În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Çekdanîn ne aştî ye, şertê wê yê pêşîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Dewlet bi gotina ‘teror’ê nikare eniya hundirîn xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zimanê dayikê, nasname û bîra civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gergerlîoglû: Fahrettîn Koca beriya 2 salan lêkolîn kiribûya, ewqas pitik nedimir
Rojane

Gergerlîoglû: Fahrettîn Koca beriya 2 salan lêkolîn kiribûya, ewqas pitik nedimir

Parlamenterê DEM Gergerlîoglû ku têkildarî Nexweşxaneya Taybet a Medîlîfe ya ku çeteya Yenîdogan lê çalak bû di sala 2022'an de pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, got "Eger bihata lêkolînkirin wê ewqas pitik nemiribûna."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Eşkere bû ku çeteya Yenîdogan ji bo karibe pere ji Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) werbigire pitik dişand unîteya lênihêrîna lezgîn, bi vî rengî dibû sedema mirina pitikan û ev yek di nava civakê de bû sedema hêrseke mezin. Beriya bihîstina vê hovîtiyê bi 2 salan, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî Medîlîfeyê hişyarî dabû Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca.

Omer Farûk Gergerlîoglû ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku 28’ê Kanûna 2022’an têkildarî nexweşxaneya ku karekî şaş têkildarî pitikekê kiribû pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kiribû, her wiha mijar yekser ji wezîrê wê demê Fahrettîn Koca pirsî bû, lê belê nekarîbû bersivekê werbigire.

LI ŞÛNA KU BI EMELIYATÊ JI DAYIK BIKIN, BI RENGEKÎ NORMAL JI DAYIK KIRIN Û PITIK SEQET HIŞTIN!

Omer Farûk Gergerlîoglû anî ziman ku yek ji malbatên mexdûrê çeteya Yenîdogan beriya du salan serî li wî da, daxwaza alîkariyê kir û got, “Bavekî beriya du salan serî li min da û giliyê nexweşxaneya Medîlîfe kir ku yek ji wan nexweşxaneyên taybet e ku çeteya Yenîdogan lê dixebitî. Bav got, li nexweşxaneya navborî li şûna jidayikkirina bi rengê emeliyatê, jidayikkirina normal li hevjîna wî hate ferzkirin, lewma milê kurê wî seqet ma û piştre nexweşxaneya ku erka xwe ya kişandina MR nîne ji bo karibe pere werbigire gelek caran MR a pitikê nû ji dayik bûyî kişand, bi vî rengî raporek şaş şîrovekirî jê re hate dayin. Bav ê ku çû nexweşxaneyeke din bi vê yekê hesiya, lewma serî li me da. Weke DEM Partî jî me ev kiryara îstîsmarê ya nexweşxaneya navborî bi rengê pêşnûme pirsekê pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, lê belê du salan bersivek ji pêşnûme pirsa me re nehate dayin.”

‘MIN RÛ BI RÛ JI FAHRETTÎN KOCA PIRSÎ, LÊ NEKARÎ BERSIVÊ WERBIGIRIM’

Gergerlîoglû diyar kir ku li ser mijarê ne tenê pêşnûme pirs da, her wiha di dema nirxandina budçeyê de wî rû bi rû ji Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca pirsî bê çima bersiv jê re nehatiye dayin, lê belê dîsa jî bersivek nekarî werbigire.

Gergerlîoglû ragihand ku eşkere bû ku li vê nexweşxaneyê karên nelirê têne kirin, lê belê Wezareta Tenduristiyê bi ser ve nediçû û got, “Vê nexweşxaneyê du caran malbat mexdûr kir. Bav dema ku çû nexweşxaneyê û ji rayedaran pirsî ku li gel erka wan nîne jî çima MR kişandine, hingî bi ser bav ve aciz bûn. Bav li ser vê yekê serî li me da. Eger wezaretê beriya du salan bala xwe bida ser vê pêşnûme pirsê û lêkolîn kiribûya, dikarîbû xwe bigihanda çeteyê û ewqas pitik nedimir, lê belê nexwestin bi ser ve biçin.”

‘KOCA JÎ MEMÎŞOGLÛ JÎ BERPIRSYAR IN’

Gergerlîoglû destnîşan kir ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Midûrê Bajêr ê Tenduristiyê yê Stenbolê yê wê demê Wezîrê Tenduristiyê yê niha Kemal Memîşoglû yên ku bi ser bûyerê ve neçûn bi qasî nexweşxaneyan berpirsyar in. Memîşoglû ku wê demê bi teftîşkirina van nexweşxaneyan berpirsyar bû, îro radibe dibêje “Me sala 2023’an filan tişt kir.” Gergerlîoglû got, “Di sala 2022’an de li ser vê mijarê me pêşnûme pirsek pêşkêş kir, gelo we çima guh nedan? We çima lêkolîn nekirin?” û banga îstifayê lê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Kaya: Bazirganiya li qada tenduristiyê dibe sedema mirinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di doza Oner de ‘xelat’ ceza li polîs hate birîn: 2 sal û 6 meh

Di doza têkildarî kuştina Şahîn Oner ê 19 salî de ku bi wesayita zirxî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê bi peymanên veşartî zêdeyî 25 hezar koçber şand welatên sêyemîn

Li gorî lêkolîna tora rojnamevanan Forbidden Stories, ji dema destpêkirina jinûve wezîfeya serokatiyê ya Donald…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê fermandar Bêrîtan û Avzem bi bîr anî

YPJ'ê bi daxuyaniyekê fermandar Bêrîtan Şoreş û Avzem Çiya bi bîr anî û di şexsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

Ji aliyê Stêrk TV

Botan: Çekdanîn ne aştî ye, şertê wê yê pêşîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?