Sêşem, 3 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baweriya gel a bi pêvajoyê kêm bû: Sererastkirinên qanûnî divê bi lez bikevin meriyetê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkera depoya Migrosê ya di berxwedanê de: Em ê qet şertên koletiyê qebûl nekin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paul Stich: Çareseriya ku Kurd û kêmneteweyan li derve dihêle wê mayînde nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gaziyên şer: 1’ê Mijdarê di encama berxwedaneke mezin de pêk hat
Rojava

Gaziyên şer: 1’ê Mijdarê di encama berxwedaneke mezin de pêk hat

Gaziyên şer ên berxwedana Kobanê yên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku ev roj di encama berxwedan û têkoşîneke man û nemanê de pêk hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Gaziyên şer ên berxwedana Kobanê bi wesîleya 11’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.

‘EM AMADE NE JI BO WELATÊ XWE CANÊ XWE JÎ FEDA BIKIN’

 

Gaziyê şer Felat Heleb ê yê 2012’an tevlî nav refên YPG’ê bûye anî ziman ku dawiya 2013’an dema li hember gundewarên Kobanê êrîşên çeteyan dest pê kirine di nav berxwedanê de cih girt û got, “Dema em hatin şer hê li gundan bû. Piştre şer berfireh bû û di navenda Kobanê de dest pê kir. Me li Qada Azadî di nav berxwedana Kobanê de cih girt. Çete bi çekên herî giran bi awayekî herî hov û qirêj êrîşî Kobanê dikirin. Çekeke me ya doçka ya 14,5 hebû. Ew çek li her aliyê Kobanê digeriya. Bi îradeya ciwan û jinên Kobanê me li ber xwe dida. Çeteyan nekarîn vê îradeya me bişikînin. Ji her aliyê Kurdistanê jî ciwan hatin û tevlî vê berxwedana rûmetê bûn û her çar parçeyê Kurdistanê li Kobanê bû yek.”      

Gaziyê şer Felat anî ziman ku berxwedana li Kobanê tenê ne ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê û mirovatiyê hat pêşxistin û wiha dewam kir, “Eger çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê neşikestibana wê derbasî welatên din jî bibana. Cîhan giştî deyndarê Kobanê ye. Heke Kobanê têk çûba, wê tevahiya cîhan têk çûba. Berxwedêrên li Kobanê rê li ber çeteyên DAÎŞ’ê girtin. Divê her kes qedrê Kobanê zanibe. Ez jî weke şervanekî di berxwedana Kobanê de ji serê xwe birîndar bûm, milê min ê rastê felc bû û niha gaziyekî şer im. Tevî vê jî îradeya me neşikest û em amade ne ji bo welatê xwe canê xwe jî feda bikin. Roja Kobanê ya Cîhanê destpêkê li Rêber Apo, şehîdan, hevalên me yên li çiya, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û yên cîhanê pîroz be. Em bi hêvî ne di demên pêş de Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Em serketinê ji bo gelê xwe û azadiyê ji bo Rêberê xwe dixwazin.”

‘DIXWESTIN DOZA AZADIYÊ DI ŞEXSÊ KOBANÊ DE JI HOLÊ RAKIN’

 

Îsmaîl Muhammed jî ku di berxwedana rûmetê ya Kobanê de bûye gaziyekî şer 1’ê Mijdarê li Rêber Apo, gerîla, şervanên azadiyê û tevahî gelan pîroz kir û wiha axivî, “Dema mirov dibêje, Roja Kobanê ya Cîhanê ev di encama têkoşîn û berxwedaneke têde mayîn û neman hebû ku heta navekî welê mezin bi dest xist. Eger mirov rêxistinkirî, tenzîmkirî û xwedî projeyekê nebe helbet wê destketiyên mirov jî kêm bin. Di êrîşên li ser Kobanê de gelek plan û armancên hêzên cuda hebûn. Bi wan êrîşan dixwestin kesên doza azadiyê dikin di şexsê Kobanê de ji holê rakin û bêjin, ‘Eger hûn qala azadiyê û doza azadiyê bikin, ev tişt wê bên serê we.’ Dixwestin nîşan bidin ku divê her kes koletiyê qebûl bike, bikeve bin emrê sîstem û dewletên serwer ên heyî. Lê belê gelê li hember wan çeteyan û wê zîhniyetê li ber xwe dida, bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe gurçûpêç kiribû. Berxwedêr xwedî wê baweriyê bû ku divê mirov bi îradeya Rêber Apo dabû wan ji bo xak û mirovên xwe bijî. Lewma wan hêzan êrîşên herî hovane li hember vî gelî pêş xistin. Li hember wan êrîşan bi fikir, felsefe û îradeya Rêbertî berxwedan û destaneke dîrokî di rûpelên dîrokê de hatin nivîsandin.”

Îsmaîl Muhammed bal kişand ser berxwedana gel û şervanan a bi heybet û ev xisûs anî ziman, “Tevahiya ragihandin û çapemenî jî bû şahîd ku gel çawa li ber xwe dide, yekîtiya xwe çêdike û doza mafê xwe dike. Lewma tevahî cîhan neçar ma vê îradeya berxwedêr qebûl bike. Her wiha kesên azadîxwaz, rêxistin, enternasyonal û tevgerên bi rastî doza mafê mirovan dikin 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê diyar kirin. Bi sedan ciwanên enrternasyonal jî li kêleka şervanên azadiyê li hember çeteyan şer kirin û bi dehan ji wan şehîd û birîndar bûn. Wan hevalan berê qet Kobanê nedîtibûn, lê wê îradeya mezin a li Kobanê kir ku ew hevalên heja werin û tevlî berxwedanê bibin. Berxwedana li Kobanê ew hevgirtin çêkir. Wan çeteyan û alîgirên wan dixwestin gelê Kurd ji holê rakin. Lê berxwedan û îradeya li xaka Kobanê pêş ket û ew têkoşîn di Baxozê re derket. Vê berxwedan û têkoşînê hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girt. Em dibînin ku li ser vî bingehî gavên mezintir tên avêtin.”

Gaziyê şer Îsmaîl axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê li Rêberê Rêberan Rêber Apo, gerîlayên li serê çiyayan û tevahî gelên welatparêz pîroz dikin.”

‘TEVAHIYA CÎHANÊ ŞAHIDÎ JI WAN KÊLIYÊN DÎROKÎ RE KIRIN’

 

Gaziyê şer Mamoste Kobanê jî diyar kir ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan ên li ser gel û xaka xwe tevlî berxwedanê bûye û got, “Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê û gel ew teror û hovîtî li Kobanê şikand. Hevalan bi îradeyeke xurt li hember wan êrîşan şer kir. Ew îrade ne îradeyeke jixweber bû. Bi îradeyeke ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dabû şervanan berxwedan hat kirin. Hat fêmkirin ku eger ev teror û hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê pêş bikeve wê ji bo hemû welatên cîhanê bibe xeteriyeke mezin. Lewma mecbûr man ku bi Kobanê re bibin alîkar. 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi berxwedanî û îradeya şervanan û xelkê Kobanê ev êrîş hatin têkbirin. Li dû wê Minbic, Dêrezor, Reqa û hwd. gelek dever hatin rizgarkirin.”

Mamoste Kobanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin jî bi bîr xist û wiha dewam kir, “Em niha di pêvajoyeke girîng de ne. Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalogê çareser bibin Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Gerîlayên azadiyê jî bi banga Rêber Apo rabûn û gavên girîng pêş xistin. Tevahiya cîhanê şahidî ji wan kêliyên dîrokî re kirin. Hat piştrastkirin ku yên şer dikin, dikarin aştiyê jî bînin. Em ne aşiqên xwînê, berevajî em aşiqên azadî û jiyaneke bi rûmet in da ku gelê me û nifşên me yên pêşerojê karibin di nav aramiyê de bijîn. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî bixebitin. Em dixwazin Rêbertiya xwe di nav xwe de bibînin. 1’ê Mijdarê li Rêber Apo, tevahî hêzên xwe yên leşkerî, malbatên şehîdan pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmraliyê: Em ji bo pêşveçûna pêvajoyê gihîştin fikreke hevpar
Nûçeya Pişt re Li girtîgeha Tîpa F a Boluyê berdana du girtiyan hate asteng kirin, Metîn Dalan hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder…

Ji aliyê Stêrk TV

Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan

Kedkarên li Enqereyê tevî barana zêde li qadên 1’ê Gulanê li hev civiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sektora înşaetê rawestiya

Ji ber dorpêça hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê projeyên înşaetê rawestiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Dorpêça li ser Kobanê 15 roj in dewam dike: Rewşa mirovî giran dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baweriya gel a bi pêvajoyê kêm bû: Sererastkirinên qanûnî divê bi lez bikevin meriyetê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Akin: Tehamula gelê Kurd ji bo mijûlkirinê nema ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?