jî heman rêbaz hate sepandin. Mînak bi hişmendiya “dema şerê gerîla bi dawî bûye” xwestin bi xeta şer bilîzin. Armanc dikirin ku milîtanên PKK’ê îqna bikin ku çareserî tenê bi rêbazên siyasî pêkan e û wan ji xeta şer û berxwedanê dûr bixin. Bi kurtasî ji vê xetê re xeta tasfiyekar dihat gotin û ev ferzkirin bi pêşengiya tasfiyekaran bi pêş ket. Ji ber vê tasfiyekar di wê pêvajoyê de xwe dan der. Tasfiyekaran rêbazên pir zirav bi kar anîn. Hêzên tasfiyekar dixwestin navaroka jiyana Rêbertî vala derxînin. Rêbertî ev rewş hîs kir û got, ‘Jinên ji min hez dikin divê berê xwe bidin Botanê’. Ji ber vê jî hêzên komploger nehiştin ku Rêbertî agahî derbarê rêxistinê de bistîne. Ji ber ku armanca wan ew bû ku Tevgera Azadiyê marjînal bikin.
Pêngava 1’ê Hezîranê tevî ewqas aloziyan, çawa bi pêş ket?
Di wê pêvajoyê de parastina Rêbertî ya ‘Parastina Gelekî’ gelek tişt zelal kir û nakokiyên hebûn ji holê rakir. Di vê parastinê de rewşa Rojhilata Navîn ya li Kurdistanê û rewşa rêxistinî tê nirxandin. Êdî ti gumana me ya ji xeta azadiyê nemabû. Ev parastin ji bo gerîla ronîbûneke mezin çêkir. Her gerîlayekê ev parastin weke êmanet vedişart. Ya girîng ew bû ku gerîla peyama hewce girt. Li kijan qadî dibe bila bibe, di qada gerîla de, di qada leşkerî ya PKK’ê de ti caran wê nakokî çênabin. Ev xet wê her tim zelal be û di asta pêwîst de bibe sedema parastina nirxê gel û civakê. Xeta fedaî ya Rêber Apo wê di vê qadê de bê pêkanîn.
Gerîla çima erkek wiha girt ser milên xwe?
Ji ber ku gerîla garantiya jiyana azad e. Gerîla temînata jiyana Rêbertî û gelê Kurd e. Eger gerîla li ser piyan bimîne, eger li dijî xeta tesfiyekar xwe biparêze, wê pêşî li parçebûn, xerabî û hilweşînê bigire. Ji ber vê yekê parastina “Parastina Gelekî” gelek bi wateye û ji bo jiyana azad manîfesto ye. Di wê demê de gerîla ev parastin xwend, bi awayekî berfireh nîqaş kir û gihîşt encamên pêwîst. Divê îro û her tim ev parastinên Rêbertî werin xwendin û nîqaşkirin. Ji ber ku ev parastin nexşeya jiyana azad nîşanî me dide. Mîna ku tê zanîn dîroka PKK’ê xwedî cewhereke, koka wê kûr e û hin rastî û pîvanên PKK’ê ti carî, di nava her şert û mercî de neguherin. Di cewhera PKK’ê de israra di mirovahiyê de heye. PKK tevgereke sosyalîst e û di vê de israr dike, ji ber vê jî dibe ku di rêbaza şer de guhertin çêbibe, lê belê di şêwaza jiyanê ya PKK’ê de ti guhertin çênabe.
Şêwaza jiyana PKK’ê li ser bingeha têkiliyên hevrêtiyê pêşketiye û ji ber vê ne pêkane ku ew bi rengekî din bi pêş bikeve. Taybetmendiya herî girîng a ku PKK’ê ji tevgerên din cudatir dike, şêweyê wê yê jiyanê ye. Rêberetî di vê mijarê de mînakek wiha dide û dibêje, “Di koma yekemîn de ya ku bandor li gel kir, şêweyê wan ê jiyanê bû.” Yanî di PKK’ê de tişta sereke jiyana rast e. PKK tevgereke jiyanê ye. Ji ber vê komploya navneteweyî ji bo êrîşî vê jiyanê bike, bi pêş ketiye. Hêzên komploger piştî ku dîtin bi ti awayî nikarin Rêbertî bikişînin nava jiyana sîstemê, êrîşî Rêber Apo kirin.
Ev êrîş îro jî dewam dikin. Îro jî nahêlin yek gotina Rêber Apo derkeve jiderve. Mîna ku min destpêkê jî gotî, Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî hêzên tasfiyeger hate avêtin. Armancên vê tasfiyegeran, bi vê pêngavê re hate pûçkirin. Weke gaveke leşkerî tê zanîn. Yanî wisa dixuyê, lê di bingehê xwe de mudaxeleya îdeolojîk a xeta Apoyî ya li dijî xeta lîberalîzmê bû. Dîsa li çiyayên Kurdistanê Pêngava 1’ê Hezîranê asta gerîlayên Tevgera Azadiyê derxist holê, xeta Apoyî li her derê kir serwer û bi rengekî bi bandor derxist pêş. Lewma Pêngava 1’ê Hezîranê pir girîng e.
Encamên Pêngava 1’ê Hezîranê çi bûn?
Hevrê Erdal yek ji pêşengên mezin ê vê tevgerê bû. Hevrê Têkoşîn û Seyîd Riza car din çûn qada Dersimê. Di vê pêngavê de wan jî wezîfe û mîsyoneke girîng bi cih anîn. Hevrê Silav Koçer li Sêrtê çalakî kir; mîna Bêrîtanê ji bo ku nekeve destê dagirkeran xwe şehîd kir. Hevrê Baz li Eruhê, li Gabarê çalakiyeke mezin pêk anî. Em vî hevrêyê xwe dubare dubare bi bîr tînin. Destkeftiyên Pêngava 1’ê Hezîranê ayîdê vî hevrêyê me ne. Niha gelek hevalên me yên ku me behsa navê wan nekirî, di vê pêvajoyê de pêşengî kirin. Di vê demê de dest bi nûkirina projeyên xwe kirin û di qada leşkerî de nûbûnên girîng hatin kirin. Tarzê tîm û tevgerê di encama vê pêngavê de pêş ket.
Ev rastî derket holê. Çi dibe bila bibe PKK wê ji cewhera xwe dûr nekeve û ti hêz wê nikaribe PKK’ê ji cewhera wê dûr bixîne. Her wiha wê gerîla her tim ji bo parastina xeta Rêbertî bi israr be û hêza xwe ya meşandina şer û çalakiyê ti carî winda neke. Dîsa weke encameke girîng vegera li qadên Bakurê Kurdistanê çêbû. Di sala 1999’an de di dema vekişînê de hin qad hatibûn valakirin. Di wê demê de ew valahî cardin hate tejîkirin. Lê belê encama herî girîng a vê pêvajoyê şerê gel ê şoreşgerî bû. Hevrê Reşîd û Çîçek Botan di sala 2010’an de bûn pêşengên şerê gel ê şoreşgerî. Ev qonaxeke nû ya şerê me bû. Li Xakurkê, Şemzînan, xeta Zagrosê, Rindîkê, Şitaza, Oremarê çalakiyên mezin hatin pêk anîn. Li Botanê pêngava Beytûşebapê pêk hat. Bi giştî şer û têkoşîn li tevahiya Kurdistanê belav bû. Ev pêngav bû sedem ku dijminê dagirker hejandineke cidî bijî, gelek herêm ketin bin kontrola gerîlayan.
Weke ku we jî anî ziman, rewşên herî zehmet bi şer û têkoşîna şoreşgerî ya gerîla hatine derbaskirin. Îro jî ev şer û têkoşîn dewam dike. Hûn li ser şerê ku didome û têkoşîna gerîla dikarin çi bibêjin?
Em tenê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer nakin, di heman demê de li dijî hêzên hegemonîk ên cîhanê jî têdikoşin. Artêşa NATO’yê bi hemû derfet û hêza xwe êrîşî me dike. Lê êdî niha hemû cîhan vê rastiyê dibîne. Şer di esasê de li Îmraliyê tê meşandin. Îro navenda şer Îmralî ye. Li Îmraliyê têkoşîneke pir dijwar û êrîşeke pir mezin heye. Di heman demê de pêşî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kurdistanê li dijî Tevger, gel û Rêbertiya me konsepta şer û tasfiyeyeke topyekûn tê meşandin. Divê ev pêvajo ji rêzê neyê dîtin. Em çiqasî di şer û têkoşîna xwe de bi israr bin, hêzên komploger jî ji bo planên tasfiyê pêk bînin ewqas bi israr in. Ev ne xetereyeke ji rêzê ye. Ji bo vê jî berxwedana ku tê kirin ne berxwedaneke ji rêzê ye.
Ev 4 sal in gerîla li dijî teknîka NATO’yê, leşkerên pispor, çekên nukleerî û kîmyewî li tunelên şer ên li Kurdistanê şerekî bêhempa dimeşînin. Divê em ji xwe bipirsin bê çima êrîşên li hemberî gerîla ewçend mezin in. Îro gerîla temînata jiyana azad a herêmê û azadiya gelê Kurd e. Eger êrîşek li dijî gel û Rêbertiya me hebe, gerîla amade ye pêşî li vê bigire û tolê hilîne. Ev êrîş bi armanca şikandina îradeya gelê me pêk tên, lê belê hevrêyên me Rojhat, Erdal, Andok, Serxwebûn, Ekîn, Rûken, Sara, Serhed Giravî, Botan, Zinarîn û Şoreş Karer ev êrîş vala derxistin.
Ev 3 sal in dijmin li herêma Zap, Amediyê û qadên Şehîd Delîl a Zagrosê xitimiye û derbên pir giran xwariye û hê jî dixwe. Ev xeta fedaî ya Rêber Apo ye. Heta niha gerîla li ser bingeha vê xetê şer kir û wê li ser vê xetê serketin bê qezençkirin. Heta ku ev istikrar û berxwedan hebe, ti hêz nikare PKK’ê û îrada gelê Kurd tasfiye bike. Ji ber vê yekê PKK bi tecrûbe, berxwedan, ked û xwîna şehîdan heta roja îro hatiye.