În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt
Kurdistan

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk li Binarê Qendîlê pêngaveke dîrokî hate avêtin. A niha çavê her kesî lê ye ku li hemberî vê pêngava Tevgera Azadiya Kurd wê dewleta Tirk bersiveke çawa bide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çiyayên Kurdistanê yên ku bi salan e lê şerekî dijwar dimeşe, îro malûvaniya rojeke dîrokî kirin. Di serdemeke  ku li gel Rêber Apo di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de diyalog berdewam dikin de, dewleta Tirk di 24’ê Tîrmeha 2015’an de konsepta şerê topyekûn xist dewrê. Yekem hedefa bombebaranên balafirên şer ên ji Amedê bilind dibûn, bûn Qendîl. Li hemberî van êrîşên ku belav bûn seranserê Kurdistanê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ev deh sal in berxwedaneke destanî nîşan dan.

GERÎLAYAN DI BIN TEVGERA KEŞFÊ DE PÊNGAVA DÎROKÎ AVÊTIN

Gerîlayên azadiyê yên ku li hemberî vî şerê ku komkujiya gelê Kurd hedef dikir berê xwe dan qadên cuda yên Bakurê Kurdistan, îro ji bo ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo înîsiyatîf stend û da despêkirin, bigihîje serkeftinê rêya bi sedan kîlometreyan li dû xwe hiştin û gihîştin Binarê Qendîlê. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, di bin tevgera balafirên keşfê yên li asîmanên Qendîlê yên dewleta Tirk de ev pêngava dîrokî avêt.

ÇAPEMENIYA NETEWEYÎ Û YA NAVNETEWEYÎ LI CIHÊ WÊ ŞOPAND

Civîna çapemeniyê ya ku çavê her kesî li ser bû, ji aliyê BBC, Reuters, AFP, El Hadas, El Arabia, çapemeniya Başûrê Kurdistanê û kedkarên Çapemeniya Azad ve li cihê wê hate şopandin. Di çalakiya ku gerîlayan tedbîrên ewlehiyê bi awayekî zêde standibû de, destûr nehate dayîn ku telefon werin bikaranîn û cîhazên sînyalê qut dikin, hatin bikaranîn.

Rojnamevan, sibehê zû derbasî qada civîna çapemeniyê bûn û cihên xwe girtin. Gerîla, ji bintarên Qendîlê daketin Binarê Qendîlê û di pêşengtiya fermandarên xwe de derbasî qadê bûn. Di saet 09.00’an de jî gerîla bi pêşengtiya endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Garzanê Devrîm Palû û Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersîm derbasî qada civînê bûn û derketin pêşberî kamerayan.

PÊNGAVA DÎROKÎ BI ERÊKIRINA RÊBER APO HATE AVÊTIN

Di daxuyaniya ku bi erêkirina Rêber Apo pêngava dîrokî hate avêtin de peyamên girîng hatin dayîn; hem ji dewletê re hem jî ji gel re bang hate kirin. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê da zanîn ku ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn û li hemberî provokasyonan hemû hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vekişandine. Dubare bi bîr xist ku di çarçoveya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de heya niha pêngavên mezin avêtine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye û hate destnîşankirin ku divê tavilê şert û mercên jiyîn û xebitîna bi awayekî azad werin dabînkirin. Rêveberiya Tevgera Azadiyê da zanîn ku divê dewlet û desthilatdarî bersivê bide van pêngavên dîrokî û tavilê yasayên têkildarî entegrasyona demokratîk û azadiyê bixe meriyetê. Piştî civîna çapemeniyê ya bi Kurdî û Tirkî hate dayîn, bersiva pirsên rojnamevanan hatin dayîn. Piştî civînê koma gerîlayan, vegeriya qadên xwe. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ku pêşengtiya koma gerîlayan kir, ji aliyê gerîlayan ve bi merasîma leşkerî hate oxirkirin.

A NIHA ÇAV LI SER DEWLETA TIRK IN KU WÊ BERSIVEKE ÇAWA BIDE!

Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk li Binarê Qendîlê pêngaveke dîrokî hate avêtin. A niha çavê her kesî lê ye ku li hemberî vê pêngava Tevgera Azadiya Kurd wê dewleta Tirk bersiveke çawa bide… Bendewarî jî ew in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin, ji bo ku gerîla beşdarî siyaseta demokratîk bibin, yasayên têkildarî entegrasyona demokratîk û azadiyê werin derxistin û ji bo vê yekê jî ji bo PKK’ê yasayên taybet û resen werin derxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî
Nûçeya Pişt re Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Komîsyon divê li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike’

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku tevlî civîna komîsyona li meclîsê bû, anî ziman…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Eylem Babayîgît hate girtin

Rojnamevan Eylem Babayîgît bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Rojnamevan Eylem Babayîgîtê peyama ‘Çapemeniya Azad…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi 789 kooperatîfan hem piştevanî hem jî pêşvebirina aboriyê

Li Kantona Efrîn-Şehbayê bi projeya kooperatîfê re hem aborî tê pêşvebirin hem jî piştevanî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?