HPG’ê piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê hatî kirin, daxuyanî dabû û ragihandibû ku çalakî ji aliyê “fedayiyên Apoyî yên Tabura Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn” ve hatiye kirin.
Gerîla TV dîmenekî taybet ya zêdeyî 6 deqeyan, bi sernavê “Li Enqereyê di dilê dijmin de du milîtanên fedayî” weşand. Di dîmen de kêliyên çalakiyê û axaftinên her du gerîlayan hene.
Di dîmen tê diyarkirin ku her du fedayî “di dilê Enqereyê de bûne volkana tolhildanê” û tê destnîşankirin ku “Navenda TUSAŞ’ê hate fetihkirin” û “Qasî 74 deqeyan şer kirine”.
Di dîmen de lehengiyên milîtanên fedayî tê destnîşankirin. Dîmen bi wêneyê her du milîtanên rûken û bi nivîsa “Hevrêyên me Asya û Rojger bi pratîka xwe nîşan dan ku ruhê fedayî yê Apoyî nayê sekinandin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me nivîsandin” bi dawî dibe.