Koma Jinên Kurdistanê (KJK) di 2’ê Adarê de ragihand ku bi navê “Niha dema jinê ye” pêngaveke nû daye destpêkirin. Bang hate kirn ku ji 2’ê Adarê heta bi 8’ê Adarê wê di asta seferberiyê de çalakî bên lidarxistin, karê perwerde û avakirinê bê xurtkirin. Hate ragihandin ku pêngav ji bo salekê ye.
Pêngav li nava gerîlayên jin bû sedema kelecan û coşeke mezin. Gerîla Dorşîn hem pêngava “Niha dema jinê ye” hem jî girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo têkoşîna jinê nirxand.
‘KUŞTINA JINÊ DIVÊ WEKE PIRSGIRÊKEKE SIYASÎ Û CIVAKÎ BÊ DÎTIN’
Gerîla Dorşîn anî ziman ku ne tenê rojek divê her roj weke roja jinê bê dîtin. Gerîla Dorşîn destnîşan kir ku jin li djiî mejiyê serweriyê divê bi rengekî rêxistinî li hev bicivin, li ber xwe bidin û got, li çar parçeyên Kurdistanê serhildanên ku rû dan, şerê li Rojava nîşan da ku jin xwedî îrade ne û dikarin li ser lingê xwe bisekinin.
Gerîla Dorşîn diyar kir ku divê jin li hemberî qirkirinê bi dil û aqilekî hevpar tevbigerin û rêya vê jî rêxistinbûna komînal e.
Gerîla Dorşîn anî ziman ku nabe jin weke makîneyeke jidayikkirinê bê dîtin û got, êrişên sîstemê li dijî hişê jinê û îradeya wê ya azad e. Gerîla Dorşîn ragihand ku ev êriş ji bo astengkirina meşa azadiyê ya jinê ye û anî ziman ku li hemberî vê yekê divê têkoşîna rêxistinbûyî bê mezinkirin.

