Hevrê Şexmûs, ji ku destpê bikim… Te 32 salên xwe li van çiyayên azad derbas kir. Ma ev çiya wê êdî bê te bimîne, lê belê di xeyalên te de, li ser her kaniya ku te av vexwar, li mangaya tu lê razayî, li her nuqteya ku te xwe gihande wê derê tu yê her tim hebe. Tu yê di her fîşekekê de ya ku milîtanên PKK’ê berdidin dijmin, li ser zimanê her dayikeke serhildêr, di xwêdana her hevrêyên xwe de hebe. Tu yê her tim bi me re be. Dema ku min wêneyê te dît ê ku di nava xwînê de dirêjkirî, çûm wan salên destpêkê yên ku min te nas kir. Mîna ku doh bû dihate bîra min.
Di sala 1994’an de min hevalê Şexmûs nas kir. Wê demê di dîroka me ya têkoşînê de berxwedana gerîla ya li dijî operasyonên giran ên dewleta Tirk gihîştibû asta herî bilind. Mîna îro dewleta Tirk hemû hêza xwe dabû vî şerî û tîma Tansû Çîller-Dogan Gureş serkêşî ji vê konsepta şer re dikir. Bi dirûşma ‘Ya wê biqede ya wê biqede’ bi rêbazên herî hovane, li dijî mirovahiyê û derveyî şer li Bakurê Kurdistanê êrişî gerîla kiribû. Bi sedan kes ji gelê me bi rengekî hovane qetil kirin, bi hezaran mirov bi rengê ‘kiryar nediyar’ kuştin ku kiryar dewlet bi xwe bû; bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin, talankirin û gelê me yê welatparêz neçar hate hiştin ku koçî metropolan bike. Li Botan, Dersim, Erzîrom, Serhed, Amed, Garzan û hemû eyaletên me yên din li dijî gerîla êrişên tunekirinê ji bo qedandina têkoşîna azadiyê hatibûn destpêkirin. Tevî van hemûyan jî hêzên gerîla li gel zor û zehmetiyên giran çeperên xwe parastin û berxwedan mezin kirin.
QADA BICIHBÛNÊ YA BI ÇIYAYÊN BANDOZÊ DORPÊÇKIRÎ
Bi biryara Fermandariya me ya Eyaleta Erzîromê me saleke vî şerê giran li pey xwe hişt û ji bo pêşwazîkirina sala 1995’an me li Şehîd Xebat bicihbûn plan kiribû. Li gel Biryargeha Eyaletê em bi hêzeke ji çar kampan bi cih bûn, lê dîsa jî me dest bi pêvajoya zehmet a zivistanê kiribû. Li qada me ya bicihbûnê ku weke Herêma Şehîd Xebat ji aliyê gerîla ve tê pênasekirin û li sêgoşeya Gexî, Yedîsû û Adakli ye, bi çiyayên bilind û asî yên Bandozê dorpêçkirî bû. Bi ava bi coş a ji geliyên xwe, bi daristanên xwe yên ji darên berû bû qada bicihbûnê ya gerîla. Ev cografya gelekî bedew gelek caran ji gerîla re mêvandarî kiribû. Li quntara van çiyayan bi dehan gund û gundik hebûn ku hatin şewitandin, valakirin û bi zorê hatin terikandin. Di heman demê de li van çiyayên bilind timî berf dibariya, zivistan zehmet bû. Sala 1995’an ji aliyê zivistana xwe ve zehmet bû, di heman demê de operasyonên dijmin jî bênavber dewam kirin. Li vê qadê ku em bi fermandara xwe Jiyan (Yildiz Dûrmûş) çûn, weke hevalên jin me bi rengekî xweser xwe lê bi cih kirin. Ji ber ku nû çûbûm qadê min gelek hevalên hêja li vê qadê nas kir.
YEKEMCAR LI VÊ DERÊ MIN HEVALÊ ŞÊXMÛS NAS KIR
E vpêvajo bû destpêka wê pêvajoyê ku bi gelek pratîkên zehmet re li gel hevalê Şexmûs man. Me çalakiyeke moralê ya hevpar a bi beşdariya hemû kampan plan kiribûn, yekemcar min li vê derê hevalê Şexmûs nas kir. Hevalan bi zorê û bi israr hevalê Şêxmûs birin ser dikê ku stranê bibêje. Ji ber ku hevalên jin hebûn li ber xwe da ku nebêje, lê belê ji ber ku hevala Jiyan (Yildiz Dûrmûş) ew îqna kir, hevalê Şêxmûs dest bi stranê kir. Tevî ku bi Tirkî zanîbû di ti fermiyet û nava jiyanê de bi Tirkî nediaxivî. Hevalê Şêxmûs strana ‘Ûçûn Kûşlar Ûçûn’ a Ahmet Kaya ji dil got. Ev strana ku bi hevalê Şêxmûs re bû yek piştre bû ew stran ku hevrêyan hemûyan gelekî jê hez kirin û li ser daxwaza hevalan di nava jiyanê û her moralê de digot.
LI QUNTARA ÇIYAYÊ GILÎDAXÊ KU GELEKÎ JÊ HEZ DIKIR
Di demeke bi vî rengî de bihar hatibû çiyayên Serhedê; çiyayên Gilîdax, Eledax, Tendurek û Geliyê Zîlan ji rengê spî rizgar bûbûn; bi hemû bedewiya xwe şîn bûbûn; di mehekê de ku herî zêde kulîlkên zer, sor, mor lê geş bûn, di 18’ê Hezîranê de xayinên mêtinger em dorpêç kiribû û fermandar Şêxmûs li quntara Gilîdaxê ku gelekî jê hez dikir heta fîşeka xwe ya dawî şer kiribû. Bi dehan carî ketibû kemîna dijmin û di şer de dijmin têk bir û rizgar bû. Lê belê vê carê fîşekek li bedena wî ketibû. Rengê xaka dayik sor bûbû. Ewladê leheng ê Serhedê firiya bû û bûbû stêrkek.
BI ÇÎROKÊN BERXWEDANÊ MEZIN BÛBÛ
Kurdistan welatekî çiyayî ye. Hevalê Şêxmûs li gundekî çiyayî yê li navçeya Milazgir a Mûşê mezin bû, bi nasname, çand, xak, nirxên Kurdîtiyê yên welatparêz dilsoz bû; li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên delwwetê serî netewandibû, li nava malbateke ji hestên serhildanê û bi çîrokên berxwedanê yên Kurdistanê mezin bûbû… Gelê Kurd ku ti carî xwe li peyama ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ ranegirt ku dijmin li Çiyayê Agirî çikand, soz dabû ku li vê xakê polîtîkayên qirkirinê û faşîzma dewleta Tirk binax bike. Meşa Kurdistanê ku Rêber Apo ji Agiriyê da destpêkirin, piştî bi salan li şûna kêlê wê gorê ya li vê xaka kevnar wê ala azadiyê biçikanda. Li vê xakê wê careke din dîroka berxwedanê bihata nivîsandin. PKK di dîroka Kurdistanê de bû nav û mîlada vejînê. Bi dehan ewladên leheng ên jin û mêr ên Serhedê beşdarî vê têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê bûn; xelkê Serhedê hişyar bû, têkoşîna azadiyê pejirand.
TEVÎ 2 KURÊN METKA XWE TEVLÎ BÛ
Yek ji deverên ku kom bi kom, pêl bi pêl tevlîbûn li nava meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, navçeya Milazgir a Mûşê bû. Hevalê Şêxmûs tevî ku ciwanek bû bi hestên welatparêziyê, bi hêrsa li dijî dijmin, bi bandora tevlîbûnên ji derdorê biryara tevlîbûnê da. Tevî 2 kurên metka xwe di sala 1992’an de tevlî nava refên gerîla bû.
HER TIM LI REFÊN HERÎ PÊŞ BÛ
Li Eyaleta Erzîromê timî gavên nû avêt û jiya. Hîn di salên destpêkê de bi rengekî wêrek û bi biryar tevlî bû. Di her gav û pêngavên dîrokî de ew her tim hebû, li refên herî pêş bû. Hêrsa wî ya li dijî dijmin mezin bû. Li Erzîromê ku yek ji qadên me yên herî zehmet e 10 salan bênavber têkoşiya. Gotin di cih de be li her kaniyeke wê av vexwar, li binê siya her darekê rûnişt, li her bihosteke xaka wê ked da û xwêdan rijand. Li her bihosta xaka wê şopa lingê wî heye. Hevalê Şêxmû bi Erzîromê re bû yek. Herî zêde Erzîrom û zozanên Serhedê û Gilîdax bi şervaniya wî zanin.
LI HER QADA ARTÊŞA GERÎLA
Di nava têkoşîna 32 salan de li Serhed, Xakurkê, Rojhilat û qadên cuda ma. Di beşeke mezin a têkoşîna xwe de li Bakur gerîla bû. Li Erzîrom û Sserhedê bi daxwaz û biryardariyeke mezin pêşengî kir. Di demên herî zehmet de xwe ji wezîfe û berpirsyariyê neda alî. Ji fermandariya mangayê destpê kir û heta asta Konseya Fermandariyê ya HPG’ê di nava artêşa me ya gerîla de li her astê wezîfe û berpirsyarî kir. Ji her wezîfeyeke partiyê re amade bû. Bi kedkarî û dilnizmiya xwe ya mezin her wezîfe û pratîka li nava PKK’ê bi cih anî. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan, PKK’ê û hevrêyên xwe re, baweriya wî ya bi azadiyê, hezkirina wî ya ji welat3e xwe û gelê xwe re kir ku di nava demên herî zor û zehmet de li ser piyan bimîne.
BI TECRÛBEYÊN XWE RÊ NÎŞAN DA
Bi salan di navbera eyaletên Erzîrom û Serhedê de bi dehan komên gerîla ji kemîn û dorpêça dijmin rizgar kir, bi hişyarbûna xwe bi dehan caran dijmin têk bir. Dema ku em tevî hevalê Şêxmûs tevlî şerekî dibûn û diçûn wezîfeyekê em ti carî nediketin nava gumanan. Berevajî vê yekê ew ji bo me timî dibû cihê baweriyê. Bi tecrûbeyên xwe rê nîşanî me dida. Di sala 1997’an de em ji Erzîromê çûbûn. Piştî salên dûr û dirêj di sala 2003’an de dema ku çûm Dersimê min ew li Serhedê dît. Biryara vekişînê hatibû dayin, lê ew di nava wê komê de mabû ku venekişya. Piştre min ew li Tendurekê dît û gelekî kêfxweş bûbûm. Di sala 2006’an de min careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Xwe gelekî bi pêş xistibû û gelekî guherî bû. tecrûbeya w^ıuya şer û jiyanê ew hîn bêhtir têgihiştî kiribû. Di serî de exlaq, çand, feraset û ruhê paradîgmaya Rêbertî, gelek taybetmendiyên hevpar ên hevalan hene. Li gel taybetmendiyên hevpar ên her milîtanên Apoyî taybetmendiyên wî yên xweser jî hebûn. Bêyî ku xwe bişibîne hinekan bi taybetmendiyên xwe, bi coşa xwe ya di nava jiyanê de timî bal dikişand. Yekî dema ku ew nû bidîta, weke ku yekî bêdeng jê re xuya dikir, lê belê piştî ku ew nas dikir, diket bin bandora sekna wî ya têr û tijî ya li nava jiyanê.
BI RENGEKÎ FEDAÎ JIYA Û ŞER KIR
Hevalê Şêxmûs têkoşîna Rêber Apo ya dîrokî ya li Îmraliyê ji nêz ve hîs kir û sala 2019’an bi danhevî û tecrûbeyên xwe ji bo pêşengiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî bike, têkoşîna bi pêşengiya Rêberê me û şehîdên me yên leheng tê meşandin hîn mezin bike, bi biryardariyeke mezin bi berpirsyariya Fermandariya Eyaleta Serhedê rabû. Metirsiya li ser Rêberê me, tevgera me û gelê me dît û zanîbû ku bersiva herî xurt a li hemberî vê metirsiyê şerê gerîla yê li Bakur e, lewma careke din berê xwe da Serhedê. Ji bo têkbirina vê konsepta tinekirinê ya ku dijmin di şexsê Rêberê me de da destpêkirin, ji bo mîrateya azadiyê ya Rêberê me û bi deh hezaran şehîdên me biparêze, bi baawerî û biryardariya pêşvebirina gerîlatiya Modernîteya Demokratîk meşiya. Hemû teknîk û dîwarên dijmin derbas kir û careke din xwe gihand çiyayên Serhedê. Heta kêliya ku şehîd bikeve bi derfetên kêm fermandarî û pêşengî ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re kir. Ji bo kûrbûna di taktîkên gerîla yên dema nû de kete nava hewldanên mezin. Bi wêrekî, fedakarî û hevrêtiya xwe ya ji dil bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevalê Şêxmûs di xeta Zîlan de her tim xeta şer û jiyanê ya Rêbertî ji xwe re kir esas, bi rengekî fedaî jiya û şer kir. Ji ber vê yekê wê her tim ji têkoşîna me re pêşengiyê bike.
EM Ê ARMANCA WÎ TEQEZ PÊK BÎNIN
Careke din fermandarê me yê fedaî Şêxmûs Milazgir bi hurmet bi bîr tînin û weke hevrêyên wî soz didin ku dilsozê bîranînên wî bin. Em ê armanca ‘Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ a hevrêyê xwe teqez bi cih bînin. Serxistina xeta Zîlan, Sema, Gulan, Şêxmûsan wê bibe soza me ya serketinê û tolhildana me. Tu yê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.
* Endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner) 18’ê Hezîrana 2024’an li Çiyayê Agiriyê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.