Şêniyên gund, bajarok û bajarên Rojavayê Kurdistanê xwe bi awayekî kom bi kom û tabûran bi rêxistin dikin, herêmên xwe li hember xeteriya gefên hebûnê diparêzin.
Ev kom û tabûr li tax û kolanên sereke digerin, bi ruhekî koletîf nobedariyê dikin.
Ciwan û şênî li kolanên sereke û şaxê yên bajaran bendên kontrolê danîne, tevgera çûn û hatinê kontrol dikin.
Ji 6ˊê Çileyê ve êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ranewestîne.

