Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişo yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo piştgiriya QSDˊê di parastina herêmê de tev li seferberiya giştî dibin.
Tevgerê da zanîn ku ew soza xwe bi QSDˊê û şopandina rêça şehîdan re nû dikin.
Girêdayî mijarê, xelkê gundê Zihêriyê yê gundên Beravê yên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rahişt çekê û tev li seferberiyê bû.
di kombûnê de hunermend Hacî Mûsa daxuyaniya tevlêbûna seferberiyê xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê gundê li hember planên li dijî herêmê rahişt çekê û bang li tevan dikin ku gund û herêmên xwe li hember komên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.
EŞÎRA DEQORÎ JÎ TEVLÎ BÛ
Bi armanca bersivdana seferberiya gitşî, eşîra Deqorî bi daxuyaniyekê tevlî seferberiya giştî bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Em şêniyên eşîra Deqorî ya Amûdê û gundewarê wê radigihînin ku tevlî seferberiya giştî bibin û parastina Kurdistanê bikin, ev beşa li Sûriyeyê beşek herî girîng e, xaka bav û kalên me ye, rûmet û nasnameya me ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Em yekitiya xwe li hember gefan bikin yek, berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re bigirin. Parastina xakê û rûmetê erkekî pîroz e.”

