Li bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrîşên çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî li cihê çalakiyê li ber Parka Giştî ya li Qamişloyê bi amadebûna şêniyên bajarê Qamişlo, koçberên Efrîn û Şehbayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Rêdûr Qamişlo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew êrîşên li dijî herdu taxan bi tundî şermezar dikin, ew êriş bi çekên giran pêk tên û ev êriş ewlehiya herêmê têk dibe û wiha hate gotin: “Em amadebûyîna xwe ji bo derketina li hemberî van êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radighînin. ”
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.

